Vexwendineke vekirî.. Roja helbesta kurdî li derve
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 17 ÓÈÊãÈÑ 2010
Mijar: Nûçe



  Ji sala 1993 an de, her sal, di roja koçkirina seydayê Cegerxwîn de, li rojavayê Kurdistanê, roja helbesta kurdî tê lidarxistin. Herwisa li derveyî welêt, li Elmanyayê, ev cara pêncan e ku, bi heman helkeftinê, helbestvan û wêjehezên kurdên rojava li hevdu dicivin. Bi xwendin û guhdarîkirina helbestên kurdî dara zimanê kurdî yê þêrîn av didin û giyanên xwe yên li biyaniyê zuhabûyî didin ber barana wêjeya kurdî.


Bi navê komîta amadekar ya „Roja helbesta kurdî li derve“ em, îsal jî, we vedixwînin bajarê Bottropê li Elmanyayê, da ku di roja þemiyê de, 16.10.2010, careke din, em rojeke wêjeyî û kurdewar bi hev re derbas bikin.

Em bi hêvî ne ku di demeke nêzîk de helbestên helbestvanên ku dixwazin beþdar bibin, li ser vê E-mailê ( roja-helbest2010@hotmail.de )bigihêjin ber destên me.

Hêjayî gotinê ye ku, dîwarên salona helbestxwendinê wê bi tabloyên çend þêwekarên Kurd bêne  xemilandin.
Herweha, wê roj bi muzîk û stranên hunermend Zubêr Salih bi dawî bibe.


Navnîþana cihê “Roja helbesta kurdî li derve“ ev e:

Sprelraum ( Haus der Jugend )
Prosper Str.71
46236 Bottrop
….....
Dem: katjimêr: 13: 00
….....
Ji bo têkiliyê:
0049 01637866977
0049 160 92 44 44 29


Bi hatin û beþdarbûna we, wêjehezên Kurd, em ê kêfxweþ bibin.

Komîta amadekar ya „Roja helbesta kurdî li derveg
Keça Kurd 
Elî Cafer
Helîm Yûsiv

17.09.2010







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2234