Gorî ... Şanoyek kin
Dîrok: ÇáÎãíÓ 02 ÓÈÊãÈÑ 2010
Mijar: gotar



Ehmed îsmayîl îsmayîl

wergerandin ji erebî ŞÊRO DALÎNÎ

_  1  _
 ( meydanek e giştî : û di nîviyê meydanê de peykerekî gewd mezin , kumek li ser serê wî ye û pozê wî ber bi jor de hildayî ye , û destê rastê bi pêşde dirêjkirî ye wek ku bi germî silav dikê , du dergevan li dora wî diçin û tên û her yek ji wan bi tifinga xwe girtiye wek ku di şer de ne , dem nîvê şevê ye )
Dergevanê yekem  : ( bi pistepist ) tu tiştekî dibînê ?
Dergevanê duyem  : ( bi pistepist ) na , û tu ?
Dergevanê yekem  : ne tiştek .
Dergevanê duyem  : ( piştî bê dengiyekê ) ji xwe heydar be . dibe ku hinek pêrgî me werin .



Dergevanê yekem   : weke kî ?
Dergevanê duyem   : ma ji wan pêve kî heye : yên ji rê ketî : yên bi qerebalex hey jîro .
( bi gavên heydar li derdora peyker di zîvirin )
Dergevanê yekem  : rewş başe .
Dergevanê duyem  : lê dive em heydarbin .
Dergevanê yekem  : ma heye ku careke din wisa bikin ?
Dergevanê duyem  : dibe , ma kî zanê ?!
Dergevanê yekem  : ewê careke din wî bixin erdê ?!
Dergevanê duyem  : ( bi tirs axaftina wî qut dike ) ne bêje ewê wî bixin erdê hey bê hiş ne bêje ewê wî bixin .
Dergevanê yekem  : ( matmayî ) ma wî lawikî ew ne xistibû erdê ?
Dergevanê duyem  : lawik ?! bêje yê bi qerebalex .
Dergevanê yekem  : ( bi tirs . piştî ramanbûnekê ) gelo anha rewşa wî çiye
Dergevanê duyem  :  ( bi qeşmerî ) bê guman anha ew çarmêrkî li ser xazûq rûniştiye .
Dergevanê yekem  : wey guneho .
Dergevanê duyem  : guneho ?!
Dergevanê yekem  : ( bi tirs ) min dixwest bêjim : bera herê docehê .
( Peyker xwardibê . tirs xwe li drgevanan digirê )
Dergevan duyem  : peyker di hejê !
Dergevanê yekem  : ew dikevê .
Dergevanê duyem  : yên bi qerebalex .
Dergevanê yekem  : ( bi dengekî fetisî ) ew kî li wire ?
Dergevanê duyem  : ( bi dengekî bilind û bi tirs ) bisekine .
Dergevanê yekem  : bisekinin .
( bi tirs û ne berbiheve li dora peyker di zîvirin , peyker xwartirdibê , dixwazin bigrin bi ser wande dikevê ..dimirin )
_  2  _
 ( nivîsgehek bi cil û bergên buha , padîşah li paş masa xwe rûniştiye , û li hemberî wî peyker-çêker ( ozal ) dil şikestî û şipê sekinî ye )
Padîşah  : ( piştî bêdengiyeke kurt )bihna me hêdî hêdî tengdibê mamoste .
Peyker-çêker  : ev tiştên ku çêdibin ez dikim nema bawerbikim .
Padîşah  : belê bawerbike . peyker careke din ket .
Peyker-çêker : ( bi berxweketî ) mîrê min  ..
Padîşah  : vê carê bêyî ku ti kes destê xwe dirêjkiyê ket !
Peyker-çêker  : nayê bawerkirin !
Padîşah  : ji xwe eger ne ji xwegorî kirina herdû dergevanan ba te vê carê ew saxlem ne didît .
Peyker-çêker  : çi peykerê ku min çêkiriye û ser danîna wî sekinî me neketiye ji bilî peykerê serok !!
Padîşah  : em bûne pêkenok ji xelkê re .
Peyker-çêker  : min hemû şêweyên xwe yên zanistî bi kar anîn ji bonî danîna peykerê serok .
Padîşah  : guhdarbike mamoste , emê ferzenda herî dawî bidin te , û paşê em zanin bê emê çi bikin  .
Peyker-çêker  : ( bi tirs ) mîrê min , hêvîdarim hun li min bibûrin ez nikarim .
Padîşah  : ( bi bihintengî ) li te bibûrin ?! çênabê , divê tu bi tena xwe peyker li ciyê wî rakê şipê … û zû .
Peyker-çêker  : lê belê …
Padîşah  : ( bi hişkî ) oxirbê .
Peyker-çêker  : ( bi lavekarî ) lê ez ..
Padîşah  : oxirbê mamoste .
  _  3  _
 ( odeya lêpirsînê –ronahiyek kêm , masek tenê heye û vekolerekî di sî û pênc saliya xwe de lê rûniştiye , û li hemberî wî ciwan lawikê girtî rûniştiye , li ser masê pirtûkek û pênûsek heye , li lawik xuyaye ku hatiye îşkencekirin )
Vekoler  : ( serê pênûsê li masê dixê ) tu bixêr hatî ciwan .
Ciwan  : ..
Vekoler  : û anha tê ji me re bêjê kî ji te xwest ku tu peyker bixê erdê ?
Ciwan  : ne ti kesî mîrê min .
Vekoler  : ( bi bihntengiyeke veşartî ) ne ti kes ?! başe . kî gote te here û peyker bixe erdê ?
Ciwan  : ne ti kes .
Vekoler  : em zanin tu ne ji wan xelkên ji rê ketî yî . tu çima derewan dikê ?
Ciwan  : ez derewa nakim .
Vekoler  : ( bi hêrs ) derewçîn .
Ciwan  : ..
Vekoler  : bavê te çi karî dikê ?
Ciwan  : bavê min berî du salan mir , bi qeza tirimbêlekê jiyana xwe ji dest da .
Vekoler  : ev tê wê wateyê ku apê te ev rê da pêşiya te ?
Ciwan  : na mîrê min .
Vekoler  : xalê te ?
Ciwan  : na .
Vekoler  : ( hêrsa wî pir dibê ) naxwe kî ji te xwest hey ne mirov kî ? kalkê te . cîranê te . hevalên te . kî . bêje kî ??
Ciwan  : ( bêdengdibê bi hinek berberî ) ..
Vekoler  : guhdarbike kuro , eger tu vegotina xwe diyar nekî wê îşkenca te du qat bibî , ji min re bêje , di nava rojê de çend cara xwarin ji te re tê ?
Ciwan  : carekê , sendewîşek tenê di rojê de .
Vekoler  : ( bi qeşmerî ) wa .. ma gelo raste ? ezê ji xortên li taqa jêrîn re bêjim bila xwarinê li ser te kêm nekin . ser çavan .
Ciwan  : ( bi êş ) vê sibê . dergevanê zindanê . bi lingê xwe li min xist û ji min re got dakeve qata jêrî ji bonî tu bixwê hey ne mirov .
Vekoler  : ( bi qeşmerî ) ma gelo te xwar ?
Ciwan  : na , lê ..
Vekoler  : lê çi ?
Ciwan  : şelîtên karevê bi ..
Vekoler  : bi çi ?
Ciwan  : ( bi fedîbûn û hêrs ) bi endamê minî nêrane ve kirin .
Vekoler  : ( bi qeşmerî dikenê ) bi rastî ?
Ciwan  : pir dêşiya . ez kirî miribame .
Vekoler  : tê bimirê eger tu wisa ser hişk bimînê .
Ciwan  : ma paşê wê kî maliyên min bixwedî bikê ?
Vekoler  : rêberê te , rêberê te yê ku te jê ferman digirtin wê bi karê xwe rabê .
Ciwan  : ( bi kelegirî û êş ) oxlo .
( vekoler dibizdê wek ku birûskek lê bikevê )
Vekoler  : oxlo ?! bêje ciwan .. oxlo kî ye ? bi axive kuro . 
Ciwan  : oxlo xwediyê karê min e yê ku min li cem wî kardikir .
Vekoler  : bijî ciwan , va tu bersiva xwe didê . bi axive , bêje ew kî ye û emê anha te serbest berdin .
Ciwan  : ( ji xwe re mijûldibê ) ji mêjve ..
Vekoler  : ji mêjve ?! xuyaye çîrok kevne ? berdewambike . de .
Ciwan  : çaxê bavê min mir , min dev ji dibistanê berda û min li bazarê karkir ji bonî diya xwe û herdû xuşkên xwe yên biçûk bi xwedî bikim , û min ew li bazarê naskir , kesin ku li cem wî kardikirin ez birim cem wî .
Vekoler  : berdewambike . berdewambike .
Ciwan  : ( û ew mijûldibê ) birêz oxlo pir bi minre ne di axivî , her roj dihate ciyê ku wî ji min re nîşan kiribû  ..
( çîroka xwe ji vekoler re berdewamdikê )
_  4  _
( meydana giştî , ciyê ku peyker lê ye , ciwan di binya wî re sekinî ye û qotiyê çixara di destê wî de ne û bi dengê bilind bandikê , pakêtek çixara difroşê zilamekî . ew zilam dev davêjiyê û di meşê , oxlo derbasdibê , cilên leşkerî li ber wî ne , ber bi ciwan ve diçê û ciwan dengê xwe bêtir hildidê gava oxlo dibînê ) Ser çava mîrê min .
Oxlo  : karê te çawa dimeşê hey ne mirov ?
Ciwan  : ( bi tirs ) navê min ciwane mîrê min .
Oxlo  : ( bi hovane ) karê te çawa bû îro ?
Ciwan  : pir başbû mîrê min .
( ciwan hinek pera didê oxlo )
Oxlo  : ( bi bihntengî . piştî ku pera dijmêrê ) ma ev navê wî kare ?
( pênceh wereqî jêre davêjê , ciwan ji erdê radikê ) ew besin .
Ciwan  : ( bê razîbûn ) pênceh wereqe ?!
Oxlo  : ( bi qeşmerî ) na . ne ev tenê . min xelata pêre ji bîrkir .
( ciwan bi destekî riwê xwe di nixumînê , û bi destê din pişta xwe di nixumînê , oxlo pehînekê li dixe û paşê şeqamekê lê dixe , ciwan bi êş li mîrê xwe meyzedikê , oxlo bi qeşmerî di kenê ) mîrê me şeqam li te xist ne ez bûm , kesên ku me di xapînin serokê me ji wan heznakê . û çi cara go tu min bixapînê  ewê herdem şeqaman li te bixê . başe yan na ?
Ciwan  : ( bi tirs ) başe mîrê min .
_  5 _
( odeya lêpirsînê , hîna awirên ciwan mijûlin , vekoler bi hêrs di hilçenê )
Vekoler  : derewçîn . birêz oxlo leşkerekî pir başe . tu derewan dikê , birastî bêje . kî te ber bi vî karî ve ajotiye kuro ?
Ciwan  : min ya rast ji te re got mîrê min .
Vekoler  : ( bi çepelî ) û kî şeqam li te dixistin birêz oxlo .. yan peykerê serokê me ?
Ciwan  : mîrê min oxlo , min zanîbû ew li min dixê , lê çi cara ku şeqameke bi hêz li min dida di gote min : serokê me li te xist .
Vekoler  : ma te jê behwer dikir ?
Ciwan  : na nizanim , lê çaxê min ji hevalên xwe pirsî , ji min re gotin : birêz oxlo kurê hikûmetê ye , û dibe ku serok ji wî hezdikê û wî diparêzê .
Vekoler  : ( bi qeşmerî ) û ji ber vê yekê hey qantir te peykerê serok şikand ?
Ciwan  : gava min dît xort di kolanan de dihilçenin , û li dijî hêzên ewlekariyê diqîrin , û cam û deriyê deverê hikûmetê dişkînin , ez li oxlo geriyam ji bo ez serê wî bişkînim û şeqamê ku li min dixistin lê vegerînim , ez çûme ciyê peyker , û gava min ew li wir ne dît .. ( bi bêdengî )
Vekoler  : ( bi qeşmerî ) te peykarê serokê me şikand . başe , tê li ser vî karê xwe xelateke pir baş bistînî , û ewê xwarinên herî xweş pêşkêşî te bikin , û ezê ji xortên di taqa jêrî de bêjim bila qedrê te bigrin .
Ciwan  : ( bi tirs laşê xwe hest dikê û bi ser hevde komdibê ) ez ne birçî me . ez têrim .
Vekoler  : ( bi qeşmerî ) tiştek pê nayê , emê xwarinê bidin te heta tu binepixê .   
_  6  _
( Meydana giştî , devera ku peyker li wir , peyker di binya bingeha xwe de  dirêjkirî ye , û li rex bingeha peyker orhan cîgirê peyker-çêkir bi sergerdanî rûniştiye , peyker-çêker ozal derbasdibê , nîşanê matbûnê û bihntengiyê li ser riwê wî xuyane , dem : berî rojavaye) 
Peyker-çêker  : ev çiye orhan ?! çima heta anha peyker li ciyê wî ne rakirne ?
Orhan  : ti sûd jê tuneye mamoste . çi cara ku em lingên wî di bingeha wî de radikin , xwardibê .. paşê dikevê .
Peyker-çêker  : ( bi dilekî ne rehet ) ma ti bela gihanê ? tiştek jê şikest ?
Orhan  : ew saxleme , xêzek jî lê neketiye .
Peyker-çêker  : ( bi dilekî rehet ) pir başe .
Orhan  : bingeha wî pirsgirêke mamoste .
Peyker-çêker  : lê bingeha wî pir bi hêz û hişke .
Orhan  : ser riwê bingehê pirsgirêke , ew ..
Peyker-çêker  : bingeha wî bi çemento û hesinê qenc avakirîne ?
Orhan  : bêguman , û tevî wilo jî me nikarîbû lingên peyker bisekinînin , tu dibêjê qey dêw û şeytan têde ne  ne çemento û hesin .
Peyker-çêker  : ( bi bihintengî ) ez sûnd dixum ku ez nema tiştekî jê famdikim , ,min rêyek ne hişt , min hemû şêwazên zanistî yên nûjen bikar anîn , lê mixabin bê sûde , ez bi ser neketim , ez ji we re dibêjim : ez bi ser neketim .
Orhan  : bihna xwe ferehbike mamoste , sûc ne sûcê te ye . sûcê dêw û şeytanê di bingehê de ne .
Peyker-çêker  : ( bi qeşmerî û hêrs ) dêw û şeytan orhan ?!
Orhan  : belê . û ji ber vê yekê divê xwînek li ber lingên peyker bê rijandin , rijandina xwînê rizgarkirina serokê me ye .. mebesta min peykerê serokê me yê hêja , dibe ku dêw û şeytan ketibin nava wî bi xwe de jî .
Peyker-çêker  : ( bi hêrs ) dev ji van gotinên vala berde û bihêle ez çarekê jê re bibînim orhan .
_  7  _
( zindaneke biçûk û tarî , di dîwarekî wê de du derî hene : deriyê hundur yê hesinî , û di rexde deriyê kepînê yê tepî û şikestî , di dîwarê li hemberî wî de li jora wî pencerokek bi bistan dorpêçkirî heye , tava heyvê xwe di wê pencerokê re davêjê hundurê zindanê , sîka pencerokê ya bi bistan dorpêçkirî di nêviyê dîwarê li hember de , rohnya xwe bi ser du rûyên xemgîn de belavdikê û laşê wan li erdê raxistî mîna wêneyên belavkirî . dem : êvare . ciwan ji xewa xwe di hilçenê wek ku birûskek lê bikevê )   
Ciwan  : mizgîn .. vegere mizgîn , mizgînê ..
( aras ji xewa xwe di hilçenê , matmayî li ciwan meyzedikê )
Aras  : ciwan .
Ciwan  : mizgîn vegere , dayê wê bigre , mizgîn ..
Aras  : raweste ciwan  :
Ciwan  : ( radiwestê wek ku ji xewneke ne xweş şiyarbibê ) mizgîn xuşka min ..
Aras  : şiyarbe ciwan . tu xewnekê dibînê .
Ciwan  : ( radiwestê ) xewneke pir ne xweşbû . ne xweşbû .
Aras  : raweste .
Ciwan  :min mizgîn dît , xuşka minî biçûk li bazarê di geriya û .. parsdikir
Aras  : ew tenê xewne .
Ciwan  : wateya vê çiye aras ?
Aras  : vegere xewê , pêwîste tu xwe rehetbikî .. ji bo amadekirina şahiya firavîna sibe .
Ciwan  : ..
Aras  : ew hovin .
Ciwan  : ( piştî bêdengiyeke kin ) ka ji min re bêje aras , wê me serbest berdin ?
Aras  : ( piştî ramanbûneke kin ) nizanim .
Ciwan  : min çiqasî bêriya diya xwe kiriye . û xuşka min mizgîn û leyla .
Aras  : ..
Ciwan  : ax . eger derfet heba û min diya xwe û xuşkên xwe dîtiba !! bêguman anha dilê diya min pir li ser min rehte , ew dêyeke dilgerme , pir şêrîne .
Aras  : ( bihna xwe dikşînê û dest bi girî dikê ) diho , çaxê ku li min didan , sixêf ji diya min re didan , ser wê digotin . gotin .. ( weke ku birûskek lê bikevê ) diya min ne qehbike . diya min jî dilgerm û şêrîne  .
Ciwan  : van zikreşa sixêf ji diya min re jî didan , ew çar bûn , û ez di navbera wan de mîna gokê bûm , her yekî ji wan pehînek li deverk ji laşê min didan û pêrepêre sixêf ji  min re didan , sixêf ji xuşka min re jî dan .
( bihinvedanên xwe yên bi şewat digrê , çavên aras bi awirên tirsok ronîdidin , kêliyekê bêdengiyeke giran xwe li wan digrê )
Aras  : raweste .ew bê rûmetin .
Ciwan  : ( bi hêrs , û bi hêz kulma xwe li dîwarê zindanê dixê ) diyê we qehbikin , û xuşkên we qehbikin .
Aras  : ( bi tirs ) raweste . raweste ciwan , tê hina ji wan li ser dengê xwe şiyarbikê , wî çaxî .. tu baş zanê ewê çi bikê .
Ciwan  : bera şiyarbibê .
Aras  : ( hejivî ) eger şiyar bibê ewê min û te bihevre îşkence bikê . raweste ciwan raweste .
( ciwan radiwestê û bi dilovanî li aras meyzedikê ) sixêf ji xuşka min re jî dan , lê dema ku ji min  li navê wê pirsîn , min navê wêyî rastî ne got , min bi derewa got : navê wê xalya ye , û wa sixêf ji xalya re didan , û ez nizaim bê xalya kî ye , ji ber vê yekê ez hêrsnedibûm dema ku sixêf ji xalya re didan . di bin îşkencê de min kenê xwe di feşart tevî êşa ku tu zanê .
Ciwan  : wê xwedê tola me ji wan hilînê .
Aras  : kengî ? kengî ciwan ?
Ciwan  : (bi mijûlî li pencerokê meyzedikê ) nizanim . dibe ku piştî em ji vêdeverê derkevin hevalo .
 _  8  _
( nivîsgeha padîşah , peyker-çêker bi dilşikestî li hemberî padîşah di sekinê , padîşah mîna pisîkan li dora peyker-çêker di zîvirê û ramandibê . dem : nava rojê ye  )
Padîşah  : û talî me çarek ji danîna peykerê serokê xwe re dît .
Peyker-çêker  : ( bi dilxweşî ) birastî ? ka ew çare çiye ?
Padîşah  : ew çareke berê ew bikar anîne , kesên berê ew ji bonî pirsgirêkên ji vê mestir bi kar anîne û bi serketine .
Peyker-çêker  : zû bêje mîrê min , dixwazim zanibim ew çiye ?
Padîşah  : ( bi dilxweşî ) gorî , divê em mirovekî bi gorî bikin .
Peyker-çêker  : ( behwernakê ) mirovekî bi gorî bikin ?!
Padîşah  : belê . goriyekî ji bonî razîkirina peykerê serok .
Peyker-çêker  : ( matmayî ) tu ji dil dibêjê mîrê min ? bêguman tu henekan dikê .
Padîşah  : na . ez henekan nakim mamoste . ez pir ji dil di axivim .
Peyker-çêker  : ( wek dîna ) na .ez nikarim behwerbikim !! ev çareke ne duriste .
Padîşah  : ( bi hêrs û qeşmerî ) te çi got mamosteyê min ? guhdarbike hunermend , divê goriyek pêşkêşî peykerê serok bibê . û eger ne ew lawikê bi qerebalexbê , yê ku peyker xistî erdê  , emê kesekî din pêşkêşî peyker bikin , û dibe ku ew kes hunermend bê .
Peyker-çêker  : ( bi tirs qirika xwe digrê ) lê mîrê min .. ev . ev ne .mebesta min .. ( piştî awrên padîşah yên ne rehet dibînê xwe radestî wî dikê ) belê . tu çawa dixwazê wek te ye mîrê min .
Padîşah  : anha tenê min naskir ku tu nişteciyekî ji serok û welatê xwe hezdikê . ez ditirsiyam ku tu ne wisa bê .
Peyker-çêker  : ( bi tirs ) na mîrê min , ez wisa me .ez wisa me . ji serok hezdikim .. pir jê hezdikim .
Padîşah  : her bijî . sibehê ez û te emê peyker deynin ciyê wî piştî ku em goriyekî baş pêşkêşî wî bikin .
Pyker-çêker  : ez û te ?!
Padşah  : belê . ez û te tenê .
Peyker-çêker  : û çima leşker bi vî karî ranabin ?
Padîşah  : ditirsim hin ji wan çîroka karê ku em bikin belavbikin , û divê ev tişt veşartî bimînê .
Peyker-çêker  : çima em alîkariyê ji kesên ku em ji wan piştrast naxwazin ?
Padîşah  : min got : ez û te tenê . em hetîketiyên din naxwazin hunermendê me yê mezin .
Peyker-çêker  : ( bi tirs ) lê mîrê min . ez ..
Padîşah  : bes bi axive ozal beg . here oxirbê .
Peyker-çêker  : ( matmayî ) ezê bi vî karî rabim ?!
Padîşah  : ozal beg . civanê me sibe li vêderê ye . sibehê zû .dereng nemîne .
Peyker-çêker  : ( ew bi tirs derdikevê ) belê . belê mîrê min .
      _  9  _  
( ciyê peyker , bingeha peyker wek devekî vekirî ye .padîşah derbasdibê hundirê bingehê û peyker-çêker didê pey wî û ciwan yê çav û dest girêdyî li pêşiya xwe dajon , peyker-çêker di rewşeke bi tirs û matbûnê de ye , piştî kêlîkê di erê naya xwe de padîşah çavdikê peyker-çêker û ciwan ber bi hundirê bingeha peyker ve dehfdidin , paşê dest bi girtina devê bingeha pekerdikin . dem : destpêka rojeke buharê ye )
Dengê ciwan  : alîkariyamin bikin . hewaraaa ..
Padîşah  : ( bi hêrs ) bilezê mamoste . bilezê kero.
( di rajine peyker li ciyê wî dideynin . bi tirs lê meyzedikin , bihna padîşah ferehdib gava peyker li ciyê xwe disekinê , wî ji dil silavdikê , paşê ji deverê diçê . bi gavê giran peyker-çêker didê dûv wî . ji nişkêve di sekinê . li peyker vedgerê . bi tirs li bingeha peyker meyzedikê . hewarê ciwan di guhên wî de dubare dibin . li dora xwe dizîvirê . li hemû qurçikan li jêdera deng digerê wek dînan )
Peyker-çêker  : kî ye ? kî li wire ?! kî .. tu kî yî ?
( dengê ciwan dubare dibê . guhê xwe bi bingeha peyker ve di çesipînê û bi heydarî guhdardikê . paşê wek dînan bi dengekî bilin dikenê )   ew bi xwe ye .. yê gorîkirî di axivê . yê gorîkirî saxe . ew bi xwe ye ( bi dengê bilind dikenê . derdikevê ser bingeha peyker . peyker di hejînê . padîşah derbasdibê ) ew saxe . ew lawik saxe .( ji padîşah re ) lawikê gorîkirî hîn saxe mîrê min . ew saxe .. ( hewldidê ku lingên peyker ji ser bingeha wî rakê . padîşah fîşekan bi serde di teqînê û derdikevê . peyker-çêker birîndardibê û di şemitê , li ber lingên peyker komdibê ) .

Dawî
Qamişlo 10-07-2007
  -----------------------------

sherodalini@hotmail.com 
   

ادناه رابط النص الأصلي للمسرحية باللغة العربية
القربان .. مسرحية قصيرة








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2219