Êvar baþ
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 01 ÏíÓãÈÑ 2006
Mijar: Helbest


Ronî Elî

Di hestên razayî de
Û bîranînên ji bîr kirî,
Hevokên jiyanekê
Û tevnên sawiran
Dil avêtin ber,
Zayîna çêrokan
Damezrandina dîlokan
Û
Nûjenkirina fîxanan

***


Di xewnên beravêtî de
Ramûsana dujehê
Sirûdên koçberiyê
Talana xwe,
Li ser piþta
Ciwaniya nêrgizan
Dêmên ku hîn,
Gezik û maçik nedîtin
Kirin mêvan

***

Di navberka duh
Û îroj de
Ketin û ketinê de
Di hêviyên menalekî
Ku lal nemîne
Keçeke ku evînê bixwînê
Jineke ku zayînê bibînê
Dibêjim yarê
Êvar baþ ….
                     







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=220