Min ji Amedê re got: ‘Ez keça te me’
Dîrok: ÇáÃÍÏ 11 íæáíæ 2010
Mijar: Nûçe



  BARZAN ÎSO

NAVENDA NÛÇEYAN
- Helbestvana Kurd Nesrîn Ehmed bersiv da pirsên ANF’ û got: “Min ji Amedê re got: ez keça te me. Wê jî got: ez diya te me”. Nesrîn, çivîkeke biçûk e. Hîna têr ji çem, kanî û robarên wêjeya Kurdî venexwariye. Hîna ji gul û kulîlkên çand û hunera Kurdî têr nebûye. Hewldide di samfoniya helbesta Kurdî de, bi deng û rengên xwe, awazekî taybet bihûne.


*Tu û peyva Kurd, kengî hûn bûn hevalên hev?

-Di despêkê de, min bi zimanê Erebî dinvîsand û hin hewldanên min di vî warî de hebûn. Ji berî çar salan, hevalekî min, çîrokeke min a kurt ya bi navê Bihara Windayî ji Erebî wergerand Kurdî û weþandibû. Bê ku bide xwiyakirin ku ji Erebî wergerandiye. Dema min ev çîrok bi Kurdî xwend û min navê xwe li bin dît, hingî min naskir çiqas barê min girane. Ez neçar mam xwe fêrî nivîsa peyva Kurdî bikim. Tevlî em di malê û jiyanê de bi Kurdî diaxivin.

*Çima te hebest hilbijart? Da tu raman, hest, xewn u xeyalên xwe derbirînî?

-Nizanim bê kî/ kê hilbijart? Lê ez bûm dîlê helbestê.

*Hîna tu di despêka meþa helbestvaniya xwe de yî, bandora kîjan helbestvan li ser te heye?

-Bi rastî, ez nikarim vê bêjim. Ji ber ku her kesekî min peyvek jê re xwendibe, bandora wî li ser min heye. Bi qasî wê peyvê.

*Tu ji kê re dixwînî?

-Çi bikeve nav destê min, dixwînim. JÝ ber ku her tiþt peyda nabe. Lê dibe ku navên min ber bi xwe ve bikþînin, weke: Selîm Berekat, Mehmûd Derwîþ hin wergerên ji wêjeya navnetewî. bi kurdî, Melayê Cizîrî, Cigerxwîn…hwd.

PÊWÎSTIYA HELBEST Û PEXÞANA KURDÎ BI REXNE Û WERGERÊ HEYE

*Helbesta kurdî di çi rewþê de dibnî?. Bitaybet, berhemên helbestvanên jin?

-Îro, em berhemên helbestvanên Kurd biþopîn, emê çend pênûsên xurt û xwiya bibînin. Ev zindîbûn û geþbûna helbestê dide xwiyakirin ku berhemên helbestvanên jin ne kêmî berhemên helbestvanên mêr in. Helbestvana Kurd bi nazikî û kûrahî helbestê dinivîse. Bi canê xwe dinvîse. Lê bi ya min, helbest û pexþana Kurdî pêwistiya wan bi rexne û wergêrê hene. Dîmena çandeya Kurdî bigiþtî, pêwîstiya wê bi hiþmendiyeke rexneyî ye. Mafê her kesî heye bi Kurdî binivîse. Xweska 40 milyon Kurd bi Kurdî binivîsin. Lê mafê her kesî tuneye were bêje: ez helbestvan im an rexnevanim!. Dibe ku pir hêsan be li cem yekê ku ji xwe re bêje, nivîskar û helbestvan. Lê malwêraniya çendeya me a teze ku her kes rabe û ji xwe re bêje: ez rexnevanim!. Helbesta Kurdî a nûjen û a kilasîk heye, lê mixabin, me rexne nine.

MIN BAWER NEDIKIR KU DILÊ MIN BIBE DÎLÊ BAJAREKÎ

*Di destpêka meha pûþberê tu li Amedê bûyî. Tu hatî vexwendin mehrîcana dehemîn a çand û hunerê. Amed û mehrîcana wê çi bandor li te kir?

-Min tu carî bawer nedikir ku dilê min bibe dîlê bajarekî!. Kolanên Amedê bêhna bav û bapîran belav dikirin. Her kevirek ji kevirên bedena wê çîroka lehengiyekî dibêje. Beþdariya mehrîcana wê derfetek mezin bû, ji bo min. Çi di warê naskirin û têkiliyan bi nivîskar û rewþenbîran re, çi bi sûde wergirtina ji çalakiyên wê pir cure û rengîn.

MIN JI AMEDÊ RE GOT KEÇA TE ME, WÊ JÎ GOT EZ DIYA TE ME

*Te çi ji Amedê re got? Amed çi ji te re got?.

-Ji Amedê re min çend helbest xwendin. Ew jî keyf û hezkirina xwe diyarî min kir. Min ji Amedê re got: Ez keça te me. Wê jî got: ez diya te me… berî tu herî, ka were, ez têr maç bikim.

*Te çi ji Amedê bi xwe re bir Dêrikê? Te çi li Amdê hiþt?

-Min çend xewn û gurzek hêvî û gelek evîn bi xwe re anîn. Lê min dilê xwe li wir hiþt.

*Çemê Diclê Amedê bi Dêrikê ve girê dide. Ji bilî Dicleyê çi hene Dêrikê bi Amedê girêdide?

-Zimank û hêviyek û evînek… tevlî xwîna pakrewanan .

*Te tevgera rewþnbîrî û çandî li Bakurê Kurdistan çawa dît?

-Karekî mezin û guhdaneke ji dil tê kirin. Hêvîdarim wê di paþerojê de encamên mezin xwiya bikin. Çimku çalakiyên bi vî awayê berfireh, hêzê dide can û tevgara rewþenbîrî û çandî.

*Hewldanake te yî fedyok hebû di warê ragihandina Kurdî de, ku te çend xelek bername ji kanala “Kurdistan TV” re çêkiribûn, te karê ragihandinê çawa dît û çima te berdewam nekir?.

-Bi Rastî, karê ragihandinê ez gaveke mezin bi pêþ ve dam. Tevî kurtbûna wê, lê di karekî ku mirov karibe qunçikên tarî ronî bike û dîmenên veþartî bide xwiyakirin, mirov gelekî kêf xweþ û hêvîdar dibe. Mixabin, min nikarîbû berdewam bikim, ji ber rewþa ewlekarî.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2187