Berî ez daxwyanî û têbînên xwe di derbarê gotara mamosta Konê reþ
de ya di malpera Welatê me de hatiye weþandin bidim xwyakirin ,ez dixwazim bêjim ku mamosta Konê reþ bûye mîna sitûnek di wêjeya kurdî de û ji ber evê giringiya wî ez na xwazim ku ew li ti keleman biterpile!. Ji ber ez pê dizanim ku singa wî ferehe , dilê wî mezine û hiþê wî jî ciwane; min tê re dît ku ez van têbîn û rexneyên xwe li ser gotara wî diyar bikim.
Konê reþ di gotara xwe de nivîsiye ku Cigerxwîn hatibû xwyakirin bi xebata xwe ya di warê netewî de .Li vir ez dixwazim bêjim ku Cigerxwîn ne kesekî netewî bi tenê bû ;lê belê ew mirovekî netewî û cîhanî bû û ewî li ser hemî enyên cîhanî yên ji bo berjewendiyên mirovantî û gelan vebûbûn kar û xebat dikir ; tevî ku ewî ala netewa xwe bi rengekî bilind berba dikir û ev tê zelalkirin di vê helbesta wî de :
Markisîme dixwazim li her derî dibezim
Berî hertiþtî kurdim
Li afriqya dikim þer li ewrpa dikim ger
hindî me bê kirasim serfirazim sovyatim
Berî her tiþtî kurdim
.................
Û ji bilî vê helbesta wî bi dehan hene.
Têbîn û rexneya min ya dwemîn li ser mamosta Konê reþ ewe ku dibêje: Heger Cigerxwîn ne gihabane Hemîdê Derwêþ û tevlî partiya wî ne bûbane ewî ne bane !.Mixabin ev helwesteke pir þaþe û gunehekî pir mezine ne gerek bû bi pênûsa Konê reþ hatiba nivîsandin .?.Ji ber her kes dizane ku Cigerxwîn bi ristên xwe hatiye xwyakirin û di nav miletê xwe û li cîhanê deng daye , û Konê reþ bi xwe di gotara xwe de dibêje : Navê wî bi saya helbestên wî ji nav gel nayê ji bîrkirin!.Û heger rastî bê gotin dive her kes bêje ku hebûna cigerxwîn di nav partiya Hmîd derwêþ de bû ji sedemên alîkar ku hiþt Hemîd û partiya xwe li ser piyan rawestin . Ez wisa dibêjim ne ku xwîna Hemîdê Derwêþ bi min tehle ( û ne zehf bi min þirîne jî) .Lê Ji ber ez pênûsa mamosta Konê reþ ji kurdan tevan re dibînim ez naxwazim mêldarî bikeve nivîsên wî de. Ji ber evê yekê ez dixwazim helbesta Cigerxwîn ya dibin navnîþana (ji hevalekî nezan re)( ji dîwana heþtan ) ku nakokiya di navbera wî û Hemîd de dide xwyakirin ji mamosta Konê reþ re bi bîr bînim :
Ho hevalê cwanmêr
Kengî pisîk dibin þêr
Rista te ya pir cwan
Pê xweþ dibin dil û can
Vaye giha destê min
Ew jî wekî ristê min
Têde êrîþ dibî min
Lê nizanî ez kîme ?
Tu guh mede neyara
Asin diþkî bi dara
Dîkên xerzan xwe dan hev
Hê nebûye dema rev
Raste îro dizûrin
Lê hê gelek li dûrin
Millet kiye li cem te ?
Ev çi ware, çi semte?
Li rojnaman binêre
Kî pisîke ,kî þêre?
Evên gernas û rêzan
Dijûn didane Berzan
Li cem minin xêzên te
Nivîsar û rêzên te
Êrîþ dibî ser Hemîd
Çi dixwazî ji Reþîd
Xwe meke wek nezana
Tu tif meke ezmana
Tiþtên pîs û kesnedî
Dibin bela li xwedî
Ji dil bavê gir û kîn
Dibî dostê Cigerxwîn
Di dawî de hêviya min ewe ku Kon konê kurdan tevan be û li ser bihtir ji sitûnekî vegirtî bi mîne .?
=================