Bavê Hozan! Derbasbûyî be
Dîrok: ÇáÓÈÊ 19 íæäíæ 2010
Mijar: Nûçe



  Bi dilekî xemgîn û kovan me bihîst, ku tiliyên penceþerê gîhane tendurista nivîskar û têkoþerê navdar Bilal Hesen ( bavê Hozan )ê ku ev bûye çendsal in li Elmanyayê dimîne, û tevî vê rewþa tenduristî ya dijwar jî dest ji xebata xwe ya wêjeyî bernedaye.
Bilal Hesen ( Bavê Hozan ), piþtî çend mehan ji damezradina Partiya Demoqrata Kurdistana Sûriyê sala 1957ê, derbasî nav refên Partî dibe. Ta sala 1971ê, di van xebata rêxistinî dimîne.


B. Hesen yekemîn kese ku li herêma Çiyayê Kurmênc ( Efrîn ) sala 1960î, agirê Newrozê bilind û gir dike, loma jî bi navê ( Lehengê Newozê ) tê naskirin.
      B.Hesen, yek ji xudiyên ramana derxistina kovara „ Gulistan „, sala 1968ê, li Rojavayî Kurdistanê ye. Ji bilî karê siyasî, B. Hesen bi pênûsa xwe ta roja îro xizmet pirs û çanda kurdî dike.
Pirtûkek wî: ( Pend û peng ) hatiye weþandin, û çend destnivîsên wî li ser zargotina kurdî ji bo çapê amadene, û ferhengek jî li ber dastan e, ji çapê re.
Ya herî giring li gor me, ew e; ku B. Hesen gecîneyek kelepûra kurdî ye, ku sed mixabin nexweþiyê lê zor kiriye, û riya bidawîkirina van xebatan li ber wî teng kiriye. Hêviya me ew e, ku bavê Hozan zora nexweþiyê bibe, û xebata xwe bidomîne.
Bavê Hozan! Berxwe bide, riya me hîna dûr e, û gelek tiþt hîn jî li benda me ne.

Careke din dibêjim, derbasbûyî be.
 


Elî Cefer    - 19. 6. 2010   -  Elmanya







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2170