Strana kurdî
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 18 íæäíæ 2010
Mijar: Nûçe



Ezîz Xemcivîn

Gelî Kurdan!
Kurdên li Bakur, Rojava, Rojhilat... û hem yên ko li cîhanê belav bûne...
Eger hûn bixwazin zimanê kurdî biparêsin, strana kurdî bi zarokên xwe þêrîn bikin.
Strana kurdî, peyameke zindî digihîne hest û dilê mirov, bila hûn ji kartêkirina wê xayiz nebin!


Çendî strana me ketiye ber talankirinê,
çendî zimanê kurdî hatiye piþaftin û çendî þora me qedexe bûye.
Dilaram bin ko hêj ev stran bi heman hêzê maye.
Nehezan nedikarî bigihên koka wê, koka wê ji reseniya zimanê kurdî ye.
Li strana xwe xwedî derkevin.
Toreyeke lêvkî bi hezarên salan, ji dê heta bi dotê û ji bav heta bi pis, li ser zimanan hate guhastin.
Îro roj, di evê serdemê de, bi hemû alavên nûjen û bi viyana miletekî dilsoz,
êdî  ew nema tê windakirin.
18.06.2010








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2169