KOVARA W HEJMARA GULAN-PÛÞPERA 2010 AN DERKET
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 12 ãÇíæ 2010
Mijar: Nûçe



Naverok:
*Ji edîtor / 2 
 *Hevpeyvîn bi Hêmin re - Mehmed UZUN, Mehmûd BAKSÎ / 3
* Nifþê bêjî -II- - Helîm YÛSIV / 9
* Xêz - Ahmet BÎLGE/ 16 
 *Stok - Îsmaîl HACANÎ / 17 
 *Jana kedî û helbesta kuþtî - Hecî NEHSAN / 18 
 *Di helbestê de hestên azadiyê - Kamran Simo HEDILΠ / 19 
 *Sê helbest - Guillaume APOLLÎNAÎRE  / 24


 *Kakil - Dilþêr BÊWAR / 26
 *Þîn - Janbijan AR / 26
* Bavê min tiþtek nekiriye - Kawa Þêxê / 27
* Çîroka kurdî û çîroknûsekî kurd - Îsmaîl DÎNDAR / 31
* Dilopek jiyan - Welat DILKEN / 33
* Rewþa kirmanckîya ewroyêne - Mehmud NÊÞITE / 34
* Nîno vatiþî - Nesrîn NAVDAR / 37
* Roje - Daîmî BÎNGOL / 37
* Kenê miriyan - Qado ÞÊRÎN / 38
* Xewna xwedawendî - Evdê Koçer CANO / 39
* Sema - Þivan AR / 40
 *Tu ji bo çi nakelimî - Robîn ÞERNA / 41
 *Xewnerojkek - Þengul OGUR / 42
 *Kêferata helbestdanê - Hekîm EHMED / 42
 *Civak, kultur, biwêj û nivîskar - Medenî FERHO  / 43
 *Þahid kî ye? - Bextiyar ELÎ / 47

* Dosye - Arjen ARÎ / 55
 *Ji devê Arjen Arî jînenîgariya wî  / 57
* Hevpeyvîn bi Arjen Arî re - Elîxan LORAN / 59
* Derwêþê tekiyeya helbestê Arjen Arî - Berken BEREH / 67
 *Wan rojan, risteyên me - Kawa NEMIR / 73
* Ji bo poetîkaya Arjen Arî çil deqdeqûsk - Lal LALEÞ /74
* Di ‘arî’ya peyvê de ‘arjen’eke h-ar  - Omer DILSOZ /75
 *Di helbestê de simbêlên Arjen - Ferzan ÞÊR / 76
 *Arjenîka - Mihemed RONAHÎ /78


Ji edîtor
Kovarên wêjeyî yên zimanekî, tê heye ku peyveke giran e jî, namûsa wê wêjeyê ne. Ji ber ku kovar li ser tiþtên di tûr de ne kaban diavêje û wêje jî hewl dide ku hûrê xwe yê filitî bêtir bifilitîne, bifeliþîne û bi hûrê xwe yê ku dixwaze bi gorî dilê xwe dagire re kaban diavêje. Çawa ku xwendevan xwe li agirê kovaran digirin, kovar jî xwe li agirê wêjeyê digirin. Agirê ku kovar pêþkêþî xwendevanan dike dibe ku ev qasî hindik be jî, ku jehr be jî xwendevan pê nemirin lê divê ev yek were bîra me ku kovar jî agiran ji wêjeyê didoþe.
Me di pêþgotina hejmara 25’emîn a Kovara Wyê de jî qala “romana me ya ku bûye jînenîgarî, çîroka me ya ku bûye bîranîn û helbesta me ya ku bûye helbeþq” kiribûn. Îcar saet 12’ê þevê ye û em ji hev re rast bibêjin, ji bo ku di romanên me de serleheng axkolog –arkeolog!- be –jînenîgarî û jiyangeriya niha!- ma divê em li hêviya Godot bimînin? Ji bo ku em çîroka xwe bi devê pisîkekê bibêjin ma divê em li albûmên jiyana xwe ya bihurî –bîranîn!- binihêrin û li wêneyê pisîktiyê binihêrin? Ji bo ku em helbestan binivîsin divê eþqeke ciwaniyê –helbeþq!- hebe? Heke mebesta me ji helbestê tenê eþqa jin û mêran a takekesî be, nexwe ya me ne helbest e, hebe hebe mewlûda wî kesî yan jî wê kesê ye!
Ji ber vê yekê jî hejmara rûpelên kovaran, hejmara belavbûn û kirîna kovaran, hejmara muptelayên kovaran, hejmara aboneyên kovaran û hejmara kesên ku kovaran bi tiþtekî nahesibînin, ev hemû grafîkên testa eforê ya wê wêjeyê ne. 
Û li ser rewþa polîtîk em dikarin vê bibêjin; Kurd û serdest di vê hevokê de yek in, hûn me bigirin jî em bi gir in!
Hûn me bigirin jî lê em xwe ji azadiyê venagirin!
Hûn me bixwin jî lê em ji ber we danaxwin!
Wekî her hejmar me xwest em di vê hejmarê de jî dosyeyekê pêþkêþî we xwendevanan bikin. Mijara vê dosyeya me Arjen Arî bû. Berken Bereh, Kawa Nemir, Lal Laleþ, Omer Dilsoz, Ferzan Þêr û Mihemed Ronahî bi nivîsên xwe beþdarî dosyeyê bûn. Dîsa di dosyeyê de hevpeyvîneke bi Arjen Arî û ji devê wî jînenîgariya wî heye. Em dîsa dibêjin ku, dosye nikarin hemû aliyan vebêjin lê dikarin mijara/kesa/kesê qesta wê/wî hatiye kirin, binimîne.
Him ji bo balkiþandinê, him ji bo handanê û him jî ji bo platformeke derbirandinê di hejmara bê de em ê lingên girtiyên azadiyê di ser yên li derve ne bigirin. Ango hejmara bê –Hejmara Tîrmeh û Gelawêja 2010’an- bi tevahî dê ji nivîs û karîkaturên ji girtîgehan, nivîsên li ser pirtûkên girtiyan, rewþa nivîsandinê li girtîgehan pêk be. Kesên li girtîgehan û kesên ku dixwazin li ser berhemên ku li girtîgehan tên nivîsandin binivîsin divê heta 15.06.2010’an (Pûþper) nivîsên xwe biþînin.
Ji ber ku dê hejmara tîrmeh û gelawêjê ya kovarê berhemên ji girtîgehan be, nivîsên ji derveyî vê mijarê dê bimînin ji hejmara rezber û kewçêrê re.
Mizgîniyeke me jî li we dê li Amedê cara pêþin fûara pirtûkan a TUYAP’ê were lidarxistin. Kovara W jî dê li jêr banê Enstîtuya Kurdî ya Amedê li TUYAP’ê be, em ê li standa xwe li benda we bin!
15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji niha ve li we pîroz be. Em ji niha ve vêya dikarin bibêjin ku bi pêþengiya TZPKurdî dê Cejna Zimanê Kurdî mora xwe li meha Gulanê bixe.

Em û gul bi hev re biþkivîn û em û gul va ye li we qesidîn.
Heta kelekela tîrmehê bimînin di xweþiyê de

Enstîtuya Kurdî ya Amedê
Kalem Sk. No: 32 / 4 Huzurevleri
Kayapýnar/DÝYARBAKIR
Tel & Faks: 0 (412) 237 43 16

 kovaraw@yahoo.com
kovarawe@hotmail.com

WEB: www.kovaraw.com
 
Þertên Abonetiyê
Nava Welat, salek: 30 TL
Welatên Dereke, salek: 70 EURO








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2126