Hunermendê Ermenî Brahîm Kêvo, balyozê strana resen e.
Dîrok: ÇáÃÍÏ 02 ãÇíæ 2010
Mijar: Nûçe



  Amadekirina Ezîz Xemcivîn

Hunermendê Ermenî Brahîm Kêvo, balyozê strana Beriya Mêrdînê (Cezîra Sûrî), li cîhana huneriyê nav û deng daye.
Brahîm Kêvo kî û ji kû ye? Bi çend zimanan distirê? Bi çend şêweyan stranê dibilîne?
Gelo kesekî berî an wek Brahîm lawik û heyranok xweş gotine?
Kê lavij strandiye?
Stran û kultûra Êzîdiyan bi çi şêweyî gotiye?
Çima Brahîm Kêvo di nav ragihandina kurdî de mafê xwe ne standiye?
Festîvalên erebî û cîhanî yên ko hunermend Brahîm Kêvo li wana beşdar bûye, kîjan û li kû ne?


Sozeke ne hûnandî, dîtineke ne plankirî, hevaltiyeke kevnenû, dilê me bi hev re rast bû û bi alîkariya birayê min Sîpan, li Navenda Çandeyî min û mamoste Brahîm Kêvo hevûdu dît.
Hunermendê Kurd, Aşûrî, Siryanî, Mêrdînlî (erebî), Êzîdî, Cezîrî, Botanî û Ermenî çi ji evê keskesora nasnameyî ciwantir heye?
Brahîm ji piçûkaniya xwe de lavij, qewl, payizok, lawik stranên kurdî û ermenî bi şîrê paqij û zelal re vexwarine. 
Mala bavê Brahîm Kêvo ji malbatên Ermenî yên ko ji ber stema Turkên xwînmij, ji komkujiyê rizgar bûne. Piştî ko Binxet bûne, li gundê Dugirê – herêma Amûdê – daniştine.
Brahîm sala 1965an li Dugirê ji dayik bûye, û li wir xwendina xwe ya seratayî kuta kiriye. Di dû re diçe bajarê Hesekê, xwendina xwe ya amadeyî û lîseyê kuta dike û lîseyê distîne.
Li bajarê Helebê peymangeha muzîkê xwendiye û niha li bajarê Hesekê mamosteyê muzîkê ye.
Brahîm di hevpeyivîneke xwe de gotiye: “Ji hêla hunerê ve, min hunerî bi şîrê diya xwe re mêtiye. Gava ez piçûk bûm, diya min lavijên olî yên xemgîn û rewaniya Ermenîtiyê yên ko ji niştimana xwe a yekem ko bi xwe re anîne, ez li ser ewan awazan xwedî bûme.
Di heman çaxê de rola diya min di fêrkirina min ji zimanê tirkî re û hem stranên mardînî yên ko bi devokeke erebî yî cuda têne strandin de heye.
Lê weke kesayetiya min a hunerî û hêzkirina wê kesayetiyê, bi xêra seqayên ola êzîdî, çimkî nişteciyên gundê me Êzîdî ne.
Min li nivêj, lavij û nifirînên wan guhdarî dikir. Birayên Êzîdî di seqayên xwe ên olî de dahol û nayê bikar tînin,”ola wan û mûzîk ji hev cuda nabe, ji ber wilo em dibînin amora mûzîkê-tembûr- bi taybetî- li kêleka wêneyê xwediyê her mala Êzîdî daliqandiye”.
Birime dîwana Patşê min î bezbar
li ber sekinî 70 hezar qelendar
hey dê dê dê Êzîdino!
Min wê dîtibû
xweş û şahî,
def û şibab
saz û mixnî
axlar, axlar... tembûr (anko tembûr xemgîn e)
Birme dîwaneke batinê
şalûl û bilbil wê lê dikin xwendinê
eşkî em jî bilbil in, muxliq in ser riwê vê dinê
Hey dê dê dê Êzîdino!
Werine Xwedan, xêr û Xwedan, îman Xwedan
Min wê dîtibû
xweş û şahî,
def û şibab
saz û mixnî
axlar, axlar... tembûr 
Ji wê hingê ve dikarim bibêjim, girêdana min û malbata tembûrê “biziq, ûd, cimbiş” bi hev re çêbû. Herwiha rola bavê min di ewê qonaxê de dest pê kir. Bavê min, rewanê wî yê mirovatiyê ji hezkirina mûzîkê ne dûr bû, di cih de ji min re bizqek kirî.”
Brahîm Kêvo, ne tenê stranan mîna hin hunermendên din pêşkêş dike, lê di nerîna min de peyama hunera Brahîm ji çarçova stranbêjiyê bi gelekî kûr, fireh û mezintir e. Ka em bi hev re li evê lavijê - ya ko ji seqayên ola êzîdî ye - xwendinekê lê bikin.
Çima û bi çi huneriyê, Kêvo ew aniye ziman?
Kêvo di gengeşeyekê de ji min re got: “ Eger Kurdan ev ol û seqayên wê, bi zanîn bêhtir ew biparastina, niha Kurd xwedî Imberatoriyeke mezin bana. Gelo ji evê şaristaniyê hêjatir heye? Berdewam dike û dibêje: Ka li nav kîjan miletî, dastan dibine stran? Em li dastanên kurdî dinerin bi sedan hatine strandin û bi hunereke bêhempa li ser zimanan hatine xwendin...”
Ev (Qewl) stran parçake giring e ji peyama ola êzîdî, roja zayîna Sultan Êzî, ji xewna diya wî dest pê dike. Eger em bala xwe bidine evê mijara giring, û wekîniyekê bi Amîna diya pêximber Muhemed re çaxê avis bû, bê çi xewn didîtin. Naxwazim gelekî pê de herim, lê tiştê bala min dikişîne, digel tevlîheviyên cor bi cor û têvel, hemû ol kopiyên hev in.
Anko a nuh li ser pêmayê ya berî xwe ava dibû.
Min li ser nivêjên ola Zeradeştî, li ser hec, û seqayên din xwendiye, bi giştî di ola misilmantiyê de jî hene û ew berî misilmantiyê bi hezarên salan hebûn!
 
Hê.. hê... hê...
Makê divêt bikit hikayet
Şêr û Xudanê taqet
Sultan Êzî bi çi rengî dahir bû,
li vê dunyayê,
li rûkê vê kinyanê
Maka Sultan Êzî tu deng hiltîne,
îca xewnekê li xwe dibîne,
rabe sibakê bi xewna xwe digazîne
Hoy Şerfedîn e.. Şerfedîn e.. Şerfedîn e...
Şerfedîn e dînê me ye
Tawis melekê me ye
Şêx Adî şêxê me ye
“Şêx û Bekir” şêxê me ye
Şêx Şims şêxê me ye
Şerfedîn e.. Şerfedîn e...
Mala Adiya mala me ye
Şerfedîn e.. Şerfedîn e...
Êzî ola me ye
Şerfedîn e.. Şerfedîn e...
Şerfedîn e, dînê me ye
Şerfedîn e.. Şerfedîn e...
Mamoste Brahîm Kêvo di Cd ya xwe de huneriyeke rengareng (keskesoreke milî, olî) bi guhdarên xwe naskirin daye. Girêdanek e, ko guhdarê Ereb dikare li stranên ermenî, kurdî, aşûrî, mêrdînlî herwiha yê Kurd, yê Ermenî û yê Aşûrî dikarin li stranên hev guhdarî bikin. Ji aliyê olan ve jî, êzdayetî, misilmantî û filekî dinimîne.
 
Ev CD ya Brahîm nameyeke biratî aştî û hezkirina gelan e. Birêz Şerîf Xeznedar birêvebirê Mala Çanda Cîhanî ( Maison des cultures du monde) ya ko cîgehê wê li Parîsê ye, bi taybetiya hunermend Brahîn Kêvo bihîstibû, sala 2007an  ji Fransa hat Hesekê mala Brahîm Kêvo û xwest ji nêzîk ve, wî û hem jî folklorê herêma Cezîra Sûrî binase.  Piştî li Brahîm guhdarî kir, li nalîna Siyamendo, li qewl û lavijên Êzîdiyan, li stranên ermenî û aşûrî guhdarî kir, soz da Brahîm ko ew ê CD ekê jê re tomar bikin.
Mala çanda cîhanî li Parîsê ahengeke mezin ji bo Hunermend Brahîm Kêvo lidar xistin û hem jî CD yek jê re tomar kirin.
Di heman salê de xanima serokê Sûriyê Esma Elesed şande pey Brahîm Kêvo, û bi germî pêşwaziya wî kir. Xanim Esma jê pirsî: Kek Brahîm çima em ji ragihandina derveyî welat bi nav û dengê te dibihîsin? Brahîm bersiva wê da û got: Ez kêfxweş im ko xanima yekem tu guhdanê li huner û geşebîniyê dikî. Ya din ko ez dibêjim, nikarim alekê di destê xwe de bilind bikim û bibêjim ez Brahîm Kêvo yê hunermend im.
Eger ragihandinê ji hin sedeman mafê me li hundir ne daye me, lê li derveyî welat bi dehan li festîvalên cîhanî beşdar bûme. Spas ji bo evê hevdîtinê! Xanim Esma jê dipirse ka ji min re li ser hunera xwe biaxife? Brahîm dibêje gelek roj ji axaftina li ser huner û strana herêma Cezîrê re divên, lê bi kurtî, ez ji herêma “Arartê, Hekarê, Cezîra Botan, Mêrdîn, Zaxo, Alqoş û Qamişlo” distirêm. Tu dizanî li evê herêmê taybetiya hunerê pir heye, rengên strangotinê pir in. Heta bi hezkirinê, derbirîna wê li evê herêmê têvel e! Xanim jê dipirse ma ne wek hezkirina normal e? Brahîm dibêje na, bi gulekê hezkirina me derbirîn nabe! Cureyek ji stranê heye, jê re “ Payizok” dibêjin, ev şêwestran taybetiya wê herêmê ye, ji folklora kurdî ye. “ Du evîndar mîna ko têkevin perestiyê, bi stranî gengeşeya evîndariya xwe dikin, xort jê re dibêje:
“Şeveka nîvê şevê pêde terqînek û xurînek dikeve erdan û heta bi asmana,
le hinek dibêjin Hemdî(Hemza) pêlewan û Rustemê Zal e li binya beriya jorî hevûdu girtine dane ber derbên giran e.
Le hinek dibêjin na weleh Filehê Alqoşê û Xînana, hevûdu girtine hemî şineşinga şûr û dasên wan e.
Hinek dibêjin na weleh talanê Hesen paşa dibûre ser sircê Mûsilê, sekinî ser cadên van siltanan e.
Le ez Evdalê Xwedê digerime şeveka nîvê şevê, Celbûta (yara) min rabûye ser darê lingan e, le hemî xurrîn û murrîna dengê guharan e.” Anko ew hemî deng guharên wê bûn!
Evîndar bi evê saloxê hezkirina xwe derbirîn dike!
Mamoste Hisên Hemdan Alasaf, hevpeyivîneke berfireh digel hunermend Brahîm Kêvo kiriye, yek ji pirsan:
Parêsgeha Hesekê komelek ji gel û olên têvel tê de hene, di çarçoveke aştî û birayetî de dijîn. Hemerengiya hunerê ji kûrahiya pêmayê evê herêmê tê, û tu bi zimanê ermenî, tirkî, kurdî, siryanî û erebî dizanî, ji rindiya xwe re tu karibî ji me re li ser rengîniya stranê wek nimûne (kurdî û aşûrî) û ya erebî (mêrdelî, moleya, peravî, nayila bandora îraqî) biaxifî?
Bersiva Brahîm Kêvo:
Strana kurdî:  Strana kurdî bi strana dastanî, cêwaziya xwe ji stranên din dike. Li wir stranên dastanî yên pir dirêj hene. Bi hûrbîniyeke tekane ji hêla helbestî û awazên xwe ve têne strandin, û coreyên wê jî pir in, wek nimûne yên evînê, mîna dastana “Mem û Zîn”, dastana “Siyamend û Xecê” û coreyê “stranên qehremanên şeran” mîna “Derwêşê Evdî” , stranên dawetan, stranên şîn û xemgîniyê, lavij, qesîde û qewlên olên misilmantî, êzîdayetî û filehî ne.
 

Strana aşûrî: Li bal Aşûriyan strana kevin, danheveke baş ji gotin û awazên wan re heye. Wek nimûne pertûka elxidra, gelek stranên coreyên olî yên dîrokî dinimîne. A pir û cêwaz “rawî” ew jî coreyên wê hene wek nimûne “dîwanî”. Stranên dîlanê jî pir in “ şêxanî, bagiyê û şera.

Strana siryanî: Eger em li ser strana siryanî biaxifin, deryayeke ji stran û awazên siryanî bi taybetî hêla olî, dibistanên strana siryanî a nû û kevin hene. Ji ewan dibistanan dibistana Mar Eframê Siryanî bavrewanê awazên siryanî, yê ko bi hezaran awaz dahênan kirine.
Pertûkeke çar çerm bi navê “mala gaz” danheva awazên siryanî ye,. Hem jî hin awazdanên nû mîna vekolînerê mezin Mamoste Nûrî Skender danerê pertûka “mala gaz” e.
Strana ermenî: Dema Ermenî ji welatê xwe koçber bûne, folklor, pêma, rewişt û dîlanên xwe ên xweşik bi xwe re guhastin. Berî ko bobelata mezin bi ser wan de bê, mûzîkjenên mezin di nav miletê Ermenî de hebûn; wek Tatyos Efendî û Kîyork Efendî, yên ko şopa wan di mûzîka Rojhilatê de baş xuyanî bûye.
Strana erebî: Gelek reng ji strana erebî ya Cezîrê re hene, wek mêrdînî ya kevin û nû gelekî bi ritim, gotin û awazin nazik hatine strandin. Mînak strana “Sebîha” herwiha bi sedan stranên folklorî bi evî zaravayî hatine strandin.
Beşê din ji strana erebî li Cezîrê, ya koçerî(Bedû) ye. Bi hemû şêweyên xwe, gelek ji evan stranan taybetiya erebên Cezîra Sûrî ne,  çimkî gelek ji Ereban di serdemeke xweşî û aramiyê de hatine Cezîra Sûrî, xaniyên nûjen li ser peravên Xabûr û hem li herêma Dêrikê, Tirbe Spiyê û li ser keviya Diclê avakirine. Şêweyekî taybet ji stranê bi bandora strana îraqî afirandine. Mînak strana “ kulilhela” û hindek rengên din mîna “ moleya, siwêhilî, gazinde û nayil” devoka îraqî baş tê de diyar dibe.
Li ser asta stranên Cezîrê, hunermend Brahîm di wê hevpeyivînê de gotiye :  Asta stranan têvel e, gelek faktor bandora xwe li asta stranê dikin. Yek ji wan faktoran, danerên stranê bi giştî dibêjim, anko yên strana “erebî, kurdî, aşûrî û siryanî” pir kêm in. Herwiha lawaziya ragihandinê, bandora xwe lê kiriye.
Ji hêla hunermendên ko strana Cezîrê bi pêş ve birine, strana kurdî “ Seîd Yûsiv û Aramê Dîkran” strana erebî “ Fewzî Bekrî” strana mardînlî” Can Karat” strana aşûrî “ Edwer Mûsa û Yûsiv Îşo” û strana ermenî “ Tîpa Kironk ya stranê li Qamişlo”
 

Festîvalên erebî û cîhanî yên ko Brahîm Kêvo li wana beşdar bûye û xelatên ko wî wergirtine

- Brahîn Kêvo piştî derçûna xwe ya peymengeha mûzîkê demekê di koma mamoste Nûrî Skender de karê huneriyê kiriye.
- Di piraniya festîvalên hundirê Sûriyê de beşdar bûye.
- Xelata çêtirîn mûzîkjenê biziqê, li ser asta xortan sala 1979an wergirtiye.
-  Xelata Ornîna sala 1987an ya pêma wergitiye.
- Xelata Ornîna a zêrîn li ser strana (mesa alxeyr ji gotin û awazên wî ye) sala 1998an li Helebê wergirtiye.
- Di fetîvala mûzîka olî de li Şamê beşdar bûye.
- Rola qehremanê stranbêjiyê di şanoya cîhanî (Perestên Baxos) de li Z T- Holenda beşdar bûye û xelatek ji derhênerê şanoyê Paul Coach standiye.
- Di festîvala Girînde yê cîhanî li Kiwêtê beşdar bûye.
- Di festîvala strana olî de li Spanya-Medrîd- beşdar bûye.
- Gelek aheng li ewropa (Swêd, Holenda, Almanya, Fransa û Spanya) lidar xistine.
- Li festîvala Mala Çanda Cîhanî li Fransa beşdar bûye û xelata rêzgirtinê wergirtiye.
- Karên wî yên mûzîkê di sê CD yan û kasêtekê de tomar bûne.
- Arşîva wî di radyo û televizyona Sûrî û radyo BBC arabic de li Londonê ye.
- Xelata Pastorie Roelofarendsueen Li Holanda 2002an
- Xelata Maison des cultures du monde sala 2007an wergirtiye.
- Niha wê Cd yek wî ji Ozna Brook li Almanya derkeve
Brahîm Kêvo: Hunera bê sînor


Miço Kendeş
www.m-kendes.ch
Di nîvê salên 80an de, Mamosteyê muzikê yê  navdar Nûrî Iskender li bajarê Heleb li Sûrîyê hewildana çêkirina komeke muzikê dikir ku nûnerên civata sûrî bi tevahî tê de beşdar bibin : ereb, kurd, ermenî, siryanî... musilman, xiristiyan… sunî, yezîdî, elewî, katolîk, ertozoks… Ji kurdan Mizgîn Nazlî Xelîl, Asmehan Elî, Mistefa Horo, Mistefa Osê, Ciwan Şêxo û ez bixwe hatne hilbijartin. Hingê, Xenî Mîrzo û Birahîm Kêvo li Instîtuya Mûzîkê ya Helebê bi rêvebiriya Qedrî Dellal û Nûrî Iskender dixwendin. B. Kêvo bixwe ne di nav komê de bû lê, wek pirr rewşenbîr, nivîskar û mûzikvanan, dihat li proveyên me, yên ku li Kilîseya Mar Efram li taxa Siryana Kevin li Helebê çê dibûn, amade dibû. Wek tê bîra min Birahîm xortekî nazik, rûliken, dilfereh, vekirî, xwedî telent û hesttenik bû û ji henekan hez dikir. B. Kêvo bi erebî, kurdî, aşûrî, suriyanî, ermenî, tirkî û nizanim çi distira, wî bi zimanê teyr û tilûran jî distra. Ligel ûda xwe stranên mihelmiyan (zaraveke erebî ye lê gellek gotinên kurdî di nav de hene, ji alîyê muzikê ve bêhtir ber bi kurdî ve diçe) digotin. Tê bîra min me çend konser jî li gel hevdu lidar xistin.
Dostê her miletî û her zimanî, mirovê birast Birahîm Kêvo, bila tu her hebî û xwedê yên wek te û M. Nûrî Iskender zêde bike.
Silaveke ji dil bo Birahîmê nevîyê Apê me yê Gerapêtê Xaço û mamostayê me Aramê Dîkran û spasdarîyeke germ bo kar û xebata Birahîm Kêvo û nivîskar Ezîz Xemcivîn bo ev karê bi berbiçav, balkêş û nerx bilind.
Songs of Jezireh
Maison des cultures du monde (Mala Çanda Cîhanî)

Ibrahim Keivo''s singing illustrate perfectly the wondering multi-ethnicity of the Jezireh. This region of the Syrian Mesopotamia where Arabs, Assyrians, Chaldeans, Kurds, Syriacs and Armenians live side by side and share their songs and music, is one of the great cradles of civilization. Ibrahim Keivo comes from an Armenian family who escaped the genocide. From a very early age he learned to play the lutes of the region: buzuq, saz, baghlama, ‘ûd and jumbush. With his astounding knowledge of languages – he is equally at ease in Botani and Kurmandji Kurdish, Armenian, Assyrian, Turkish and the various Arabic dialects of the region – Ibrahim Keivo travels through the villages of Jezireh to collect a vast repertoire of songs from the elders: lullabies, dance songs, love songs, epic songs, and religious songs that he performs with remarkable attention to the style specific to each of the cultures that produced them.

 

Hunermendê şêwekar yê Ermenî Zareh
Dear Eziz, I hope you are doing great.
Thank you very much for sharing with me the music and songs of Ibrahim Keivo.
I listened and enjoyed his touching voice and music.
I congratulate Ibrahim for his performance.
All the best to you.
Zareh
http://www.artistzareh.com/
Jêderên dosya
Mala çanda cîhanî - Parîs Musiciens des cultures du monde
Malpera Hisên Hemdan Alasaf
Avestakurd







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2117