Tevgera kurdî di navbera bêdengî û xemsariyê de *
Dîrok: ÇáÃËäíä 26 ÃÈÑíá 2010
Mijar: Nûçe



Zagros cizîrî

   Di van çend salên bûrî de û bi taybetî di van salên dawîyê de ,hindek aliyên tevgera kurdî li Sûryayê ,bi hindek bizav û çalakiyên berfireh rabûn bo çalakkirina doza kurdî li rojavayê kurdistanê ,û bi vê çendê tevgera kurdî, bû jimareyek û  yarîkerekî bi hêz di terazûyên siyasî de û serhildana 12 adarê bû fakterê bi hêzbûna pêge milletê kurd û tevgera kurdî , lê eve bêhtir ji salekîye û roj bi roj tevgera kurdî li rojavayî kurdistanê ya di paþgeziyê deye û rewþa  wê ya kambaxtir û lawaz  dibê ,û di çendîn buyer û pêþhatan de ya xuya dibû ku tevger hêþta ne amadeye û nejî di astekî deye ,ku bi rola xweye berê bilehîzê û rabibê


 û birastî bê dengiya tevgera kurdî  di  bûyera  newroza Reqayê de  , ya seyr bû û hindekî  milletê kurd bê omêkir,  ku tevgera kurdî ,ne di astê rûdan û pêþhatan deye û bi yekcarî evê tevgerê bi xemsarî û bê dengiya xwe rûdan û bûyerekî weha giring ji dest da bê bersivdan ûbêhûde ,ku zalbûna rijêmê carek dîtir dubare bû li ser zemînê ,û ev çende ramana hindêye ku rijêm dê bi tawanên mezintir rabê dijî milletê kurd di paþerojê de. Bêdengiya hemû aliyên tevgera siyasiya kurdî ,li hember tawana rijêmê di ahinga Newroza Reqayê de ,bi rastî çendîn wate û ramanên xirab didê ,û ew behaneyên tên gotin ji bal layenên tevgerê dûrin ji rastiyê û nayên pejirandin ji bal Þeqama kurdî ,ew Þaqama çaverê bersivdanek bi hêz hatbe dan ji bal tevgerê li hember dilreqî û çavsoriya rijêmê li ser kuþtina ahingêrên kurd di ahinga Newrozê de , bi taybetê piþtî damezirandina (Encûmena Siyasiya Kurdî ) ji bal nih partiyên kurdî ve, ku hindek ji van partiya  çalak û xudan rolekî karîger bûn ,ku îro endamin   di nav  Encûmena navhatî de ?!!Xemsariya tevgerê li hember pilan û piyadekirinên deselatê ,gehaye radeyekî ku mirov li ser bi goiman bê ,ku tevgera kurdî ,di bin navê,yekrêzî û yekhelwîstiya  tevgera kurdî de , xwe diveþêrê û direvê ji xwest û daparên xebatê ,û bi vê çendê ,hîç rêgir û berhingarîyek nabê li hember tawan û piyadeyên deselata Þamê di derheq milletê kurd de  ,û bi vê çendê hîç qazincek nîne ji pêkanîna hevbendî û encûmenan ,bi tenê eveye ,ku ew hevbendî û encûmen dibin perdeyek tevger xwe di bin de diveþêrê ,ji pêkanîna maf û daparên vê qonaxê , û  bi  fêlbaziyeyek siyasî xwe bê deng bikê di dema pêdivî de ….???  Bi dîtina min ,Encûmena navbirî ,þikest û derneçû di yekemîn taqî û ezmûn de ,bi hêvîme ,ku ev dîtina min nedirist û þaþ bê ,û hêvîdarin di paþerojê de ,tevgera kurdî xwidan deng û bersivdan bê, û weku bavubapêrên me gotî : heger mirov dizbê þevreþ gelekin …

Jêder: rojnama Deng (Rojnameyeke giþtî ye, ji weþanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê) hejmar( 114) – 2010






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2105