Ji bono êrişa li hemberî Ehmed Turk şiroveke cûda.. Êrîşê, Dîktatoriya Olîgarşîk ya Devlet/Bûrokrasiya Tirk û PKK/Ocalan xurt kir
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 16 ÃÈÑíá 2010
Mijar: Nûçe



 Îbrahîm GUÇLU

Di 12-ê Nîsana 2010-an de li Samsunê li hemberî siyasetvan û kevneserokê DTPê Ehmed Turkî êrîşeke nemirovane û nîjadperestî û faşîstî pêk hat. Ev êrîşa li hemberî Ehmed Turkî tepkî û nefreta hemû kurdan qezenç kir û hemû kurd rabûn ser piya. Kesên tirk yên bi wîjdan, demokrat, guhertîxwaz û lîberal jî li hemberî êrîşa Ehmed Turkî reaksîyon û tepkiyeke mezin nîşan dan. Serokwezîr, serokkomar, wezîrê karêndaxilî, berpirsiyarên hikumetê yên bi navûdeng, serokên partiyên siyasî jî reaksîyon û tepkî nîşan dan. Hikumetê ji bona bûyerê lêpirsîn dest pê kir û zeafiyeta ewlekariyê pejirand û du polîs jî, ji wezîfeyê hatin wergirtin.


Min jî, di nivîsa xwe ya Gelawêj-Medyaîronîkê de êrîşa li hemberî Ehmed Turk protesto û şermezar kir, ji bona hevalê xwe derbasî xwest. Ez dîsa ev êrîşa li hemberî Ehmed Turk, bi nefretê şermezar dikim.
Gelo min çima êriş potesto û şermazar kir?
Her kesekî bi armancekê ev êrişa li hemberî Ehmed Turkî, protesto û şermezar kir. Birekî, ji bona berjewendiya xwe ya gurubî, siyasî, şexsî; birekî, ji bona hesabên xwe yên qirêj; birekî ji bona demokratbûn û lîberalbûn û kurddostbûna xwe; birekî, ji bona Ehmed Turkî kurd e, mafên kurdan diparêze; birakeî jî, ji bona ku Ehmed Turkî aşitîxwaz û mafparêz e, êrişa li hemberî wî protesto û şermezar kirin.
Min, ji bona ku Ehmed Turkî, aşitîxwaz, demokrat, mafên kurdan bi qerardarî diparêze êrîşa li hemberî wî protesto nekir. Lewra gorî baweriya min Ehmed Turk, her çiqas ji bona Tirkan aşîtîxwaz be jî, ji bona kurdan ne aşitîxwaz e. Di hemendem de mafparêz jî nîne. Lewra wî li hemberî êrîşên PKKé li ser hêzên Kurdistanê bi tevayî û bi taybetî jî li ser hêzên Başurê Kurdistanê, PKKê  tu wext şermezar nekir. Li cem vê yekê, Ehmed Turk, bi destên PKKê gelek rewşenbîr û siyasetvanên kurd hatine kuştin, li hemberî wan jî deng nekiriye. Ew xiyanet û nemirovaniya PKKê veşartiye. Wek mînak di van salên nêzik de endamê partiya wî Hîkmet Fîdanê Omerî li Diyarbekîrê, berpirsiyarê PKKê ya derveyî welêt Faysal Dumlayıcı li Suleymaniyê bi destê PKKê hatin kuştin, dengê xwe nekir. Dîsa ji bona Mehmed Şener,  Semir û gelek kesên din yên bi destê PKKê hatin kuştin jî, dengê xwe nekir. Dema gundiyên kurd, mamoste, xwendevan jî bi destê PKKê hatin kuştin jî, dengê xwe bilind nekir.
 Ehmet Turk, ji demokrasiyê re jî xwedî dernakeve. Lewra sîstema otorîter ya olîgarşîk ya PKKê taswîp dike û jê re piştgiriyê dike.
Lê min, ji bona ku Ehmed Turk miroveke, mafê wî jî heye ku gorî baweriya xwe siyasetê bike, li hemberî mirovan şiddet tewanek e, ew kurd e û kevnedostekî min e, êrişa li hemberî Ehmed Turkî protesto kir.
Heger li hemberî nîjadperest Bahçelî û Baykal, faşîst Kenan Evren û kesên wek wan jî êrîşek bibe, ez vê yekê taswîp nakim û şermezar dikim. Bes ez ji aliyê hiquq de lêpirsînê û cezakirinê, rewa û mirovî dibînim.
Sedemên êrişê….
Li ser sedemên êrîşa li hemberî Ehmed Turkî, di rojname û televîzyonan de minaqeşe dom dikin. Di çapemeniya kurd de jî ev xebata tê meşandin.
Lê hezar mixabin di vê êrîşê de rastiyên nayên ser zimên hene. Ev helwesta di destpêkê û germiya bûyerê de dikare bê tolare kirin. Lê divê ev rastiyên tehl û ne hissî bên ser zimên
Li Tirkiyeyê çandeke faşîstî û nîjadperestî, dijminîtiyek li hemberî kurdan heye. Ev jî konsepteke dîrokî ye. Girêdayî sîstema siyasî ye û taybetiyên dewletê ne. Loma her kesekî nîjadperest û faşîst, her demê dikare êrîşê kurdekî, elewîyekî, ermeniyekî, musewîyekî, heta kesekî kurddost û demokrat bike. Ev bûyeran jî her demê karaktereke provakatîf qezenç dike.
Ji bona vê mirov dikare êrişa li Samsunê ya li hemberî Ehmed Turkî di vê çarçewe û wateyê de bibîne. Wê demê şiroveya pirsê bi awayekî dibe.
Lê dema ku bê gotin û tespît kirin ku ev bûyera bi plan û program, bi destê hêzekê hatiye amade kirin, wê demê bi wateyek û awayeke din tê şirove kirin.
Gorî nerîna Ehmed Turkî û gelek kesên demokrat jî,  ev êrîşa bi destê hêzekê hatiye amade kirin.
Ew hêzan gorî şertên Tirkiyeyê, dikarin hêzên nîjadperest yên sivîl, nîv-sivîl bin. Ez bi xwe ne di wê baweriyê de me ku ev bûyera bi destên wan hatibe amade kirin. Hêza duyemîn jî, hêza nîjadperest, kemalîst, bûrokratîk û olîgarşîk e. Her çiqas di destê min de, qasî min lêkolîn kir, ji bona vê belgeyên cidî tespît nekiribin jî, gorî baweriya Ehmed Turk û kesên demokrat jî dema ku tê diyar kirin, hêza duyemîn ya dewletê tê dest nîşan kirin.
Gorî baweriya min, ji tespîta hêza organîzekirî zêdetir, ev bûyera xizmetî kê û kîjan hêza dike, pirseke girîngtir e.
Ev bûyera xizmetî diktatoriya olîgarşîk ya devlet/bûrokrasiyê - PKKê Ocalanî dike û wan xurt dike…
Wek tê zanîn Dewleta Tirk, dewleteke otorîter, kolonyalîst, di bin desthilatdariya bûrokrasiya olîgarşîk ya dîktator de ye. Li ser bingeha  yek netewekî neteweya tirk, yek îdeolojiyekê îdeolojiya Kemalîst, yek ol û mezhebekê ola îslamî û mezheba sunî ava bûye. Guhertina vv sîstema dewletê bi deh salan e ku tê xwestin û li hemberî vê sîstemê kurd dehan car in ku tevgerên neteweyî organîze dikin û serî hildidin, ew sîstema dîsa jî li ser piya ma.
Ji bona ku ev sîstema bê guhertin, li Tirkiyeyê demokrasî pêk bê, dewlet bibe dewleta kurdan û tirkan û hemû gelan, tevgera kurd unsureke girîng û tayînkirî ye. Ji bona vê Dewleta Tirk, piştî salên 1970-yî dema ku dît ku nikare neteweya kurd bi siyaseta tirkkirinê û jenosîde, koçberkirinê, bi hepsê û bi cezayan ji holê rake, Tevgara Bakurê Kurdistanê jî, ji bona ku gorî pîvanên navneteweyî pêşve diket, biryar da ku Tevgera Kurdistanê ji hundir de teslîm bigre. Avakirina PKKê encama vê siyasetê ye.
Dewleta Tirk,  piştî 12 îlona 1980-yî jî, li  Kurdistanê hem sîstema xwe ya otorîter û olîgarşîk xurt kir  hem jî bi destê PKKê sîtemeke dîktatorî û olîgarşîk ava kir. Ji derveyî PKKê hemû rêxistin tasfiye kir.
Di vê merheleyê de jî, pêşiya plûralîzebûn û demokratîzebûna Tevgera Kurdistanê bi gelek awayan û riyan hatiye girtin. Dewleta kûr li Kurdistanê li ser ev bingehê jiyana didomîne: Dewleta kûr û Ocalanî bi hev re kar dikin.
Ev êrîşa li hemberî Ehmed Turkî, kurd careke din li derûdora PKKê civand. PKKê xurt kir. Ji bona vê Ocalanî û serokatiya PKKê ji rewşê gelek kêfxweş in. Ew her demê dixwzin ku bûyerên wusa pêk bên: Dewleta kûr û ew, wan bûyeran xweser, an jî bi hev re bûyeran organîze bikin.
Dewleta kûr jî, di vê merheleyê de di tengesiyeke gelek mezin de ye. Nivîyê gel wenda kiriye. Ji bona ku nivîyê din jî, di bin destê xwe de bihêle, divê fanatîzm û îdeoljîzebûna nîjadperestî û kemalîstî xurt bike. Ev êrişa dawî xizmetî ev siyaseta dewleta kûr kir.
(ibrahimguclu21@gmail.com)
Amed, 16. 04. 2010






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2088