Çilrojiya nivîskar û rewþenbîrê kurd Rezo Osê li Hannover pêkhat.
Dîrok: ÇáÃËäíä 12 ÃÈÑíá 2010
Mijar: Nûçe



Di 11.4.2010, bi boneya çilrojiya wexerkirina xwedêjêrazî nivîskar û rewþenbîrê kurd yê qedirgiran Rezoyê Osê bi beþdariya hijmarek ji hezkiriyên peyva kurdî û çanda kurdî ya resen pêkhat.
Heval ên Rezo yên ku bi hev re di kovara PIRSê de kar dikirin, wek erk li ser bîranîn li dar xistin.
Þev bi xuleyek rawestan li ser giyanê xwedêjêrazî Rezo hate rawestandin
Nivîskar Merwan Osman, bi xwendina çend malikan ji helbesta wî ya bi navê  kevoka min, ku trajîdiya komkujiya Helebçe diyar dike, dest pêkir:


Lêkolînvan Heyder Omer, ku bi salan, di gel Rezo, di redakisiyona Pirsê de kar kiriye, gotara xwe ya miþt keser û kovan, ya bi navê „ Min çawa Rezo Osê naskir“ xwend. Rêzdarê navbirî, bal kiþande, li ser sinc û nirx ên nivîskarê nemir Rezo û behsa nasîna cara yekem û axaftina dawî, ya ku bi telefûnê pê re kiribû, dema rehmetî, hatî Europa û dixwest dermanekî ji êþa xwe re peyda bike. Xala balkêþ, ku mamoste Rezo, cih û rêza xwe di dilê her mirovekî de, ku pê re danûstendin kiriye, diçand. Ji bilî ku nivîs û xebat û mendûbûna wî, ku tu caran bîranînek weha nikare mafê wî bidê. Di navberê de, peyva malbata Rezo û malbata xezûranên wî mamoste Samî yê Ehmedê Namî hate xwendin û nivîseka mamoste ya dilþewat û dilkovan di derheqê zavayê wî de Rezo hate xwendin.

Helbestvanê kurd Mahmûd Badilî bo vê bîreweriyê helbesteke xwe ku diyarî giyanê seyda Rezo kiribû, bo komîta amadekar rêkiribû û hate xwendin.

Nivîskarê kurd Newaf Mîro, ji bakurê Kurdistanê, axaftinek kir û helbestek bi navê kevok, ku digel ya seydayê Rezo digunciya bo beþdaran xwend. Name û birûsk ên bi rêka E.mail an jî telefûnê gihabûn koma lidarxistina vê bîranînê hatin xwendin. Mamoste Konê Reþ, nameya xwe bi vê boneyê rêkiribû, hate xwendin. Nivîskar Evdile Koçer di nameya xwe de, behsê seredana xwe berî ku seyda Rezo her ser heqiyê, kir û çawa wê seredanê kartêkirinek li giyanê wî kir û nûçeya wexerkirina wî çi akam li nav dil û giyanê wî hiþt. Nivîskar Edîb Çalkî jî, ku bi sedema êþê nikarîbû beþdar bibe, bi rêka telefûnê xem û pejarên xwe bi vê boneyê diyarkirin, her wisa jî Dr. Zerdeþt Haco, serokê PEN ya kurd, xemgîniya xwe da diyarkirin, ku wî nikarîbû beþdar bibe, bi sedema karê xwe yê ji bo amadekirina mamosteyê kurd li Bonn ê. Lê diyar kir, ku mamoste Rezo netenê endamê PEN ya kurd bû, belê nûnerê wê li rojavayê Kurdistan bû, ji bilî ku hevalekî wî yê nêzîk bû.

Yekîtiya Nivîser ên kurd-tayê Duhokê jî bi vê boneyê mesaja xwe rêkirin û diyarkirin, ku çûna Seydayê Rezo valahiyeke mezin hiþt, lewra jî ew dê roja 12.04.2010 bi vê boneyê, 40 rojiya wî di gel herdû mamosteyên nemir Hafiz Qazî û E.Hekîm Segvan li dar bixin.

Nûnerê Partiya PYD jî, ku di þevê de amade bû, bo komîta amadekar xem û pejareyên xwe ragehandin û daxwaza sersaxiyê bo miletê kurd xwest.

Careke din bi navê malbatê, Dr. Kamîran, ku hevlingê seydayê Rezo ye, behsa nasîna xwe û wî kir û kartêkirina wexerkirina wî li ser wî û malbatê. Biraziyê wî Azad jî axaftinek kir û spasiya hemî beþdaran kir û di pey re, çîroka Kêzxatûn, ya ku seydayê Rezo dabû hev  û ji wan re digot bo beþdaran gêra, bi mebesta ku mamoste Rezo, gelek guhdan bi edeba zarokan dida, bo dibistaneke kurdî li beramberî dibistana dagîrkeran ava bike û hingava yekem ji zarokan dest pê kir.

Di dawiyê de, T.Marînî, helbesta bo wexerkirina mamosteyê xwe Rezo Osê nivîsîbû û diyarî giyanê wî pak kir xwend.
Hêjayê gotinê ye, ku di nav beþdaran de jî, keça birayê seydayê Rezo. Evîn Mihemed amade bû, li rondikan rê neda ku biaxive.

Di dawî de, komîta amadekar ku ji Heyder Omer, Merwan Osman û Tengezarê Marînî pê dihat, spasiyên xwe bo hatin û cefaya hemî beþdaran yên ji dûr û nêzîk hatibûn pêþkêþ kirin û sersaxî ji hemî nivîskar û rewþenbîrên kurd re xwest û bo malabta wî sersaxî û dana sebr û aramê xwest.

 







 




























Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2083