Xwendineke tamzar di pirtûka Qado Þêrîn de
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 07 ÃÈÑíá 2010
Mijar: Nûçe



CanKurd

Yek ji nivîsevanên me yên bi dilvehesîn dinivîse, hêja Qado Þêrîn e, ku hem bi Kurdî û hem bi Erebî jî, zîrek e. Ez nivîsên vî camêrî baþ dinirxînim, ji ber ku ew mirovekî wêrek e, û wekî di paþnavê wî re “Þêrîn” diyar e, ku ji navê dayîka xwe biriye, ew di koka xwe de ji “Þêr” hatiye, ne ji “Þîrîn”iyê.
Di pirtûkxaneya kurdî de –mixabin- pirtûkên rexneyî pir hindik in, lora ku em ji civateke êlparêz, sofî, û axatiyê hatîne, ku rexne têde nedihat kirin, ne bi terzekî siyasî, ne olî û ne jî wêjevanî.


Rexnekirina mezinan, deselatdaran, bav û diyan, û her kesekî ku gopalekî mezin di destan de hebû, qirka mirov dibir ber kêndirê, ew dihate riswakirin û bersûckirin, wekî hêþtirê gurrî bûye, ji nav êlê an ji nav civata olî dihate derkirin, an jî bi tenê hêþtin. Ev bermayê çandeyî û kelepora “devgirtinê”, û “devmisdanê”, me bi xwe re hilgirt, weku di ”Gênom”ê me de hatiye çandin, nema ji nav xûn û rehên me derdikeve, me bi xwe re aniye Ewrûpa jî, û ew ketiyê hinder mejiyê me yê siyasî jî. Rexnevan li ba me bûye “Zindîq”, bûye “Gawir” ê ku pêwîste em xwe jê biparizin…

Qado Þêrîn rexnevanekî xudan huner e, li têlên tev zirav dixîne, ku hinava civaka me ya kufikî, tevlihevbûyî, jihevketî, û deselatiya me ya siyasî, ya ku hîn negihaye pileya dewletî, dilerizîne…Çi di gotarên xwe yên siyasî de û çi di berhemên xwe yên çêrokî de…

Li vir pêwîste em bînin zimên, ku di Kurdî de „Çêrok“ û “Çêrçêrok” hene, ne “Çîrok” û “Çîrçîrok”. Ji ber ku koka peyvê di “Çêrêkirinê” de ye, bi wateye “li ser hewaldan”, ne ji “Çîr” hatiye, ku bi wateya dengê derî an tiþtekî dî ye, û gava em dengekî wilo dibihîsin, em dibêjin: “Derî kire çîreçîr”, lê gava yek tiþtekî li ser kesekî dî bo me hewal dide, em dibêjin:” Çêra wî kiriye.”…Li hinek derên Kurdistanê “Çêrêkirin” bi wateya “Axiftina nebaþ” e, lê herweha jî, ev nêztire ji “Çîr û çîreçîrê”…

Serok û Merok, ku çapa wê ya yekê, di sala 2009 de, ji aliyê saziya çandeyî SEMA ve, di bin jimara 31ê de derketiye, gaveke wêrek e di rexnevaniya kurdî de, ku bi tersê çêrokî gelek mijarên me yên civakî, siyasî û wêjevanî hatîne lêvkirin, nivîsandin û belavkirin…Hema bi geltebazî “Suxriye”, ku li ba nivîskarê me yê giranbiha her hezkirî ye.

Serok û Merok, ku tenê 120 rûpelin, teviya koçberekê ji jiyana nivîskarê me yê geltebaz tîne zimên, ku têde þagird bi þimik û þekalan diçûne zanîngehê, û tevî ku dayîk û bavên wan hejar bûn, lê dîsa jî ji vexwarina meyê nediman, da rewþa xwe ji bîr bikin. Di nav wan de hinekan dilên xwe bi hîviya ku rojekê bibine xanedan an serok dadigrtin, ji wan hebûn, ku tew carekê jî di jiyana xwe de govdeyên jinan nedîtibûn, û ji wan jî hebûn derpî û binkirasên jinan di axur û kadînan de dikiþandin seriyên xwe.

Di vê pirtûkê de, ku serok wekî gokvanên werziþê têne kirrîn an kirêkirin, nivîskarê me yê hêja tinaziyan bi ramiyariya tevgerên me yên kurdî dike, ewên ku nikanin ji siya serokên xwe derkevin, li pey wan wekî çêlçûkên mirîþkan dibezin, ewên tew bi sernakevin, nezanin û gava di komcivînekê de bi hev diçin, teviya tevgera xwe parçe-parçe dikin, ew diþehitin û gelê me jî bi xwe re diþehitînin.

Bêguman hinek kêmaniyên piçûk ên zimanî, nivîsandinî û ji aliyê çap û dîmenê ve di pirtûkê de hene, hema bê guman Qado Þêrîn bi hevîrê Kurmanciya Kurdistana navendî hatiye histiran, û wekî dixuye, wî hîn di zarotiyê de pir ji zimanê xwe yê zikmakî hezkiribû, û piþt re bi dilxweþî pê nivîsî bû.

Dostê me yê nêz û hêja, karîkaturvan Inayet Dîko jî, li gorî mijarên rengareng ên pirtûkê karîkaturekî gelek xweþik bo bergê pêþîn ê pirtûkê çêkiriye, ku Kurdekî qelew û simbêlboz li piþta yekî hejar suwar bûye û dibêjêyê:“De bimeþe hevalo, bimeþ. Rizgarkirina welat hîn dûr e…!”

Wekî min xwend û dît, “Serok û Merok” hêjayê xwendina we ye jî…


20 Avdar 2010







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2079