Careke din Newroz bi xwînê tête avdan *
Dîrok: ÇáÃËäíä 05 ÃÈÑíá 2010
Mijar: Nûçe



  Ismaîl Hemê

Komkujiya bi destê hêzên sayiþê di Newrozê de li dijî millet me li parêzgeha Reqa çêbûye, û di encamê de du xort þehîd ketine û bi dehan birîndar bûne, ne bûyerek awarte ye di dîroka pêvajoya tund û tîjiya rêjîma Be`is de. ev ne cara yekemîne ku þahiyên newrozê bi xwîna xortên kurd rengîn dibe, û tewankarî bê lê pirsîn û lêkolîn derbas dibe, û raya cîhanî ya giþtî li hember wê tewan kariyê ker û lal dimîne.


Diyare ku rêjîma Be`is û hêzên esayiþa wê di bin bandora mjî û ramanên regezperest û nîcadperest de nikare rojekê tenê tehmûl bike ku milletê me bi kêf û þahî bijî, yan eþkere hestê xwe yê netewî bîne ziman, û nikare qebûl bike ku bi sed hezaran millet li hemî deverên kurdî û deverên ku kurd lê dijîn li ahengên newrozê beþdar dibin. Ji ber ew tê dighêje ku vejîn kirina vê cejnê bi vî awayê bi hêz û mezin nameyeke gelêriye û bersivdane ji siyaseta rigezperest û þovene re, ya ku ew di derbarê milletê kurde dimeþîne.  wateya wê nameyê ewe ku tucar ewê nikaribe îradeya milletê kurd bi þkîne û berxwedan û kêferata wî ji bo, pêkanîna wekheiyê û hemî  mafên wî yên netewî ku ew jê bê par maye, rawestîne. Lewra ew çiqas caran karibe ewê bi gulle baranê û kuþtinê pêþwaziya newrozê û milletê kurd bike.
Newroz ne bi ciwamêriya desthilata Ba-is hatiye serbestkirin, lê belê bixwîn û xebat û berxwedanê hatuye qezenc kirin, ew berhemê fedekariyê ye, û kulîka xwîna þehîd Silêman Adê ye û berxwedana ku li Þamê û kurdaxê di newroza sala 1986 an de hatibû kirin.
ji bo vê rasteqînê jî, gerek em tucar bawer nekin ku desthilatek wek vê desthilatê wê bikaribe xwe bughere yan rojekê ji rojan li ser pirsgirêka kurd raweste û li awayên çareseriyê jêre bigere, ji ber ta vê redeye ev desthilat xwe dide nîþan wek yek ji rêjîmên totalîtar û regezperest yên kevnar û hemta ku di cîhanê de mane, û ji me re dibêje "ku ta ez hebin divêt hûn bi vejîn kirina tu newroz û sersala þanabin û tu mafên netewî ji were wê nabin û cihê we û rengên kesk û sor û sipî û zer di vî welatî de nîne, ev welat yê netewa erebe û yên nerazî be bera barke û here ji xwere li welatekî dîtir bigere".
Hin kesan ji me di xewin û xeyalên xwe de hêvî dkirin ku belkî îsal newroz bi rengkî fermî bi xweþî û aramî derbas be, û dixwestin ku berpirsiyarên desthilatê bi millet kurd re li ahingên Newrozê beþdar bibin û pîrozbahiyê biþînin, nemaze piþtî ku roja newrozê bûye rojek cîhanî li gor biryara komela giþtî ya netewên yekbûyî, lê diyare ku rêjîma Be-is dûrî van hêviyaye çimkî ew li dervey dîrokê dijî û xwe nabîne wek nûner di rêza nûnerên civata navdewletî de, û ji bo wilo jî bi nameyên xwînê newrozê dorpêç dike.
Em tu gazinda ji rêjîmê nakin ji ber helwesta wê ya dijminatiyê li beramberî milletê kurd eþkereye û rojane tête bikaranîn, lê gazindên me ji civaka navdewletî û raya cîhanê ya giþtî re heye ku çawa dimînin bê deng û lal li beramberî vê zilm û zordariya. Em dipirsin gelo wê ta kengê li vê ne heqiyê temaþe bikin û wê ta kengî bimîne dîlê bercewendiyên aboriye bi rêjîma Sûrî re,û silogan û pirînsipilên mafên mirovan binpê bikin ji bo parastina van bercewendiyan ..??!! ma gello  siloganên parastina mafên mirovan û dîmuqrasiyê namînin  vir û  derew demê ku berjewendiyên aborî li mazatê bin..yan pîvanên me ji mafê mirovan û dîmukrasiyê re þaþin û em bi wateya wê ya durist tê negihiþtine …??!!

* Sernivîsa belavoka YEKÎTÎ..  Belavokeke mehane ye, komîteya navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûrî dertîne, Hejmar /22/ Avdar 2010 Z /2622 K






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2075