Rastiya çi Xemgînê Remo ?
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 24 ãÇÑÓ 2010
Mijar: Nûçe



Arþev Oskan

Berî çend rojan nameyek ji Xemgînê Remo ji malpera Avestakurd re hat, ku tê de nameyek nivîsiye û ew name gazin ji min kiriye ku çima min navê wî bibîr naniye, li gel ku ew nivîs dûrî piransîbên nivîsandina gotarê bû. Min texmîn kir ku ew name tenê wek gazinekê ye, lê dîsa min xwest derfetê bibînim, da ku nameyê jêre binivîsim yan jî telefonê jêre vekim û hin xalên ku ew tênegihiþtiye zelal bikim. Min dît ku qaþo ”hevalê min” ew name wek nivîs di malpera Welatê Me de hatiye weþandin. Ez bêçar mam ku lê vegerînim û hin rastiyan zelal bikim.


 Lê xem nake dîsa ez ê bi kurtasî lê vegerînim, bêyî ku ez wî birîn bikim û ji þêweyê edeba nivîsê derkevim. Belkî pêdiviya lêvegera li wî ne giring bû, ji ber ku hemû kesên bi nivîsandina kurdî mijûl û agehdar in, bi çîroka govara Zevî dizanin. Di vî derbarî de min rapor û çîroka derçûn û damezirandina govarê Zevî di sala 2007an de, di hin malperan de weþandibû. Tê de keda herkesî nehatiye wendakirin, min hesabê van tiþtan kiribûn ku yek rabe û piþtî mirina min çîrokan derxînin, tevî ku keda Xemgîn di hijmara yekem de jî tune bû. Ne ji aliyê diravî û ne jî ji aliyê karên li ser komputeran de, lê dîsa min navê wî bibîr anîbû wek hevalkî ku di destpêkê de me bi hev re biryar dabû. Hin çîrokên din jî hene ku pêdivî hebe mirov kare wan jî destnîþan bike, lê ji bo ku ne ew û ne jî Isayê pismamê min yê ku telefonî wî kiriye bên êþandin niha ne giring e. gerek mirov tasa xwe ya vala li ya hevalê xwe yî tije nexe.
Gotina Xemgîn rast e, a ku dibêje mirov xwe neke xwediyê keda hevalê xwe, lê ew va xwe dike hevparê min yê 10 hijmaran û navê wî tenê wek nav di hijmara yekem de hebû. Birayê delal te xwe bi vê weþandina nivîsa xwe ya tije þaþiyên rastnivîsînê pir êþand, ji ber ku kesî nizanîbû ka heta çi radeyê te beþdarî di hijmara yekem de kiribû. Ew jî ne ked û ne jî pere bûn. Di vê babetê de Mihemedê Seyid Husên ji min re got; navê min ji komîtê derxe ji ber ku ez bi pereyan beþdar nabim û nikarim li ser PC an jî bixebitim, ûjdanê min diêþe, lê min nepejirand û min navê wî ji komîtê hata roja dawî dernexist. Xemgîn ew herdu jî nekirin û niha jî dixwaze xwe bike xwedanê keda min û govarê:
Fermo li nivîsa min ya berî sê salan binêrin ka min keda wî wenda kiriye an min ew bilind kiriye. Lê bibûre Xemgên nikarim li herderê navê te li rex navê xwe binivîsim, ji ber ku her mijar û taybetiya wê heye. Min di koþeya xwe de qala biryara xwe kiriye ne ya te. Dema ku hin pirsa te ji min bikin ezê bêjim ka te çi kiriye û va min got jî.

24.03.2010   


http://www.pen-kurd.org/kurdi/arsheve-oskan/10e-sebate-rojbuyina-zevi.html

http://www.pen-kurd.org/kurdi/arsheve-oskan/10e-sebate-rojbuyina-zevi-2.html

http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=500

http://www.tirej.net/index224Xelat-pirozbe.htm

http://www.efrin.net/efrin03/zevi/index.htm

http://www.amude.net/kurdi/nuce-seminar-zevi.html

http://www.rizgari.com/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=1144







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2060