Agir jî ne ew agir e
Dîrok: ÇáÃÍÏ 21 ãÇÑÓ 2010
Mijar: Nûçe



Tengezarê Marînî

Li biyanistanê agir sar e, sar
Agir li rondikên xwe mukur tê û hêdî hêdî tîrêjên xwe bi xemgînî li ser dêmên zarokên li vir çûbûyî, ku wateya vî agir î nizanin  radixe. Silaveke ji þevên tazî berê xwe dide wan derbederên miþt bîrkirin û henaseke ji rengê qedexe berbi dilê me ve tê. Tenê li teniþtê çar dilên ji ayatên melayan rizgar bûbûn, hizrên xwe bi keser avêtên sinorê rojavayê dil.
Dr. Amîr, keservedanek li ber wî agirî vehûna. Vodkaya welatên sar nikarîbûn hezkirin û bêrîkirina wî ji Sine re binax bikin.


Newroz e, agir sar e, sar û þeva newrozê, ji dengê xwe hezkir. Me jî hezkir, welatê me azad û serfiraz bibe. Me jî hez kir, ku li Kolanên Tirbespî, Qamiþlo, Efrîn û kobanê, Dêrka Hemkê û çilaxa dengê kenê me, wêneyê girnijîna me xwe ji xerîbiyê azad bike. Me hez dikir
Me hêvî dikir. Bi hêviyan kesek girê nade baqê keziyan.

Ji nav dilê van kovanên di kolanên Langenhagen ê de, li teniþta Hannover, malbatên Kurdistanî ji baþûrî rojavayê dil, ji bakurê dil û rojhilata dil li ber agirekî sar gihane hev, li ber perava çemekî, tîrêjên zîvînî reþandin û rondikên xwe li ber agir nivandin. Agir sar bû, govend sar bû, stran sar bû.  Lê dilê me bi omîdê dihate gerimkirin û soza agirî bi me re bi hêviya vegereke azad û serbilind bi rengê sor ji jor ve, kesk ji jêr ve, spî li navê bi rojeke ji bîst û yek tîrêjê ronî dide.

Newroz e, newroz
Li kurdan pîroz
Cih û demên dûr
Ji bîr nebirin doz
Ruh û dil pêk ve
Dane xakê soz
Dê çin wî bînin
Siwarê hespê boz.

20.03.2010/ 2710 kurdî



























Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2053