Konê Reş Li Gel Rezoyê Osê Di Civata Pirs Û Bersivan De (Xeleka: 1)
Dîrok: ÇáÓÈÊ 20 ãÇÑÓ 2010
Mijar: Nûçe



Hevpeyvînek di gel nivîskarê Kurd Rezoyê Osê
Pêşkêşkirin û hevpeyvîn: Konê Reş

   Di civatek taybet de, ji nav derd û kulên ziman û rewşenbîriya Kurd a resen, ji qunaxa kultura xwenasînê min ev dîdara taybet ji berî 8 salan ve bi mamosteyê gorbihişt Rezoyê Osê re kiribû. Îro bi helkefta oxirkirina wî û wek wefadarî ji pênûsa wî re, hem jî giringiya naveroka pirs û bersivan û têkiliyên rehmetî yên berfireh bi çanda kurdî re, kêfxweş dibim ku careke din vê dîdarê belav bikim û dilê xwendevanên zimanê Kurd pê xweş û geş bikim. Bi omîda ku bersivên wî wek gul û kulîlkên rengîn li ser gora wî bipişkivin. Û her wiha ala dostanî û wefadariyê, ber bi ba bibe û bilind bilîze..


   Hejaye gotinê ku, ev dîdar cara yekemîn bi Kurd, tîpên erebî, di kovara Havîbûn de, hejmara 14 an, sala 2003 li Berlîn belav bûye.
Dîdar ji du xelekan pêk tê, her xelekek ji çar benda ye.
Fermo deqê dîdarê, xeleka yekemîn, wek ku di kovara Havîbûn de belav bûye:

Hevpeyvînek di gel nivîskarê Kurd Rezoyê Osê 
Pêşkêşkirin û hevpeyvîn: Konê Reş




   Bêgoman, em Kurdên Binxetê, bingehê rewşenbîriya me ya nûjen, vedigere kovara Hawarê(1932-1943), ango, bi kovar û rojnameyên Bedirxaniyan, pêmayekî nû ji me re hate danîn û li ser pêvajoya wî pêmayî kesatiya me hatiye avakirin.
   Di vê pêvajoyê de, gelek nivîskar û hozanvan di hola rewşenbîriya Kurdî de hatine der û navê wan hatiye çespandin, ew jî, bi hunera pênûs û xamê û berdewamiya nivîsandinê.. Di vê mijarê de ez navê birêz Rezoyê Osê ji navên sereke dibînim.
   Erê, tevî ku Rezoyê Osê di karê xwe de endizyar e, belê ew di warê ziman û rewşenbîriya Kurdî ya giştî de jî endizyarekî çeleng û aktîv e. Wî, xwe gelekî di ber ziman û toreya Kurdî de westandiye.
   Li ser daxwaza redakisyona kovara bedew û qeşeng "Havîbûn" birêz Salimê Casim û Mihsinê Osman yên ku di roja 23/09/2002 an de, di Qamişlo re derbasî Kurdistanê bûn û ew çax û dem bi wan re nebû ku weha guftûgo pê re li dar xin, lewra li ser daxwaza wan, min ev kar hilgirt ser milê xwe û ev hevpeyvîn bi birêz Rezoyê Osê re li dar xist.
   Belê, da ku xwendevan bêtir serwextî kar û barê wî bin, ev e kurtiyek ji jînenîgariya wî, berî em derbasî pirs û bersivan bibin:
    Navê wî Ebdulrezaqê Eliyê Îsayê Osê ye. Roja 10.10.1950  li  gundê Dekşûrî /Cizîrê - parêzgeha Hisiça, herêma Qamişlo / hatiye jiyanê. Xwendina xwe, ya seretayî li gundê Tenûrî, gundê sînordaşê Dekşûrî kuta kiriye. Ya navendî û lîse jî li bajarê Qamişlo bi dest xistine. Bi navên: Aro, Rezo, Stêr, Azad, Pirs, Ebdulrezaq Osê û Rezoy Osê di gelek kovar û rojnaman de nivîsiye, wilo jî di malperan de, ji  wan: Stêr,  Armanc, Dugir, Pirs, Metîn, Dengê Azadî, Zanîn..   Ji havîna sala  1970  de dest bi nivîsandinê kiriye. Gelek gotar  û lêkolîn  belav  kirine. Wilo jî, helbest, kevneşop  û nûjen nivîsiye.. Şano di kovaran de belav kirine, folklor daye hev û belav kiriye, kurteçîrok nivîsîne, çîrokên zarokan dane hev û pênc pirtûk bi navê: Dîk-Dîko, Libhinarê, Bavê Hepûn, Şengê û Pengê, Finda Şemal çap kirine. Wî bi Kurdî nivîsîne û Dr. M. Nejarî guhertine zimanê Erebî û bi hev re di bin navê danehev û pêşkêşkirina herdu navan hatine çapkirin.
- Du Dîwan; Du Dîwanên wî amade ne ji çapê re, yek bi rengê kilasîk e a din bi rengê xilmaşiye ango serbest e.
- Uzunname; Rexne ye ji ser romana Mihemed Uzun a bi navê Tu.
- Rexne li ser Rexnê; li dor pirtûkekê ye, hêj belav nebûye.
- Nêzî limêjê nebin; nirixandine di berhemên Helîm yûsiv de.
- Wergêrê helbestê; li ser dîwanek helbestên Kemal Burkayî ye, ango huşmendiya tirkî di helbestên wî de, hêj belav nebûye.
- Tûjik; komek gotarên rexneyî ne, ku li ser bingehê çîrok û çîvanokên folklorî hatiye ava kirin..
- Nûbihara Biçûkan; projeyê pirtûkekê ye.
- Kevoka min;
- Pezkovî; li ser wêraniya cejna qurbanê a Hewlêrê ye.
- Palo Rab..!
Hem jî mamoste Rezoyê Osê, bi erebî hin nivîs belav kirine. Yekemîn car, di sala 1972 an de berhemek xwe bi navê Newroz di kovara Şoreşgêr de li Berlîn weşandiye.
جدير بالذكر بأن الأستاذ رزو اوسي كتب بالعربية ايضاً،  وقصيدته الأولى ( نوروز) نشرت في مجلة (شورشكير) بالمانيا عام 1972، ثم تلاها بقصيدة (أحبتي)، موجهاً كلامه لابنائه كي لا يخافوا عليه من الأستدعاءات الأمنية... كما وله ومشروع كتاب (ثقافة الطفل في الموروث الكوردي).. وسبق له ان ترجم من الألمانية والروسية والعربية الى الكوردية..    

1- 1972 - 1974 Endamê  komîta berpirsiyariya kovara "Şoreşgêr", ko li bajarê Berlîna Rojava derdiçû, maye.
2 - Di van salan de jî bûye endamê komîta çapderîn, ko sê pirtûk  li  Berlîna Rojava çap kirin; Dîwana S. Hêzanî bi Kurd, Helperkên Kurdî yên folklorî bi zimanê Elmanî, Miletek berxwedanê di ber hebûna xwe de dike bi zimanê Elmanî.
3 - 1977 Kursên fêrbûna zimanê Kurdî li bajarê Mosko, ji grûpek xortên Kurd, yên zanîngehê re vekiriye.
4 - 1977 Bûye endamê komcivîna damezrandina "Hevbenda Kawa  bo  wêjeya  Kurdî". Dameznerên vê hevbendê: Bavê Nazê; Dr. M. E. Najarî, Dr. S. Mulla û Rezoyê Osê bûn, ko li Mosko pêk hat.
   Vê hevbendê gelek pirtûk bi zimanê Erebî, çi wergerandin, çi jî afirandin dane weşandin.    
5 -  1978 – 1980 Bûye  endamê  " komîta  amadekar " bo pêkanîna yekbûna komeleyên xwendevanên  Kurd li Ewropa, ko di bin çavnihêriya mamoste Ezîz Mihemed de kar dikir.
6 – 1980 –1981 Berpirsiyariya belavoka "Ronakbîr",li Sûriya kiriye.
7 – 1982 –1984 Bi Bilûrvan re serkêşiya fêrbûna "Kursên zimanê Kurdî" li Cizîrê kiriye, ji Dêrika Hemko ta bi Serê Kaniyê.
8 – 1983 –1993 Berpirsiyariya kovara "Stêr", bi Bilûrvan re, weku damezrêner, paşê  bi  Dilovan û hin rewşenbîrên din re kiriye.
9 -  1993  - Endamê  komîta  berpirsiyar  e  di kovara "Pirs" de.
10 – 2002 -..Endam û yek ji damezrênerên "Komîta xelata Cegerxwîn" e.
11 -  2003  -  Bûye endamê komîta şêwirdarên kovara"Pêl" ko li
Elmaniya der tê. Vê salê jî bûye endamê "PEN" a Kurd.
12 -  2003 – Vexwendî çalakiyên sedsaliya Cegerxwîn, li Amedê û Izmîrê bûye. Li wir " Xwendinek di berhemên Cegerxwîn de" pêşkêş kiriye.
13 - 2004 – Endam û çalakdarê komcivîna duwemîn ya "Rojên wêjeyê li Amedê" bûye û beşdarî kiriye.
14 - 2005 – Endamê konferansa PENa Kurd û PENa Tirk bû, ko di bin çavdêriya PENa Navnetewî û UNESCO de li Amedê pêk hat.
15 – 2005 – Vexwendiyê festîvala rewşenbîrî ya yekemîn li  Duhokê  bû, da lîkolînekê  li  ser  "hevoksaziya Kurdî". pêşkêş bike. Lê ji ber sedemên rewşa navwelatî, di navbera Sûriya û Îraqê de, nikarîbû amade bibe, tenha lêkolîna xwe rê kir.
16 - 2006 – Endam û çalakdarê festîvala rewşenbîrî ya duhemîn li Duhokê bû.
17 -  2008 - Endam û çalakdarê festîvala Cegerxwîn li Hewlêrê bû.
18 -  2008 - wergêrê xelata yekemîn ya fablê li Wanê bû.

Kon:  Mamoste Rezo, hûn di nav rewşenbîrên Kurdên Binxetê de navekî diyar in. Gelo, diyarbûna vî navî hûn bi çi ve girê didin?
Rezo: Seyda, ev pirseke berfereh e. Ez behwer im dîmenên jiyana min, bi dîmenên jiyana her kurdewarekî re, hevpar in. Ango, ez dikarim xwe weku nimûnekê berçav bikim, ku her rewşenbîrekî Kurd, yan jî her kurdeware dibe kopiyek ji vê nimûneyê. Lê taybetiya kesane û mercên navnasiyê ne hevbeş in.
   Wilo, ez her rewşenbîrekî Kurd, di nava xwe de, ji xwe çalaktir û hêjatir dibînim. Lê, mercên ku min qezenca xwe ji wan kir, berdestî herkesî ne bû ne. Bi kurtî, rewşenbîriya Kurdî ji hêka kurdewariyê derdikeve. Ev hêk jî pêwîst e bi gonê netewî pîroz bû be.
   Eger rewşenbîrê Kurd vê yekê di nava xwe de ne pelîne, ew hêk dixeyise û bê can dimîne. Hinga rewşenbîrî zir û arzan berçav dibe û bi durvên reşbînî û bêhêvîtiyê tê pêçan. Lê, dema mirov vê yekê, di nava xwe de, dipelîne, xwe neçarî kar û xebatê dibîne, ku bi şêweyê çalakiyên rojane têne pelandin û berçavkirin. Wilo, mirov lingê xwe tavêje ser pêpelûka pêşî ji nêrdewana rewşenbîriyeke rast û durust. Ew rewşenbîriya mafnas û mirovane. Piştre dimîne, ku mirov xwe gav bi gav bide pêş û lerizîna li pey her gavekê ji xwe re neke bar, da bê tirs berdewamiya xwefêrkirin û danê bike.

- 2 -
Kon: Mamoste..
Rezo: Libê..
Kon: Libê şêrîn!. Ez dixwazim axaftina we, bi şekir, bibirim....
Rezo: Fermo..
Kon: We, bi vê helkeftinê, ez neçar kirim, ku ji forma pirsên klasîkî derkevim û vê hevpeyvînê bi şêweyekî guftûgoyê bi we re bibim serî..
Rezo: Weke hûn dibînin, seyda !.
Kon: Çima û çawa hûn rewşenbîriya xwe bi hestên netewî ve girê didin ?.
Rezo: Belê, dema hestê netewî li ba mirovê Kurd şiyar dibe, pêre pêre gur jî dibe. Li gora gurbûna hestê netewî rê li ber mirov vedibin. Hinga ew mirov xwe neçarî xebatê dibîne. Rê û şivîlekên xebatê jî pir in. Ji wan kar û barên rewşenbîrî ne. Hinga, mirov dikeve ber pêr û mêzînê, gelo çawa rewşenbîriya xwe tîmar bike!. Eger, xwe mafnas bibîne, xebata xwe gorî mirovaniyê, bê mêldarî, dike. Lê, pêşî ji xwe, mala xwe, civaka xwe û gelê xwe dest pê dike. Ev hest, ne bi bazarê, ne jî bi kirîn û firotinê dibe milkê mirov. Dêmek, li ba min, pêşî hestê netewî serê xwe rakir. Vî hestî berê min da ser rê, bê ku ez tê de desthilat bim,yan jî pilandar bim. Dibe jî, ku ev hest çîkekê di nava mirov de pêxe, lê zû vemire. Ji bexteweriya min, çîka min ma vêketî û bi demê re ne daxemirî.
Kon: Şaxên rewşenbîriyê, li ba we, serê xwe bi vî rengî rakirine. Lê, gelo dibe mirov rewşenbîriyê bi hestên netewî ve girê bide?.Ji ber her Kurd hest dike ku Kurd eEv hest li ba herkesî heye. Êdî, rola vî hestî li ser rewşenbîriyê çi ye?.
Rezo: Belê, seyda!. Tu Kurd bî tiştek e. Lê tu bi erkên kurdewariya xwe rabî tiştekî din e. Ango, mirov tenha Kurd be, bes nake. Lê, wilo jî divê mirov di ber kurdewariya xwe de bizavker be, bê ku di hin movikên karê xwe de ziyandar be. Ew bizava di ber mafên mirovayetî û netewî de bikeve ciwa rast de û hêlemiştê li ber xwe bibe, lê ne avêje ser dêmên bêgunehan.Ango, rewşenbîriya resen bizavê di ber mirovaniyeke bêguneh de dike, ne berê xwe dide ziyan û wêraniyan.
Kon: Mamoste, hûn napelînin, ku bi van gotinên: hestê netewî, kurdewarî, kar, xebat û y.d. ji erkên rewşenbîrî dûr dikevin û berê xwe didine têla nijadperestiyeke rût?.
Rezo: Na, seyda!. Bibêje, çima?. Belê, ji ber erkên rewşenbîriyê diyar in û sînorkirî ne. Eger mirov, ji dil, pêşeng be, ji dil rewşenbîr be, gerek e mirov ne tenha erkên xwe binase, lê bizav û dozên xwe jî binerxîne. Ango, pêwîst e sînorên rewşenbîriya mirov diyar bin, hişê mirov zelal be û gêra xebatê jî xwiya be. Eger mirov di nav tûmanbîniyê de kêferatê bike, rewşenbîrî xwe li mirov naxwe. Belê, dema mirov, bi zelalî, xebatê di ber mafê gelê xwe de bike û ziyanê negihîne mafê kesekî din, dema mirov berjewendiyên gelê xwe bi cih bîne û berjewendiyên kesekî din di bin piyên xwe de neperçiqîne û dema mirov bi jan û şahiyên gelê xwe biheje û jan û şahiya  herkesî weke yên xwe bibîne,hinga mirov rewşenbîr e. Bi kurtî, pêwîst e mirovê rewşenbîr rastgo be, mafnas û erknas be. Bi vî rengî, ez xwe dinasim. Ez doza xwînrijandinê bi nijadperestî nakin, lê doza ximavrijandinê bi hişekî vekirî û mafnas dikim. Ji der dema bi têgihiştin mafnas be, nabe behweriyê bi mafxweriyê bîne. Wilo, êdî rewşenbîr ne tenha bizavê di ber mafê gelê xwe de dike, lê wilo jî, bi taybetî, di ber mirovaniyê de jî dike. Ji vê yekê barê rewşenbîr barekî pir giran e, û pirê caran ne tenha dibe benîştê devê desthilatdar û rejîman, lê wilo jî bi destên gelparêzên nezan û hiştengan tê azarkirin.

- 3 -
Kon: Eger bi we ne giran be, vî hestê netewî çawa serê xwe, li ba we rakir?.
Rezo: Belê, seyda!. Ev hest ne kewek e, ku mirov bigre û di paşla xwe ke. Ev hest bi keyandina zarokê re hev digre. Ev keyandin ji malê, ji civakê, ji perwerdekirineke bê pîlan dest pê dike. Ev hest weku pizrûkên nîvişk, di prosesa vê keyandinê de, hev digrin, tanî dibin gulokek ji behweriyan û bi rengekî xav (zaroktî) xwe belû dikin. Lê, bi demê re têne siqakirin û dikevine çarçeveke berbiaqil de.
   Gelek caran ev hest, weku dombelanên bi şûna birûskan de, belû dibin û bi xurtî bi bûyeran ve tê ne girêdan. Bûyerên zarokî jî, weku dilopa şûna xwe di latê de bikole, di bala mirov de dimînin.
   Belê, seyda!. Şevekê ji şevên zivistana sala 1959 an dergehê me, yê bakur, bi xurtî lêket. Şev jî qar bû, serma, ba û baran bû. Diya min, li ser deng, şiyar bû, em jî pê re. Tirsê em pêçan û gomanan em girtin, çi reş û çi gewr. Diya min, ji oda razanê, berê xwe da hêwanê (diya me bî bû, li ser zarokên xwe rûniştî bû). Em jî, weke paşmêran, mane li pey wê. Wê destê xwe avête çingalê derî û pê re, bi hêrz, pirsî: Kî ye?!.. Metê, ez im, deng hat. Diya min, bi deng re, çingale ji qulpokê derxist, bayê kur derî, bi hêrz, vekir. Diya min matmayî, piştî ku biraziyê xwe dît, got: Pepo!, yabo we dîse bazda ye!?. Birazî, bi qerf û tinazî bersiv da, got: Na, metê, bi xwedê em bi meş hatine.
   Min, piştî liclica zaroktî û pirsên li pey hev ji diya xwe nasî, ku kurxalê min û hevalê xwe xwîniyê dewletê bûn, ji ber ku " Kurd in û Partî ne ". " Dewlet li serê wan digere, kurê min " . Ev bersiv min ji diya xwe nas kir. Lê, pirs bi min giran bû, ji ber min nedinasî çima dewlet li seriyan digere!!. Vî hestî, di nava min de, zîl da û di bîreweriyê de geş bû.
Kon: Mamoste, ma bûyereke bi vî rengî bes dike ku rewşenbîrekî bi pirsa gelê wî ve girê bide. Herhal, ne tim û ne bi herkesî re bûyerên wisa dicirihin?.
Rezo: Na, seyda!. Lê bûyereke halo dibe çîka pêşî, ku çavên mirov vedike û taristaniyê, li pêşiya dîtinê, ji hev bela dike. Lê, jêderê vê pêhesînê çi be jî, şûna xwe di mêjiyê zarokê de dihêle û, di pêş de, jê re dibe durvê xwenasiyê. Ne tenha wilo, lê rêbaza kêferata jiyanê pê dide nasîn. Hinga, ew rê ji xwe re dibijêre.
Kon: Baş e, mamoste!. We çêra keyandina zarokê di malê de, di civakê de û perwerdekirina wê ya xweber (ango, bê pîlan )de kir. Hûn, bi xwe çawa hatin keyandin?.
Rezo: Di dema zarokî de, me hebûna Erebî, di civaka xwe de, ne dipeland. Me, Ereb tenha xwêfiroş, xurmefiroş û dimsfiroş dinasîn. Wilo jî, me dewlet tenha Qamçorçî, Rêcî û Derek dinasî. Me, dibistan jî dezgeheke bidestxistina zanînê dinasî, ku serkêşê wê mamoste bû û zimanê wê Erebî bû. Bi kurtî, me salê carekê Qamçorçî (karmendê dewletê, yê ku baca pêz distand ) didît. Me salê çendcarekî Rêcî ( karmendê dewletê, yê ku li tûtinê digeriya ) didît. Yan jî, me mirovên bi şifqe, li ser hespan didîtin. Ew leşkerên, ku ji wan re Derek dihate gotin, û têkiliyên wan tenha bi axê re (Muxtar) hebûn (Dema ku dihatin gund kêfa me dihat. Ji ber me davik ji dûvên hespên wan çêdikirin). Me, li dibistanê tenha zanyarek hebû, ew jî mamoste bû (me pir ji mamosteyan hes dikir û me biya wan dikir). Me zimanê xwendinê, zarê dibistanê dinasî.Axaftin, leyistik, lebt û liva me, derveyî rûpelên pirtûkan û rûniştina li ser masan, bi Kurdî bûn. Wilo, em di bin vê bandorê de, bê pilan, bi hestên zarokî, perwerde dibûn.
Seyda, ma civaka ku asoyên wê bi vî rengî sînorkirî bin, wê zarok çawa tê de bê keyandin?.
   Bêgoman, wê zarokeke paqij, mirovane, bêguneh û nekîndar tê de xwedî bibe û xweber perwerde bibe. Lê, piştî ev zarok mezin dibe, yan jî ji vê civakê derdikeve, ew sînor têne şikandin û gêra asoyên dîtina wî ferehtir dibe. Wilo, ez hatim keyandin. Loma, min di destpêkê de got, ku dîmenên jiyana min, bilî hin taybetiyan, bi dîmenên jiyana her kurdewarekî re, hevpar in.


Berdewamî heye..








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2052