Ji Elmanya bo Başûrî Kurdistan
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 12 ãÇÑÓ 2010
Mijar: Nûçe



Elî Cefer

Bê gûman her kurdperwerek, li ku dibe bila bibe, dêşe û xemgîn dibe, ji her belayek an komkujiyeke pêrgî miletê me tê. Herweha kêfxweş û şa dibe ji her serkeftineke ku gelê Kurd bi dest dixe.
Ez jî, mîna her kurdekî bi destkeftiyên Başîrî welêt şabûm, tevî ku ne tewaw be jî. Ji min re xewn bû, ku rojekê karibim serdana xaka pîroz bikim, û bi çavên xwe rewşa wir bibînim. Lê di serdema îro de pir xewin jî dibin rastî.


 Gelo ma kê ji me bawer dikir ku rojekê Kurd bibin xwedî kenaleke ezmanî? Em bala xwe didinê roja îro bêhtirî 18 kenalên me hene. Hinek serok û rêberên Kurdan digotin û hîna jî dibêjin, hebûna Kurdistanek serbixwe xewin û xeyal e, lê bi saya berxwedan û qehremaniya gelê me, û hebûna serkirdayetiyeke zîrek û kêrhatî îro piraniya xaka Başûr rizgar bûye û miletê me li wir bûye xwediyê çarenûsa xwe.
Berî du heftan bi riya firokxana Düseldorfê, min berê xwe da Başûr. Li rêketinê ez rastî herdu rêzdaran; hunermendê şêwekar Behram Haco, yê ku soz pêre hatibû dayîn ku pêşengakî li Silêmaniyê veke, û kek Meşoq Murad hatim.
Dema em li balefirê siwar bûn, ez ji xwe pirsîm, gelo ma rast berê min li Başûrê ji qirêja dijmin rizgarkirî ye? Lê piştî 4 kat û 30 xulekî min dît hemî kesên di balefirê de li çepikan dan, hîngê ez pê hay bûn ku em gîhan ezmanê paytexta Başûrê Kurdistanê.
Bajar, nemaze riyên pehin û taxên nû hatine avakirin, her weha derdora firokxana Hewlêrê bi eletirîkê hatibû xemilandin, bêhna min ji xweberê pir fireh bû, û ji şabûna re dilê min di qefesa sîngê min hil nedihat. Ez nizanim çima eletirîka Ewropa hate bîra min?. Dema em ji balafirê peya bûn, bêhna bayekî zelal û hênik, bêhna bayê azadiyê xweş dihat, raste rast min xwe avête erdê û axa Kurdistana pîroz maç kir. Li ber deriyê avahiya firokxanê bi xêzeke mezin peyva: „ Hûn bi xêr hatin „ bi zimanê bav-pîran û ingilîzî berz û bilind bû. Ala rengîn li wir û li ser hemî sazî û dezgeh hikumeta Kurdistanê û li bîroyên partî û rêxistinên Kurdistanê hatiye daliqandin. Polîsên Kurdistanê bi zimanê bav-pîran xêrhatina mêvanan dikirin û… hwd.
Roja din, em li hin taxên kevin yê bajarê Hewlêrê geriyan. Kel-kurt, qurbelixeke pir, avahîyên ne ewqas bi rêk û pêk, çûn û hatina xelkê û tirambîlan bê rêxistin bû …, tevî ku polîs li her derê dihatin dîtin. Ez di xwe de hinekî êşiyam, û min di dilê xwe de got; ev çiye? Lê, taxên nû hatine avakirin ne wisa bûn, belê mîna sîstema avahiyên li Ewropa hatine ava kirin. Ber êvarî em vegerîn mala ez lê dimam, min hinek gazind kirin, lê ji min re hat gotin ku ji sala 2004 an ve, gelek guhertin ketine nava bajêr. Rûniştevanên wir bi qasî min dîtin ta radeyeke bilind ji kar û barê hikumetê razî bûn.
Roja dîtirê min berê xwe da bajarê Silêmaniyê. Li wir ez mêvanê hevpîşeyê me Hozan Xelîl Efrînî bûm. Em pêkve li bajêr û li pirtûkxaneyan geriyan. Min herweha dostê xweyî kevin nivîskar Fethela Huseynî jî dît. Tê gotin ku Silêmaniyê bajarê rewşenbîriyê ye, lê mixabin dema em li pirtûkxaneyan digerîn, zorbey zorê pirtûkên çavên me lêketin bi kurdiya Soranî bûn. Ango pirtûkên bi kurdiya Behdînî yên bi tîpên erebî zor kêmbûn. Ji xwe jî pirtûkên bi kurdiya latînî min bi carekê nedîtin. Herweha ew pirtûkên ku li ser fikir û raman, çand û babetên giştî, ku hemî netewe sûdê jê werdigrin, û pirtûkên bi zimanê erebî li wir û li Hewlêrê pir kêm bûn!!.



Piştî ez ji Silêmaniyê vegerîm, raste rast roja din min û siyasetmedarê navdar Norî Birîmo û dostekî din, me berê xwe da navçeya Barzan, bo serdana gora serokê nemir M. Barzanî. Ewê ku xwestiye ta di mirina xwe de, nefis biçûk be. Dibêjin ewî wesek kiriye ku nabe gora wî ji gora çi pêşmergekî bilindtir be, loma jî gora wî ji gora tu kesî ne çêtir bû. Lê li gor min Barzaniyê nemir xwe bi vê wesekê hîn di çavên miletê xwe de mezintir û bilintir kir. Em li vir naxwazin li ser kar û xebata Barzanî rawestin, çimkî ji hemî xelkê me ve diyar e. Lê hey ha, hey ha ji wê civaka ku ked û emekê xweşmêrên xwe ji bîr bike re. Min li deftera seredanan de weha nivisî: (( ... Bila dilê te rihet rûne serokê nemir, ked û emekê te dayî li ber ba neçû, îro piraniya xaka Başûr hatiye paqijkirin ji qirêja rêjîma Sedamê xwînxar.... belavbûna navê me Kurdan di navîna sedsala borî de bi saya xebat û tekoşîna we bû...lewra hemî Kurd deyndarê wene.... )).


Dema berê me li Barzan bû, bi rêve, em pêrgî gelek gundên kavilkirî hatin. Hat got ku di dema rêjîma Sedam Husên de, zorbey zorê gundên Kurdistanê hatibûn kavil kirin. Rêjîma Sedam ya bingorkirî hemî pîrek û kalemêr û zarokên pêşmergeyan anîbûn li derdora bajarên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê bi cih kiribûn. Vêca li van çend salên dawiyê hikumeta Kurdistanê ji bo avakirina gundên kavilkirî û ji bo şênkirina deşt û çiyayên Kurdistanê gelek alîkariya hemwelatiyan dike. Ji min re hat gotin ku hikumet ji her maleke ku cangorî dane bo xaka welêt, xaniyekî nû, modirên li gundên wan ji wan re ava dike. Ew malbatên ku hîn serbanên xaniyên wan ne bêtonin, dîsa hikumet bi qasî 25,000 dolar dide xudiyê wan da serbana xaniyên xwe çêbikin.
Lê, tiştekî din jî bala min kişand; li her gundekî ku ji 7-8 malan pêk dihat û jorve, van bêjiyên Siodiyan, hîna di dema Sedam Husên de, ji dêvla dibistanan ji xelkê re ava bikin, an alîkariya wan bikin, da ku jiyana wan hinekî xweş bibe, hatine mizgeft ava kirine. Her dîsa hin dibistanên wan gundan bi neylon û dîrakan hatibûn sergirtin.
     Roja din, bê ku em soz pêşde bi rojekê bixwazin, ez û kek N. Birîmo derbasî ba wezîrê rewşebîriyê rêzdar Kawa Mehmûd bûn. Piştî pêşwaziyek germ li me kir, hinek danûstandin di navbera me çêbû. Min jêre gazinda nebûna, an kêmbûna pirtûkên babetên wan ramanî giştî, herweha pirtûkên wergerandî ji zimanên netewên din bo zimanê kurdî kir. Rêzdarê wezîr jî haziriya xwe, wek wezareta rewşebîriyê ji çapkirina berhemên weha re da, û got; em ji bo çapkirin û belavkirina pirtûkên weha amade ne. Em bi baweriyek baş ji ba wî derketin. Ji xwe pêşwaziya wî ji me re, bê sozê bi çend rojan, nîşana rêzgirtinê bû.
Ji wir me berê xwe da bîroyê têkiliyên Kurdistanî ya P. D. K. Başûr. Her dîsa pêşwaziyeke germ li me hat kirin. Para pir ya gengêşiya me li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê, û erka li ser milên rewşenbîrên kurd bû. Ez wisa pê hest bûn ku guhdana wan bi Rojava baş heye, û bîr û boçûna netewî li ba wan xurt e. Ango di serê wan de Kurdistanek serbixwe heye, ne weko em ji vir û ji wir dibîsin ku ewanan tenê bi rewşa xwe ve mijûl in. Her wan jî em bi kêfxweşî verêkirin.
Ji wir me berê xwe da zanîngeha Selahedîn, beşê ragihandinê û me hevdîtinek bi Dr. Ridwan Elî re çêkir. Hat gotin ku bi sedan xwendekarên Kurd yên ji beşên din ên Kurdistanê li zanîngehên Başûr dixwînin û hikumet ji bo wan alîkariya diravî ya mehane dike. 
Roja berî em vegerin, dîsa ez li nava bajarê Hewlêrê geriyam. Başûrê Kurdistanê di dermafê azadiya bîr û boçûnê de, gavine ber bi çav avêtine. Bi dehan û dehan telefizyon, radiyo, rojname û kovarên curbicur li wir bi awayekî serbest tên weşandin. Hemî rêxistin û partiyên Kurdistanê bi serbestî kar û xebata xwe, û reklama hilbijartinan dikirin. Dîsa dema em li wir komek ji Kurdên Başûr li pêş berlemana Kurdistanê rêdana xwepêşandanê standibûn û diqêriyan û digotin: „ Bijî serok Apo „, di dema ku em hemî dizanin ku yek serok li Başûrî Kurdistanê heye, ew jî kak Mesud Barzanî ye.
Divê em vê jî bibêjin, li Başûr oldariya misilmanî pir geş bûye, eva han jî li gor min metirsiyekê li diwaroja Kurdistanê peyda dike. Mixabin rastiya dîrokî ew e; ku netewên hawîrdora Kurdan, nemaze Ereb, Tirk û Faris li ola misilmantiyê siwar bûn û kirin xizmet netewa xwe, tenê Kurdên reben bûn qurbana vê olê û wendabûna welatê xwe. Lê tiştê ne normal ku ez tê negihîştim ew bû, ku partiyên hevpeymana Kurdistanê li hin cihan dema ji bo hilbijartinan piropaganda dikirin, bi xwendina Quranê dest pê dikirin.    
Dîsa diwazim mizgîniyekê bidim xwendevan û welathezên Kurd, ku leşgerê Kurdistanê îdî çêbû, û di roja 18. 2. 2010 an de, 4000 pêşmerge wek cara pêşin li bajarê Xaneqîn bi cih bûn, û biryar ew e, ku her 4000 pêşmerge li bajarekî Kurdistanê belav bibe. Ev gaveke dîrokiye, û pêkanîna xewna me hemî Kurdane, ku li Başûrê Kurdistanê yek leşgerê Kurdan hebe.
Li dawiyê, mixabin ji ber kurtbûna seredana me, em ji dîtina bajarê Dihokê û gelek bajarokên din, herweha sazî û dezgeh, pir dost û kesayetiyên ronakbîr  bê par man. Loma jî heftiyek zor kême ku mirov karibe wêneyekî giştî û têr li ser rewşa Başûr werbigire. Bi hêviya ku careka din derfet lê were, da ku em karibin biçin cihên ku me nedîtine. Zor spasiya kekê N. Birîmo û malbata wî dikim ku bi awayê bê sînor deriyê mala xwe ji min re ta roja dawiyê vekiribû.

10. 3. 2010

* Ev nivîs di malpera “ www.Yekitimedia.org “ de, li gel wêneyekî hatiye weşandin.

 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2045