Li dûv her mirovekî gewre û þahreza miletek payebilind heye
Dîrok: ÇáÎãíÓ 11 ãÇÑÓ 2010
Mijar: Nûçe



Xalis  Mswer

Rezoyê Osê ew siwarê rewþenbîrya kurd, ku jiyan û dem û katên wî herdem di xizmeta kurdayetiyê de dihate derbaskirin, û mîna pêleke ji pêlên rewþenbîriyeke bilind û bêhemta gemya rewþenbîrya kurd, ber bi bejaya ronak û dahênaeke ji tore û kelepûr û wêjeya miletê kurd de di ajot.
Min Rezo ji demeke ne dûr ve naskiribû, lê çiqasî bi naskirin û hevaltiya wî þadîman û kêfxweþ bextewer bûm, ku weha mirovekî miletperwer, payebilind, zana û rewþenbîr, hezker û welatparêz, ji dost û hevalên xwe hezdikir û bi dan û stendina xwe ya xweþ, tucaran kesek ji xwe nedixeyêdan, û dilê kesî ji xwe nedihiþt.


 Dibêjim Rezo yek ji pêxemberê zimanê kurdî li nav kurdên Sûryê bû, û þaxek bi kulîlk û rengîn ji þaxên bihara zimanê kurdî dora xwe xweþ û rengîn dikir,  û hevqasî karîbû di dema xwe de, bi riya govar û gotar û nivîsandinên xwe yên hêja û resen, asta zimanê kurdî bilind bike. Dawî bi dilekî xemgîn û çavên bi hêsir dibêjim: Rezo xisareke mezin bû ji heval û milet û hogirê  xwe re, lê bi hêvîme ku wê sed Rezo li dûv þopa welatparêzî û rewiþt û rewþenbîrya wî derkevin. Ey fêrisê zimzn û kelepûr û wêjeya kurdî, hevalê min Rezoyê Osê ji te re bihuþta baqî ji xwedayê xwe yê mihreban dixwazim, û ji ber vî dilê þkestî ve sed rehmet li gora tebî.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2042