Bengiyê gulê (Mehmed Þêxo)
Dîrok: ÇáÃËäíä 08 ãÇÑÓ 2010
Mijar: Nûçe



 
Nizar Yosif

Dîdar a xemilê daniye
Pesnê gulê pêkaniye
Evîn kir baran û rijand
Derya kûre bê biniye
                Bavê felek bejna bilind
                Þoxa evraz ê çiyayî ye.


Spehî xweþiya dengê te bî
Nalîn para janên we bîn
Heskirî bengiyê wê ma  
Te pirr got û lê têr ne dît 
                Bavê felek bejna bilind
                Þoxa evraz ê çiyayî ye.

Tev hisretan lorandiye
Li ser wan periyan xwendiye
Tengav ji tirsê xwar ne bî
Bilind ji bilî te kiye .
                Bavê felek bejna bilind
                Þoxa evraz ê çiyayî ye.

Ewran ew bihar tarî kir
Nalînin baxên te yên kul
Ezmanê te sayî nema
Þewat li hinavên me kir
                Bavê felek bejna bilind
                Þoxa evraz ê çiyayî ye.

Bindar liber çem ê gemar
Lê civiyan e komêt xeman
Koçber li ber bê ne hejî
Timî liser sozên xwe ma.
                Bavê felek bejna bilind
                Þoxa evraz ê çiyayî ye.

Bavê felek hest têkvedan
Xêzanî bir hiner weþand
Bo dildarê yara þepal
Fortî nemir pêjina te ma .
                Bavê felek bejna bilind
                Þoxa evraz ê çiyayî ye.

 
                                  06,04,09







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2033