Rola Mihemed Þêxo Di Strana Û Muzîka Kurdî De
Dîrok: ÇáÃËäíä 08 ãÇÑÓ 2010
Mijar: Nûçe



  Konê Reþ

   Berî pêlek nêzîk, li ser daxwaza Ajansa ANF''''ê (Ajansa Firatê), Birêz Cemil Oguz, edîtorê Diyarnameyê, dosyayek taybet li ser gorbihuþt Mihemed Þêxo û rola wî di muzîka Kurdî de amade kir. Ez jî yek ji wan kesên ku kak Cemil Oguz ew bijartin û pirsên xwe ji wan re þandin. Ez vê derfetê zêrîn dibînim, ku van pirs û bersivan di 21 saliya koçkirina wî de, ku di roja 09/03/2010 an de ye, diyarî evîndarên deng, awaz û gotinên stranên wî bikim. Fermo evin pirsên wî û bersivên min:


1 - Rola Mihemed Þêxo di nav muzîka kurdî de çi ye?
* Rola wî guhertin û pêþxistin bû. Wî jî wek yên pêþiya xwe; Aramê Dîkran, Seîd Yûsif û Mehmûd Ezîz stran û muzîka kurdî ji kilasîkiyê rizgarkir, pêþde bir, bi awazên nû xemiland û bi guhdaran þêrîn kir.. Erê bi rêka wî jî stran û muzîka kurdî, derbasî qunaxeke nû bû. Tevî temenê wî yê kurt(41 sal), wî karîbû bi rêka muzîka kurdî, peyva kurdî a resen bi guhdaran bide hezkirin, þêraniya zimanê kurdî bi rêka awazên xwe yên nû belav bike û xwe di her çar perçeyên Kurdistanê de bide naskirin.. Di wî heyamê ku stran û peyva kurdî ji niha qedexetir bû..

 
2 - Giraniya stranên wî (ji aliyê naverok/gotin û muzîkê ve) çi ye?
* Di baweriya min de giringiya stranên wî, ku wî karîbû bi rêka stranên xwe, di wî heyamê xerab de, di navbera salên1970-1989 an de, hestê netewî kurdî di nav kurmacîaxêfan de belav bike. Ew salên çetîn û dijwar di jiyana kurdan de. Salên ku gelek bobelatên seyr hatin serê Kurdan, wek anîna ereban nav kurdên Binxetê di sala 1974 an de, Derba Everîn di 12 êlûna 1980 î de, qirkirina Barzaniyan di sala 1983 an de, Enfal û Helebçe di sala1988 an de û wiha ta bi mirna wî di sala 1989 an de.. Ji ber ku ew ji xwe piþtrast bû û xwedî nameyeke netewî bû, xwedî helwesteke Kurdistanî bû.. Wî bi mêranî û cegerdarî stranên xwe digotin.. Û bi bawerî û dûrdîtinî gotinên stranên xwe dibijartin û wiha helbestên gelek helbestvanên netewî, ku bi kêf û þahiyên gelê xwe re dikeniyan û bi êþ, birîn û derdên gelê xwe re digiryan, kirin stran.. Di baweriya min de ji ber vê yekê û ji ber dengê wî yê henûn û awazên tembûra wî a dilovan, cemawerê kurd jî hezê kir û stranên wî bûn wek dermanê birînê ji birîndarên welat re û her wiha ji evîndaran re jî..   


3 - Stranên wî bersiva îro jî didin yan na?
* Belê didin çawa na! Dema ku hêj ew kêþeya Mihemed Þêxo bo wê dikir hawar û gazî çareser nebûye.. Hej Beko keleme di bavbera Mem û Zînê de.. Hêj miradê Siyaben û Xecê bi hev nebûye.. Hêj Cegerxwîn xwe nas nekiriye bê kî ye.. Hêj Ehmedê Xanî li yekîtiya Kurdan digere.. Hêj Feqayê Teyran dûrî ava Dicle dikale.. Hêj Mîr Bedirxan di surgûnê de bi nalenale.. Hêj pêdiviya me bi (Ay felek bo te dinalim bo çi Nergiz çilmisî..), heye..


4 - Mihemed Þêxo li rojavayê Kurdistanê li gundekî Qamiþloyê hatiye dinê. parçeyeke din a kurdan bihata dinê dê çi biguheriya? Tesîra wê parçeyê çiqas li ser hebû? Yan jî em di vî warî de dikarin çi bibêjin?
* Bêguman Mihemed Þêxo xwedî name bû û wek ku diyar e her perçeyekî kurdan taybetmendiyek wê heye.. Binxetê û Qamiþlo ji bo wî taybet bûn. Taybetiya wan ku Cegerxwîn û pêþengê strana kurdî a nûjen Aramê Dîkran li Qamiþlo bûn û ji Qamiþlo destpêkirin. Wek ku diyare Aram bi gotinên Cegerxwîn kirasê strana kurdî a kevin çirand û kirasekî nû lê kir.. û wiha bi strana Þev çû ma tu êdî hew tê lo.. destpêkir.. Seîd Yusif, Mehmûd Ezîz û Mihemed Þêxo dan ser þopa wî.. Anku, ez karim bibêjim ku Mihemed Þêxo ji kaniya Cegerxwîn û Aram av vexwar.. Di wî heyamî de, ew kanî li perçeyên din nebû.. Di gel ku Mihemed Þêxo mêr bû, erê mêr bû ku xwe bi þoreþa Barzaniyê nemir ve gihand û di þoreþê de, helbestên hevalên xwe yên helbestvan û pêþmerge wek Sebrî Botanî, Mustefa Etrûþî û Xelefê Zîbarî kirin stran û gotin.. Berî çend rojan Xelefê Zîbarî bi min re axifî, me baþ behsa Mihemd Þêxo kir.. Kak Cemîl! Xwezî te baweriyên Xelefê Zîbarî jî naskiribana. Ew dostekî Mihemed Þêxo yê kevn e û baþ serwextî rojên wî yên þoreþê û penaberiya Îranê ye..

Niha, ew bêjere di Dengê Emerîka, beþê Kurdî de li Waþington.


5 - Ji bo xwedîlêderketina navê wî divê çi bê kirin? (Mînak wekî abîde, peyker yan tiþtên din) Kurd bi têra xwe wî bibîr tînin yan na?
* Ta ku em li navdarên xwe nepirsin, li wan bixwedî dernekevin, em pêþ nakevin.. Mihemed Þêxo navdarekî me ye, pêdiviye em li vî navdarê xwe xwedî derkevin, her sal wî bibîr bînin. Maþellah TVyên me pirr bûne, ku her sal, her TV yek nîv saetê li dor jiyana wî raweste dinya xera nabe.. Ez ji dil spasiya wan TV yan dikim, ewên ku wî û kesên wek wî bibîr tînin..
   Di vê biwarê de gazinek mezin ji þaredariya bajarê Nisêbînê dikim, ku ta roja îro hêj Mihemed Þêxo bibîr neanîne.. Çima Nisêbînê? Ji ber ku Qamiþlo û Nisêbînê du bajarên cêwî ne.. Xelkên herdu bajaran ji hemû bajarên kurdan bêtir ji kaniya hunermendiya Mihemed Þêxo vexwarine.. Û wek ku hûn tev dizanin rewþa Qamiþlo awarte ye.. Di van salên dawî de çûna ser gora wî, di roja mirina wî de zore.. Belê derfetên bîranîna wî li Nisêbînê pir hêsane û ferz dibînim..
   Bi vê helketê, ez doza danîna peykerekî Mihemed Þêxo di navtarek Nisêbînê de dikim, bihêvîme ku þaredariya Nisêbînê vê daxwaza min bi cî bîne. Ev daxwaz ne a min tenê ye, a pirraniya cemawerê kurd e.. Hem jî ku navê wî li ser dibistanekê bê danîn.. Her wiha bihêvîme ji þaredarên bajarên Bakur û hikumeta herêma Kurdistanê ku navê Mihemed Þêxo û kesên wek wî, di ser dibistan, peymangeh, navtar û kolanan re bilind bibe û her wiha hol bi navê wan di zankoyan de bêne bi nav kirin.

Konê Reþ
Qamiþlo,







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2032