Behîname
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 05 ãÇÑÓ 2010
Mijar: Nûçe



 Kul û keserên vê Avdarê, berbi dagirtinê rojên xw ve diçin. Peyva kurdî hosteyekî xwe yê herî bi tekûzî li ber dida, dinicirand û ciwan dikir winda bû. Rewþenbîriya kurdî henasa xwe ya bi rewanî xewn dixemilandin winda kir.
Kurdayetiyê dînamoyê xwe yê gihandinê û têkildan û danûstendinê winda kir.
Stêr û pirsê îroj xemleke reþ girêda.
li derbederiyê Bavê Nazê, Zagros, Kamîran, û ez û gelek heval û þagirtan melhema birîna xwe mesknê raz û nepeniyên xwe, ji dûr...bi rondikan beroxir kirin.


Eve bû, ku me xwe jêre amade nekiribû. eve bû ku ji birûsk û bablîsokan bihêztir bi ser me de hat.
 
Rezo, Bavê Salar û Rolan, tu dê her di dilê me de zindî bimînî.
 
Kul û xem û þîniyeke giran e, her wisa bermayiyekî giran jî bo Diya Salar û Rolan. Xwedê sebrê bide we bi hêviya ku xwedê tendurustiyeke gelekî baþ bide we û cihê wî buhuþta berîn.
Bêguman mamoste rezo, dê di dil û hiþê me de bimîne, ta em bikaribin peyvekî kurmanciya latînî bixwênin.
Rezo cihê xwe ji zû ve di dilê hezkiriyên peyva kurdî de çandiye û dê her di dilan de serkêþê  dîwana peyva kurdî be.
 
Mamoste Rezo milkê kurd, kurdayetî û Kurdistanê, lewra dibêjim:
Bila serê we sax be, serê gelê kurd sax be, serê nivîskar û rewþenbîrên kurd li seranserî Kurdistan bi giþtî û li baþûrê rojava bi taybetî sax be.
 
 
Sed deste gul li ser giyanê wî pak be
 
 
þagirtê Rezo
 
Tengezarê Marînî







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2022