Xewnek Li Ber Zayînê
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 05 ãÇÑÓ 2010
Mijar: Nûçe



 
Hoþeng OSÊ

Dûmana çixara te, siwaran peyadike...
Û porên te yên givjole, wan li pêlên mirinê siwardike.
Geh dibî nalîna bilûra þivaneke deþta Mêrdênê...
Geh dibî tava buharê, bi ser min de dibarî.


Xeydokê...
Mîna þervanan taxêvî.
Mîna kemanê, dikenî...
Û mîna gîtarê, min bi çixara xwe re dikêþî.
Ez karekê liber þîrim...
Hîna teze me.
Xeyda xwe ji ser xopanên dilê min vekêþe...
Giriyê min têrî têkçûneke din nake.
Xewnek liber zayinê ye...
Kilîta dilê xwe navêje deryayê.
Bi te nakeve ewqas zivirbûn.
Bi te nakeve ewqas xemsarî...
Û bi min nakeve ewqas bendewarî.
Xeydokê...
Barê min, dileke wêrane..
Temeneke sêwiye..
Û refek xewnên beravêtîne...
Lê barê te çiye?.
Ez ji warekî xwekuj têm, lê tu?.
Di oxira xezalên xwe de, min çendîn welata kavilkirin.
Li ser peravên mirinê, rêwiyeke bê rê me...
Dikim bibim ji wendahiyên hevalên xwe.
Dikim bibim keldûmana weteyan.
Dikim û nakim û xewnên þîn ji þevên min naqewtin.
Dikim û nakim, tu ji paþ xeyda xwe ya derewîn dernayê.
Xweziya min bi wê peyala te ya çayê tê.
Xweziya min bi wê çixara li nav tiliyên te ye, tê.
Xweziya ew dûyê çixarê ku ji nav lêvên te dertê, ez bû ma.
Lê barana vê payiza dînoke nahêle ev xewin bizê.

Ýstanbol 10/9/2009







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2018