Qendîlos Ocalanos
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 24 İÈÑÇíÑ 2010
Mijar: Nûçe



 Ehmedê Huseynî
ehmedêhuseynî@live.co.uk

Bo Leyla Zana, çima tu ew qasî dişibihî Kurdistanê?

I

Baskên xwe yên ji çurîskên êşê, di esmanê sedsalan de, di hişyariya hetavên westiyayî de wek ku tu çiyayan nabînî, vegire!
Wek dijminekî li deryayê binêre, pêlên aziryayî bixwîne, perdeya ewran veçirîne, serçavkên baranê bikuje, di şevistana dirêj de, li wateyên nenas ên hebûnê, tenhatiyê, evînê,berfê, xwînê,  li egerên tarî û ronahiyê bigere!


 Li deryayê binêre û destên Qendilê yên ji av û êgir li ser milên xwe ragire…  Dojeha sirûdan berbi qîrîna xwînê ve vehinêre û di hişê qendîlan de stêrkên bîranînê yên Troyayê biteqîne!
Çiya hevalbendê henasa te û şagirdê xewna te û sertaca gavên te ye!
Li deryayê binêre daku şînahiya esmên, balindeyên peravan, kulîlkên eşqê û mirina xweşmêran  ji xwe fedî bikin..
 Li Şkefta Birîndaran binêre daku Açîlîs(Achilles)  bazbenda xwe pêşkêşî zendên qederê bike û nimêja xwe ya dawî di bişirîna Hiktorê ji nêrgizan de ji bîr bike, daku Spartayê  bi destê te yê ji kevir bigire û berbi Olympusê ve wek Odêsyosekî (Odysseus) derengmayî sernişîv bibe..
 Çîrokên xwe veweşîne Ocalanos, mîrnişîniya xwe ya ji keskê hêviyê, ji sorê birînê û çarenûsa reşgirêdanê, di navbera du hawaran de, du govendan de û li ser pîtanokên gizingê bi tenê nehêle!
 Di navbera te û Îsakayê (Ithaca) de, îstegehên xewnê dilerizin û şevçirayên bendemanê bi nermebaranê re dipeyivin.. Di navbera te û Amarayê de, dilê sorgulan dijene, kurtepist diherike,  bêdengî ji dayik dibe, odeyên sar di pirsan de radizin, çavên talanbûyî rûbarên xwe zuha dikin,  bagerên doravan bendergehên xwe wenda dikin û tu jî nîçîrvanên rojê yeko yeko hînî kewan û şevpestan û şengebiyan û gulhinaran û pasvaniya dastanên ji bahozê dikî!
Li deryayê binêre, wan kevokan ji destê xwe berbi hêlînên ji barûdê yên Oremarê ve bifirîne û peymanên girî li van rêzekupîtkên şînîhilgir dabeş bike, tembînameyên xwe radestî keştiyên ji mijê yên Qendîlos bike û ji Herekolî re bibêje: tu welatê min ê ji xunava azadiyê  yî!
Li dîwarên şevê binêre û rimên jehrkirî yên Mîr Elî di sînga Pîzantayê de bilerizîne, xetîreyên xwe ji destê Romayê azad bike û peykerên Spartakosê dînbûnê di helkehelka Cûdiyê serdeman de daçikîne! Çîrokên xwe yên sergerdan ji heyvê re bibêje û bi çurisîna gotinên xwe dergehên asê yên gerdûnê biherifîne!
Cîhanê bi gulgeniman ava bike..!
Komarên rewrewkê şanî siwarên jiyanê bike!
Dergehên evînê ji dilê çiyê re veke daku em alên goristanên xwe di sîngên xwe de li ba bikin û bêrîkirinên xwe li ber lingê Qendîlos raxînin!
Li sîbera van çiyayên sawdar binêre û gustîlka Mezopoyamyaê di Şkefta Birîndaran de wek çavşînkekê di eniya Qendîlos de bikole. Daristanan, pezkûviyan,  rêçên hevdîtinê di çavên xwe de kedî bike û gulwazên berbangê bi dara şehîdan ve hilawistî bihêle!
- Kî ji we navê pirtûka çûkan û ji rêça ku berbi rojê ve diçe, dinase?
- Kî ji we dizane mirov çawan dikare laşê xwe ji bageran, çavên xwe ji xewrevînê, destên xwe ji kuştinê, welatê xwe ji mirinê û dilê xwe ji hezkirina hechecîkan, biparêze?
Ocalanos ji helbestan, ji kêlên dîrokê, ji darbesta  gulan  û ji dengbêjên mirinê dipirsî!
Min jî bersiva wî bi hêrs dida: De bila hemî peyv û hemî helbest bi qurbana pêl-ava te bin Ocalanos!


II

Li pêlan binêre û guliyên berfê hînî zuryan û baroveyên Qendîlis bike!
Li pêlan binêre û tembînameyên xwe bi ser nimebarana kendavan de biguvêşe da ku parzemînên avê bi ser xelwetxaneya te de hilweşin..
Li esman binêre da ku stêrkên sergerdan pêlên ronahiyê di awirvedana te de biçurisînin
Li keskesora gerdena Botanê binêre Ocalanos da ku şînên zimanê te bi ser sawa sînorên peyvê de birijînin û helbestên dilê te, sûlav bi sûlav, di asoyên aşiqan de bigurmin:
Were pêşber Melayê xwe
Şehîd û mubtelayê xwe
Bi şefqet ke liqayê xwe
Mela nemrit bi dayê xwe (Cizîrî)
Li pêlan binêre da ku kuştiyên elind û mayinan di tenhatiya te de bihejmêrin û
Di pencereya wê qederê re,
li asoyên xemgîn ên deryayê binêre, xirecira welatan radestî ximava nivîsandina ji kevir û bendemana ji kevir bike,
xatirê xwe ji raperîna rengan,
ji xêzên tawanbar ên mija peravan bixwaze
û ji pêlan re hêrsa gernameyê;
ji balindeyan re dilovaniya hêlînan, ji berbeyaniyê re velerzîna zengilan û ji evîna pêşîn re sirûdên sor û pêjna şehîdan bibêje!
Rêçên ku niha di pirtûkan de li ber çavên te semageriyê dikin; rêçên birîndar ên dudiliya Prîmîsyosê agirdiz in, rêçên tûrebûna Zeus, rêçên kenê xwedawendên ji ba û êgir in, rêçên destana raz û nepeniyên nexşeya destê te ne, rêçên sergêjiya Şêxê Senan û rêçên bêveger ên evîna xalê min in.
Li keştiyên derengmayî û li bendergehên mirina deryavanên jibîrbûyî dinêre, gazinan ji tavê, ji qebqebê nake û şopgerên bêhûdeyiyê yên şevistana çiyayên xwe radestî ewrên gumanê nake, darbesta tavsorkê, barana tiliyên xwe, dûmana diweroja xwe, li pey xwe, di erênaya mirina karwanên peyvan de dihêle..
Birînên ferhenga xwe,
stêrkên rijyayî yên esmanê bîranînên xwe
û Gabarê xwe yê ji kêlîk û kulîlkên evînê,
bi bendên bendemanê derman dike, di himbêza xwe ya ji xweliyê de, Qendîlos di dergûşa Avaşîn de dilorîne û dergehên şîn ên paytextên asê û şîn li pey xwe di bahozê de vekîrî dihêle û bajarên êşa xwe di sersomiya rûbarên sirûdê de radestî bazirgan û pêşbirkên xwîn û karnevalên guleyan dike!
Li deryayê dinêre
û pirsên cegerdar ên demê bi henasa şevistanan dibersivîne!
Xewnên Qendîlos di çavên hîva çardeşevî de;
bi zimanê alal û binefşan dinimîne!
Bangên Qamişlokê zeft dike
û barana şehîdan bi ser hinarkên Amedê de dibarîne!
Asoyên Wanê,
keziyên Geverê,
çîrokên şikestî yên xwedayên ji serav û dûmanan
bi destên xwe yên ji efsaneyan dihejîne!
Li deryayê binêre û şûrê serbiran ji ser stûyê vê nexşeyê bavêje û ji kevokan re bibêje:
De ji sînga min ber bi kelehên spî yên xewnê ve bifirin!

london
Sibat 2008


Têbînî:

Ev helbest cara pêşîn di sibata sala 2008ê de, piştî êrîşa hêzên leşkerî yên Tirkyeyê û vekêşana wan hêzan ji Başûrê Kurdistanê hatiye nivîsandin û di rojnameya Azadiya Welat û malpera Rojava.net’ê de; di 1ê adara 2008ê de, hatiye belavkirin.

Di 30’emîn salvegera damezirandina PKK’ê de, di 27. 11.2009ê de, bi awayekî zindî di şahiya salvegerê de hatiye xwendin.

Çend rojan berî xwendina helbestê ya di şahiyê de, dema min helbest amade dikir û xwendina helbestê ji xwe re dûbare dikir da ku di xwendinê de şaş nebim û bikaribim bi şêwazekî serkeftî bi dawî bikim, di wan kêlîkan de, min hest kir, ku serê du salan e min di dawiya beşa yekem a helbestê de, dema ku Ocalanos ji helbestvanî dipirse, min Ocalanos bêbersiv hiştiye.

Lewra min hevoka “Min jî bersiva wî bi hêrs dida: De bila hemî peyv û hemî helbest bi qurbana pêl-ava te bin Ocalanos!” lê zêde kir û min bi vê bersivê dawî li kêmasiya helbesta xwe; kêmasiya ku min ew didît û hest dikir, anî. Mebestên min ji (pêl)ê cemawerê kurd yê ku serê çend salan e wateyên heyînê pêşkêşî nasnameya kurd dikin û ji (av)ê jî hizr û boçûnên Ocalanos, bûn.

Her wisa min ev hevok li helbesta kevin jî zêde kir û min bi biryar ne ku li ser piyan û ji hêrsê yan ji ji bo dilxweşkirina hinekan, ew di şevê de xwend. Berî ku helbestê bixwînim jî, min ji çend dostan re behsa vê guhertinê kiribû û ji dostekî re jî got; binêre aniha pêl-ava Ocalanos dê bibe pêlava Ocalan, bi rastî jî wisa lê hat!

Piştî xirecira nivîsên ji pêlavan jî arzantir, yên ku, ne bi tenê bi qurbana pêlava Ocalanos bin lêbelê bi qurbana pêlava min jî bin, min ew hevoka nû, li helbesta di internêtê de jî zêde kir.

Piştî weşandina helbestê di Roj Tv’yê de, hin kesên ku gotina min a pêl-avê; bîranînên wan ên kevnar ên maçîkirina pêlava Ocalan vejand, dest pê kirin û Pêl-ava min, veguherandin û ji xwe re kirin pêlavek, xistin devê xwe de û dest bi cûtina wê kirin.

Ez naxwazim li vir bersiva wan kesan, wisa wek têbînî, binivîsînim.
Çunkî ez dê bersiva vê çanda gundiyane û bêexlaq a ku xwe dişibihîne çanda serdestên xwe; çanda bêbextî, kîndarî, derew û tawanbariya belaş a ku dikare her tişt be, lê qet nikare bibe afirandin, dahênan, şaristanî û hişmendiyek e rewşenbîrane, di diwerojeke nêzîk de bi berfirehî bidim. Her wisa ez dê di bersiva xwe de, ji nivîskarokên vê kurmanciya bêxwedî re yên ku ji xwe re li çayxaneyên internêtê falan vedikin eşkere bikim ku, min helbesta Qendîlos Ocalanos a ku min berî du salan nivîsandiye, ji dil û can, bi hest û bawerî di şevê de xwendiye, ne ji bo berjewendiyên xwe yên ku, di rastiyê de qet tune ne, biparêzim. Di gel ku her kes dizane jî ku navnîşana berjewendiyan û pereyan û qezenc û xwefirotinê ne li cem pkk´ê ye jî lê dîsa pêwist e rastiya ku ez dizanim bibêjim.

Vê helbestê, herdû beşên wê, careke din diweşînim, da her kes bizanibe ku forma dawîn a helbesta min ev form e. lê yê nexwaze vê şiroveya min bawer bike, dikarim bi zimanekî zelal, ronak, bi kurmanciya spî jê re bibêjim û hetahetayê jî berpirsê vê gotina xwe bim:
Ocalanosê ku ez wî di helbesta xwe de dibînim û di xeyala xwe de pê re dijîm, yekî wisa ye ku hêja ye bi hezaran caran helbest û peyv bibin bi qurbana pêlava wî;  helbest û peyvên ku çurîskên xwîna kurd a herikbar bi çerçefên zimanên xwe yên rizyayî û birakujane û bi xeyalên xwe yên zuhabûyî û bi derbirînên xwe yên bêast û bênirx,  vedişêrin!!

Îca kî ji xwe re çawan dixwîne û çawan şirove dike û çawan lêhûr û kûr û dûr dibe, azad e!?  lê pêwist e ji bîra tu kesî neçe ku, hin pêlav hene, bi rastî jî, ji hin peyvan; peyvên çayxane û peyvên rewşenbîrên keysperest ên malperên kurmanciya sedsala bîst û yekê, nirxdartir in.

tenê dixwazim di dawiyê de tiştekî bibêjim:
Deq, ragihandin, nivîs û rexneyên ku îro di kurmanciyê de, bêyî berpirsyariyek e exlaqî, wijdanî, bêyî paşxaneyek e tund û bêyî zanyariyek e kûr, beast û bêyî hestbariyek e zimanî û ferhengî, tên nivîsandin, ziyaneke mezin digihînin dîmena giştî ya kurmanciyê.
Deqên hêsan û sade yên ku li bin siya çanda dagîrkeran û hişmendiya wan tên nivîsandin, ji bilî erkekê tu tiştekî din bi kar nayinin, ew erek jî ev e: rê didin dîrokê da ku pir bi lez êşa me ji bîr bike! Rê didin bîra me jî da ku pir bi lez kuştar û komkujî û bindestî û trajedyaya xwe ji bîr bike.

Deqên ku ne nivîsandin in, rexneyên ku ne rexne ne, rewşenbîrên ku ne rewşenbîr in, rola wan a serekî ew e ku tawanbariyên bi qasî mirovatiyê mezin, ên dîroka kurd, bi pênûsên xwe yên lawaz û reşekuj binixumînin.

Ehmedê Huseynî
24. 02. 2010







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1996