JI DENGÊ TE TÊR NABIM
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 23 ÝÈÑÇíÑ 2010
Mijar: Nûçe




Demhat Dêrikî

Diyarî bo hunermendê nemir Mihemed Þêxo

Li dema dîwar, eywan, pencere û deriyên zîndanê
ez dibrim gor, tarîstan û þevistanên xwe yê bi sêdaran xemalndî
dengê te dilê min de, di þevreþê de, ber bi ronahîstanê ve dibir .


Li dema çiyayên welatê min xwe bi kefenê mirinê li dora min
dipêça û aþûtên bê navnîþan bi dirûþmeyên mirinê bi ser min de dihatin
strana te ya ey lê gulê gula minê...ez dibirm demsalên buharistanan..
Erê bavê felek,
li welatê çiyan,
bajar û bajarokên perwerda êþan hemêzdikirn,
li þevên ku yezdanê bayê ramûsan ji simbilên genim didzîn
û esmera dilê min xwe bi kirasê êþan dipêça û girî dengvedana wê
bi rondikan li ser dilê min bîra keseran dikola
dengê te,
awazên te,
peyvên te, hevokên te
li ser lêvên min gul bûn,
li ser zimanê min, kulbûn, hezkirin bûn, evîn bûn, derdbûn û xemginiyeke
bê sînor bû li xaka xemgîniyê bûn…
Li wir, her tu min re bûyî û li vir her tu bi min re yî.
Niha jî þiyarim û ez û þev û hiþmalika xwe di nava dengê te de rêwîne
û ber bi dengê te ve tên û dikim nakim ji dengê te têr nabim.


Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1993