Hejmara nû ya Kovara Zendê Derket Bi Nivîsên Balkêþ Xemilandiye
Dîrok: ÇáÓÈÊ 20 ÝÈÑÇíÑ 2010
Mijar: Nûçe



  Weþana sê mehî ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zend bi hejmara xwe ya zivistanê derket pêþberî xwendevanên xwe.
Rêzepirtûk Zend gihîþt hejmara xwe ya 12 yan. Di vê hejmara Zivistan 2010 an de gelek nivîsên balkêþ hatine weþandin.
Nivîskar Mustafa Borak li ser "Zargotin û rewþa pirtûkên gotinên pêþiyan" nivîsandiye û di nivîsa xwe de nirxandin û hin pêþniyarên ji bo xebata li ser pirtûkên gotinên pêþiyan kiriye.


Zimanzan Zana Farqînî di nivîsa xwe de "Zimanê muzîka kurdî ya nûjen" nirxandiye. Farqînî rexneyên giran li zimanê stranên bêjên nû dike û wisa dibêje, "Stranbêjên nû bi piranî ji aliyê zimanê kurdî ve nivîþkan in, telafûza wan derbexwerî ye. Ji bo ku zimanê xwe bi pêþ ve bibin, di vî warî de xwe bihêvojin, gencîneya xwe ya peyvan xurt bikin, xwe ji bin bandora devokên herêmî derxin û bibin xwedî zimanê standard ê kurdî nakevin nav hewldnanên berbiçav." Farqînî di warê þaþiyên ku têne kirin de hin mînak jî nîþan dane.
Êzîdîtî yek ji olên kevn ên kurdan e. Li gelek parçeyên kurdan êzîdî hene. Nivîskar Konê Reþ jî li ser parçeyê êzîdiyên rojava sekiniye. Konê Reþ di nivîsa xwe ya bi navê "Êzdiyên Cizîrê; Tirbespiyê, Amûdê, Serê Kaniyê û Hesekê" de gotiye, "Ola kurdên me yên êzdî, ji kevintirîn olên dinyayê ye. Oleke kurdî ya orjînal e. Dia û nimêjkirina vê olê bi zimanê kurdî ye, Ev ol bi koka xwe li olên Hindo-Îranî yên Mezopotamyayê vedigere. Ev oleke xweristî û serbixwe ye. Taybetiyeke vê olê ya kevneþopî jî ev e ku yên êzdî îbadetên xwe bi zimanê kurdî dikin." Û piþtre li ser êzdiyên herêma Tirbesipiyê, Amûdê, Serê Kaniyê û Hesekê sekiniye, navê eþîrên wê derê daye.
Zimanzan Haydar Diljen nivîsa, "Zarokên nûzayî bi zimane dê û bavê xwe gixînî dikin" weþandiye û li ser lêkolînên ku li Almanya û Fransayê li ser gixînî, qîjîn û giriyê zarokan hatiye kirin sekiniye. Lêkolîn dibêje ku qîjîna zarokan a herî pêþî, ji aliyê wî zimanê ku dema zarok hîn di zikê diya xwe de bûye bihîstiye forma xwe digire.
Prof. Dr. Marif Xeznedar jî li ser "Mêjûya danîna alfabeya zimanê kurdî" ku nivîsa wî ji tîpên erebî adaptayî latînî hatine kirin.
Her wiha hevpeyvîna Samî Berbang a ku bi zimanzan Laura Shepherd re kiriye balê dikiþîne. Laura Shepherd ku zimanzanekî amerîkî ye, piþtî ku koçberên kurd ên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nas kirine hezkirina wê ya ji bo kurdî çêbûye û dest bi hînbûna kurdî kiriye. Di encamê de bi qasî ku gramerê binivîse hînê kurmancî û soranî bûye. Dûre pirtûkek wê bi navê "Soranî Kurdis Reader" derxistine niha jî pirtûka wî ya bi navê "Advanced Kurmancî Reader". Di hevpeyvînê de ew li ser zehmetiya kurdî û hin pêþniyarên di vî warî de disekine.
Her wiha Mamoste Marûf, Dilawer Zeraq, Aiwei Shi,Dr. Abdulwehab Xalid, Laura Shepherd, Mihemed Ronahî, Kerem Soylu, Amin Hesenpur, Dr. Baîz Omer, Samî Tan, O. Jîgalîna, Doç. Dr. Galip Alçitepe, Reþîd Findî, Olga Jîgalîna bi nivîsên xwe keda xwe xistine nav kovarê.

Jeder:
Diyarname







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1986