Serokê dezgeha Îsraîl-Kurd birîndar kirin
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 19 ÝÈÑÇíÑ 2010
Mijar: Nûçe



  Serokê dezgeha Îsraîl-Kurd Dawud Baxistanî li Enkawayê kete ber êrîþekê. Li gorî zaniyariya gihiþtiye navenda me, Baxistanî ketiye ber êrîþa grubek çekdar. Kesên çekdar ew birîndar kirine. Piþtî bûyerê, Baxistanî rakirine nexweþxanê. Rewþa Baxistanî ber bi baþiyê ve diçe.
Li gorî zaniyariya ji aliyê Baxistanî ve hatiye dayîn, êrîþ ji aliyê alîgirên Nûrî Osman ve hatiye kirin. Osman endamê dîwana encûmena wezîran li Herêma Kurdistanê ye.
Di beyana Baxistanî de tê gotin ku, ew qet ne li dijî Osman bûye. Çi pirsgirêkên wî bi Osman re çênebûye. Lê Osman êrîþa li dijî wî organîze kiriye. Di dema bûyerê de, komek çekdarên Osman êrîþ birine ser wî. Êrîþ li ber çavê Osman û bi rêvebiriya wî çêbûye. Osman însîyatîfa xwe bikar aniye û bûyer bi çi hêz anjî pirsên malbatî ve ne girêdayî ye.


Me xwe gihand navenda Israil-Kurd li Kurdistanê û zaniyariyên ji rojnamevanan hatiye girtin wisa ye:
Di rewþek wisa de ku, gelek welatên cîhanê têkiliyên cewaz bi Herêma Kurdistanê re datînin û hikumeta herêmê jî hewil dide rewþa mafê mirovan li Herêma Kurdistanê xurt bike, pêkhatina bûyerek wisa û êrîþa ser serokê dezgeha Îsraîl-Kurd li Kurdistanê Dawud Baxistanî qet nexweþ e. Divê pêkanînên li derveyî demokrasiyê qet neyêne pejirandin û Hikumeta Herêma Kurdistanê pirsa êrîþa li ser Dawud Baxistanî pir cidî bigire. Baxistanî piþtî tedawiyê, li dijî êrîþa li derveyî demokrasiyê dê gavên pêwîst bavêje.

EuroKurd News – eurokurd.net








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1985