Helbest
Dîrok: ÇáÃËäíä 15 ÝÈÑÇíÑ 2010
Mijar: Nûçe




  Ebdilmecît Þêxo

Helbestek nexweþ bû ,
dilê wê vekirin ,
girek peyvên avis,
             sermest
di kerwaneke dirêj de
li piþt hev sîwar bûbûn ,
ji dildarên çîrokên jînê re
destanên evînê dihûnan ,
û ramanên bajarê xwe
bi ava çavên jinebiyên  Amedê
                 Mehabadê
                û Helebce
                 diþuþtin .


   Çîrok
             
Çîrokek bi tijî dengê xwe dikeniya ,
ji wê pirsîn , çima ?
Vê carê çîrokê qêrîn kir,
dîsan ji wê pirsîn çima ?
  Çîrokê  herdu destên xwe ,
danîn ser pêsîrên xwe , 
dagrî  û got; îro Riþkooooo  jî
bû ye xazgênciyê  min ….. . !!!  

Efrîn ,1.2.2010

Diyarî ji konferansa  çîroka Kurdî  re li  Amedê

   







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1981