Ji buroya Kurdî Konferansek giring: Koçbûnên Kurda li Ewropayê
Dîrok: ÇáÃÍÏ 07 ÝÈÑÇíÑ 2010
Mijar: Nûçe



  Seroka Buroya Kurdî li Brukselê Perwîn Cemîl

Serokatiya Buroya Kurdî ya Pêwendî û Agahdariyê li Brukselê û ”Centre de Culture Européenne” rêxistineke ku ji aliyê UNESCO hatiye nas kirin, li ser mijara koçbûnên Kurda li Ewropayê konferansekî giring pêk dihênin. Konferans roja înê, 12. 02. 2010 an, katjimêr 14.30 de, li navnîþana Kommisyona Ewropî InfEurope, Schuman, 1 rue Archimède, 1000 Bruxelles ê pêk tê.


Seroka Buroya Kurdî li Brukselê Perwîn Cemîl ku li ser pirsê pispor e, bi program û zaniyariyên taybetî derdikeve pêþberî beþdaran.

Dîroka koçberiya Kurda û koçberiya Kurda ya Ewropayê rûpelek giring ji dîroka me ye. Me xwe gihand Perwîn Xanimê û wê li ser naveroka programa xwe zaniyarî da me:

”Ez ê koçbûna Kurdan li Ewropa bi awakî kronolojîk bixim van qonaxan:

- Destpêka sedsala 20mîn: Ezê weka nimûne li ser karê çend ronakbîrên
Kurd ku li Ewropa jiyan bipeyivim: Þerîf Paþa, Ekrem Cemîl Paþa, Kamuran
Bedir Xan, Leyla Bedirxan ...


1960: Kurdên Tirkiyê, weka karker, tevî Tirkan, di çarçeva siyaseta
Ewropa ku bangî karkeran ji Tirkiye, Maroc, ... kir.
1975: Kurdên Iraqê, piþtî hilweþana þerê çekdarî yê Mustafa Berzanî.
1979: Kurdên Îranê: avabûna Komara Islamî li Îranê.
1980: Kurdên Tirkiyê: piþtî darba leþkerî ya 12.09.1980.
1980-1988: Kurdên Îran û Iraqê: þerê Saddam Huseyn li dijî Îranê.
1983: Kurdên Iraqê: qirkirina Berzaniyan.
1987-1989: Kurdên Iraqê: nijadkujiya kurdî "Enfal" û Halabca.
1991: Kurdên Iraqê: serhildana kurdî piþtî þerê Saddam li dijî Kuweytê.
2004: Kurdên Sûriyê : serhildana 12.03.2004.


Piþtre ezê hinek li ser rewþa Kurdan a nuha li Ewropa bipeyivim: ji aliyê
aborî, civakî, çandî, siyasî ...”

EuroKurd News – eurokurd.net







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1971