Demhat Dêrikî
Derî veke stêrka min!
Hemû deriyên dembûrî di pêþwazîkirina dilê min de bigre
Û bi wî kirasê rengsorî ku bêhna Qamiþlokê jê tê
Min di eþqa welatê çavê xwe de hembêz bike.
Min hembêz bike…bi wî agirê bi hesreta hilweþîna çar dîwarin
Bi hesreta azadiya peyv û hevokan
Min di nava ramûsanên þeva xwe de bibe dilê xwe yê ji bêhna baranê.
Min bibe û li ser sermemikên xwe û di navbera lêvên xwe yê gulgulî de
Bike destanek ji dergehê vekirî re û bike navek ezelî di pirtûka evîna xwe de.
Bila wê demê dînatiya þevê bi navê me be
Dilopên baranê li kolanên þermê bi navê me be
Û bila em navek qedexebin di rojnameyên bê bextiyê de.
Derî veke stêrka qiblegeha min
Ez ê pirtûka ferhenga evînê diyarî berxika dilê te bikim
Ez ê hemû jêderêþan, jêderahînan, jêderderdên te
Û serpêhatiyên bê dengiya te di vê ferhengê de bikim peyvên gulgulî li ser dêmên te
Wê demê hemû peyvên awirên te yê di çavê min û te bibin dengvedana ÞÎRÎN!
De derî veke…
Ger te vekir
Ez ê xwe di kenê te de biþom
Ez ê xwe di nav û rêzehevokên te yê ji ferhenga dilê min avabikim
Û ez ê dilê te ji xwe re bikim nasnameya dilê xwe!..de derî veke, ma ne bese ji êþan re!?