Misto bi lez sê tenke zêt bi erzanî firotin , ji xwe re taqumek Turkî û pêlavek kirîn.
Misto di çarþiya kevin re bi peyatî diçe , ew her çend mitran dimeþe , ji dest kurtan vedikulime , derlingên pantron û solên wî ji golên avê û heriyê pir gemarî û þil dibin , neyse ; Misto xwe bi cersiyeke mezin gihande mala hevalê xwe yê ku li El-eþrefiye rûdine…
Êvara te xweþ û geþ be xûþka min !
Êvara te jî xweþ û geþ be bira , lê. bi xwedê êvara min ne xweþ e û ne jî geþ e… ,fermo !!, fermo !! , lê Rîngo ne li mal e …, ew dîsan li kîjan çayxanê rûniþtiye , ez nizanim , fermo !!, ser çavan tu hatî …. Misto bi þermî derbaz bû , lê xûþka min ez ji ber derling û pêlavên xwe ve pir þerm dikim , kolanên Efrînê mirovan dicersînin , tu dibêjî qey þaredariya bajarê me tim xew kirine . Bêhna xwe pir teng meke birako , ma kê gotiye , taxa me El- eþrefiyê ji Efrînê baþtir e !!! ???, ma te li derve komên turikên gemarê ne dîtin ? Xwedê xêra te vê êvarê bide kekê Misto ,. Weleh min bîra dostê xwe Rîngo kiriye , Zênebê li Telîfona mêrkê xwe xist , lê Misto di vê navberê de bang li keçka Rîngo kir û ji wê pirsî , birazê Bêrîvan , tu niha di kîjan polê de yî ? Mama ! Mama ! Bêrîvanê bang li diya xwe kir , û ji wê bi zimanê Erebî pirs kir , hade Zelemê þo bîqul ? ( Ev mêrka çi dibêje ? ), Misto rûçkê xwe tirþ kir, kovanek kûr kiþand û berda , bê deng rûniþt û di dilê xwe de got ; helbet dê niha bavê Bêrîvanê were . Rîngo weke her car li taksiyê (Taxî) yê sîwar bû û vegeriya malê xwe , perên wî ji ku de tên , qey ne xema wî bû .
Êêêê Ehlen û wesehlen Misto ! Her bijî , her bijî Rîngo ! Misto got û yekser pirs kir, Rîngo ! Rîngo ! Eger ez ji pend û þîretên kurdî tiþtekî ji te re bêjim , tu xwe ji min na xeydînî ? ( Belkî ev peyvên Cegerxwîn bin jî , ez nizanim ).
Hey wex ji te re Misto, ez , ez ! Ez dikanim marên gewr li ser sîngê xwe di kela havînê de biçirînim û xwe ji jehrên wan biparêzim , de bêje loooo...
´´Kî nebêje û bike þêr e
kî bêje û bike ew mêr e
kî bêje û neke ew kerê nêr e..`´
Te sed carî di nav heval û dostan de gotiye, bi zimanê xwe bipeyvin , bi zimanê xwe bixwînin , bi zimanê xwe silavê bidin û bi zimanê xwe li silavê vegerînin , vêca tu çi dibêjî rebeno ?
Vê carê, Rîngo nizanî bû xwe di kîjan qulêke , hema ev firka bi kenekî berevajî derbaz kir.
Piþtî þîvxwarinê , ev herdu heval û Zêneb xanimê bi hev re þevbuhêrka xwe li ser rewþa civakî , rêzanî, darayî derbaz kirin , ji Efrînê de ketinê , ra di Biruksilê re derketin û li cem doza Felestînê rawestiyan . Lê piyalên meyê hîn li pêþ wan in , Zênebê ne xwast Rîngo hîn pirtir bipeyve , ewê mîvanê xwe þande nava nivînê.
Misto du , sê piyale mey ji Rîngo kêmitr vexwari bûn , guhên xwe di nav nivîna xwe de bel kirî bûn , Rîngo yekser bi Zênebê re got , te dît Zêneb , vî bê namusî çi gotin davêtin min , ax Zêneb tu zanî , eger ev bergîra hevalekî me di rêxistinê de ba , minê ewa bi hezar û pêncsed kîlo mitir ji partiya me bi dûrxista . Çawa ? Çawa ? Zênebê ji serxweþê xwe pirsî , hûn dikanin ewqas zû rûmetên hevalên xwe birîn bikin ? Zêneb ! Zêneb ! Ew kesên zimanên xwe bi kesayetiyeke mîna min re dirêj bikin , em wanan pir zû li ser dûvên xwe rûniþtin didin , tu ji min têgihîþtî , lê na Zênka min , beseeeee , ev ne karê te ye , tu wê þûþê
Bîre jî ji min re hûne , hîn ezê hin waneyên din bi te dim rebena min . Lê Misto di nav nivînê de ji serma re , xwe melisandiye , ew dixwaze here mîzke , lê ew ditirse Rîngo zanibe ku Misto hîn xewnekiriye , ew di turkeke neylon de mîz dike û di beriya pardesonê xwe de vediþêre , lê ew hîn guhdar dike .
De bese looooo , bi serê Ahoramezdayê mîhreban , vê vexwarina meyê te ez jî sermest û gêj kirim , Zênkê gote mêrkê xwe , Rîngo jê pirs kir , te got çi , çi bi serê kê !! ? Kî ye ev ? Zênebê got, baþ e , baþ e bi serê Parse Xatunê , Lê Zênika min tu van navan ji ku tînî ! ? Lew Rîngo ! Min duh wateyên çend peyvên kurdî ji te pirsîn , te gote min , ez nizanim , min pêrar ji te lava kir, ku tu hinekî ji min re li ser dewleta Mîta –Horiyan bipeyvî, tu ji bersivê reviya yî , rind e ku tu kes guhdarî me nake , bi gorna bavê min te yê em bicerisandana !! Hey wex bextê , hey wex ! Ez bi kîjan nezanî de ketime !!!
Nîvê þevê derbaz bû , Misto hîn xwe ne dilvîne û ne diþivîne , di berxwe de dikene û ji xwe re dibêje ; min zanî bû ku min îþev çi kir !!!
Te got ci rebena min , ez kî me ? Ma rast tu nizanî ez çi me ! ? Wey mala te xera be , ez çel salên rêber im û ji bo azadiya kesên mîna te lotikvanê têkoþînê dikim , te bihîst ? Erê , erê min bihîst rêbero , lê kanî bêje , tu tim çawa dibî rêber û mêber ?
Bi rastî , jinik ! Rêbertî pir hesan e, lê ev ne karê te ye , lê eger ku tu dixawzî ese zani bî , siba ji Misto pirs bike , ew sîh sal in dostaniyê min dike..
Di roja din de , Rîngo mîvanê xwe li mal dihêle û ew bi lez diçe ser sozê xwe , Misto ji xewê þiyar dibe , Zêneb di ber qehwevexwarinê re ji Misto dipirse ; keko Misto ! Bi serê xwedê ez na xeydim û ne jî , ji Rîngo re bersiva te dibêjim , eger tu ji min re bêjî çawa Rîngo bû ye rêber ? Xûþka min Zêneb ! Bi serê lawê min Ciwan ez jî nizanim !!! , lê ez zanim ku Rîngoyê me hîn ji pir rêber û mêberan zanetir e .
Zênebê got ,
TEEE GOOOT ÇIIIII ????!!!!!!!!!!!!!
Efrîn, 3.1 2010