Gerra Cimbilat ya levhatin û aþtbûnê
Dîrok: ÇáÃËäíä 18 íäÇíÑ 2010
Mijar: Nûçe



Salih Demîcer

 Piþtî gelek nerîn û helwestên  wî  di  derbarê  pêvajo û pêþketinên siyasî li Lubnan de ,  ku wan roleke mezin di guhertina terazûya  hezên Lubnanî de list  û bûn cihê pîrozbahiyê,  li nik hin aliyan û  rexneyan li nik alîne din.   serokê partiya pêverû ya sosyalîst û frankisyona hevdîtina demuqrat  welîd cumbilat biryar da ku evan helwest û nerînên xwe   bi awakî piratîkî bi kar bîne  û biþê wek lîstikvanekî  siyasî sûdê ji wan wergire û nehête dûrxistin li ser qada siyasî ya Lubnanî.


  Di evê hewildan û çarçowê de  cumbilat dest bi gerreke levhatin û aþtbûnê  kir di navbera  wî û hin aliyên ku di demên berê de wek dijber jêre dihatin nasîn.
  Di seretayî de wî hevdîtinek li gel serokê þepola  yekbûna Lubnanî   wezîrê berê Wîam Wehab  li mala evê dawî li dar xist û hejmarek wezîr û berpirsiyar ji herdû aliyan tevlî  wê bûn.
  Ev hevdîtin ji aliyê çavdêran de bi gelek nerîn û helwestan hate þîrovekirin , hinan ew wek dergeh ji serdaneke cumbilat bo Þamê re dîtin , hinan ew wek gaveke pêwîst û destpêk ji dawiya nakokî û rikberiyê di navbera aliyên Lubnanî de dîtin û hinan jî ew ber bi aliyekî olî de birin û wek levhatineke Dirzî nirxandin.
 ev nerîn li þûn ma piþtî hevdîtin û kombûna wîye duyem  li gel serokê partiya demoqratî a Lubnan Telal Erislan û niwênerê huzbullah  Mihemmed Re’id û niwênerê tevgera emel Elî Hesen Xelîl  ji bo heman armancê.
   Çalakiya cumbilat a sêyem di evê derbarê de ewbû hevdîtina wî ye li gel serokê þepola niþtimanî ya azad Mîþêl ‘On , ku bû demeke dirêj amadekarî jêre dibin .
  serkirdeyê Dirzî  di evê kombûnê de ragihand ku ev cûre levhatin zor girîng û pêwîstin ,çimkî  li Lubnan kesek navêt vegere demên þer û dijberiyê  û her wiha ev levhatin  ne arasteyî çi kesî û çi alî ne.
  Niwêner cumbilat di derbarê serdaneke wî bo  Þamê de, anî ziman ku wî çi merc nînin da biçe Sûrê  lê tenê hin xalên biçûk hene ku girêdayne bi bikaranîna hin bêjeyan  di demên berê de ji nik herdû aliyan , û dema ew bêtin çareserkirin wê serdan pêkwere.
 Hêjayotinê ye ku ev hevdîtin ew hevdîtina yekeme di navbera herdû serkirdeyê dirzî û mesîhî de ji dema vegera Mîþêl ‘On  de  ji Firensa sala 2005an.
 Di evê derbarê de rêvebirê nûsîngeha ragihandina Welîd Cimbilat birêz Ramî elReyês di axaftineke xwe de li gel Kurdistan tv ,anî ziman ku zor pêwîstbû helwestek pête standin da hemî aliyên Lubnanî pêgiriyê pê bikin çimkî serborên van çend salên dawiyê dupat kirin ku roj bi roj rewþ têk diçe û Lubnan gihîþtibû qonaxeke ku têde þerekî navxweyî derkeve holê  û her wiha wî got:
“ em baþ dizanin ku nakokî di navbera aliyên Lubnanî de hene û em nikarin di roj û þevekê de wan nakokiyan bicîbihêlin lê tiþtê em dikarin ewe nêzîkirina nerîn û helwestan bi þêweyekî ku nakokî û neyeksanî bi awakî rêk û pêk binû dernekevin kolanan”.
Ramî elreyês berdewam kir û got:
“em wekû partiya pêþverû ya sosyalîst evê çalakiyê wekû gaveke pêwîst û pîroz  dinirxînin û em hêvîdarin ku hemî aliyên Lubnanî li ser evê rê û rêbazê kar bikin û gavin ji vî rengî bavêjin û hewl bidin da qonaxeke cuda  ji qonaxên berê sazbikin”.
  Ne veþartiye ku Cimbilat dihate nasîn bi dijberiya xwe ye diyar ji rejîma Sûrê re û ew li gel partiya Hêzên Lubnanî bi serkirdayetiya Semîr Ce’ce’  yê Mesîhî û Þepola pêþerojê bi serkirdayetiya Se’id Herîrî yê Sinnî , sê aliyên bingehînbû ji hêzên14 avdarê re û wî  bi guhertina helwestên xwe ye ,ku bi awakî fermî berî damezrandina hikûmeta Lubnanî  perde ji ser wan hate hilanîn , guftûgoyek berfireh di qada siyasî ya Lubnan de derxiste holê . û renge Ev gera wîye dawiyê ew wergerandineke piratîkiye ji hilbijartina cihekî nuh re ,di piroseya hevbendiyên nuh de Li Lubnan û her wiha ew amadekariyeke ji duristkirina pêwendiyên serkirdeyê Dirzî li gel rejîma Sûrê û serdana wî ye bo Þamê ku renge di demên pêþ de were bicih anîn.
Beyrût
16-1-2010








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1954