Ciwan Haco Konferansa Dersimê vedike
Dîrok: ÇáÎãíÓ 14 íäÇíÑ 2010
Mijar: Nûçe



  Konferansa navnetewî ya Dersim-1938 an ku ji aliyê organîzasyona mafê mirovan ya li dijî jenosîd kirina gelên Kurdistanê Kurdocide Watch-CHAK ê ve tê organîzekirin û di 24 çileya paþîn 2010 de li Stockholmê pêk tê, programa xwe diyar bû. Li ser pirsê beyana Kurdocide Watch News ê wisa ye:
Cihê kêfxweþiyê ye ku hêja Ciwan Haco bi dengê xwe yê xweþ beþdarî konferansê dibe. Hunermendê mezin yê Kurd Ciwan Haco di muzîka Kurdî de ekolek bi sere xwe ye û konferans bi stirana “Dersim welatê ma yo” dest pê dike:


Dêrsim welatê ma yo
Palo welatê ma yo
Welatê s(sh)ervana yo
Welatê wes(sh) û rindo
 
Welatê ma kurmanci yo
Serê koyê dizgenî yo
Seyid Rizo seyidê ma yo
Reberê welatê ma yo…
 
Paþê du pisporên dîrokê Prof. David Gaunt û Håkan Blumqvist dê li ser jenosîda Dersimê axaftinên bi wate pêþkêþ bikin. Niwênerên partiyên polîtîk li Swêdê beþdar dibin û dê li ser pirsê dîtinên xwe bihênin zimên. Hejmarek dezgehên mafê mirovan û demokratîk beþdar dibin. Dezgehên demokratîk yên kurdan bi giþtî hatine vexwendin. Bi ihtîmalek mezin ji niwêneriya BDP ê jî mêvan tên. Meclîsa Aþitiyê li Ewropayê beþdar dibe. Niwênerên Aþûriyan beþdarî konferansê dibin. Her wisa niwênerên gel û baweriyên cewaz li Kurdistanê hatine dawetkirin.
Þanoger û senarîstê Kurd Kemal Gorgu þanoya Dersimê pêþkêþî temaþavenan dike. Her wisa þahidên buyerê dîtinên xwe dihênin zimên û fîlmek li ser pirsê tê pêþkêþkirin. Nivîskar û lêkolînêra Kurd Evîn Sêvê Çîçek ji Swîsreyê tê û bi fransî dîtinên xwe dihêne zimên.

EuroKurd News – eurokurd.net







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1950