Elo û mîrê bota
Dîrok: ÇáÃÍÏ 03 íäÇíÑ 2010
Mijar: Dîrok



 Dilovan çeto

Dibijin di cizîra bota de gelek çem û golê avê hebûn , û jibo vê yekê kesê li cizîrê dijîn gelek zor zehmetî dikiþandin di çûn û hatina xwede nemaze kesê livî aliyê çem û kesê li aliyê dîtir.
Mîrê bota ev zehmetî bi çavê xwe dît û jibo wilo fermanek da bi avakirina pirekê liser çem jibo çûn û hatina xelkê cizîrê û lawirên wan. 


Piþtî zemanekî pir hate avakirin û miletê cizîrê gelekî kêf xweþ bûn bi avakirina vê pirê û gelekî razîbûna xwe dane xwiyanîkirin ji mîrê bota re.
Rojekê mîr drekete ser banê qesrê û dûrbîna wî pêreye û çavê xwe li bajêr gerand , carekê dûrbîna wî hate ser pirê, dît vaye zilameke bi çar lepika di ser pirêve dixwazê derbasbê rexê dîtir ji çem.
Mîr dûrbîna xwe liser hêla ta ew mirov derbas bû û çû rexê dî ji çem lê çawa di tirsa , mîr dinava xwede got min tirsonek dîtine lê mîna vî kesî min tucarî ne dîtine.mîr siwarek þiyande baskî pirê de û jêre got jiminre navê wî mirovî naske û binêre  ew çi kese û ji kîjan eþîrê ye.
 li dîwana mîr gelek kes lidora mîr civabûn,mîr bankire wî siwarê ku þiyandibû navê wî kesî bênê û jê pirsî  kîbû ew mirovê ku newêrîbû diser pirêve bimeþê û bi çarlepika derbasbû rexê dî .
Yê siwar jêre got mîrê min filan kesê kurê filan kesbû û ji filan eþîrê ye .
Mîr bidengekî qube got : xwedê jê ne razîbe û ew mirovekî tirsoneke û pîse û eþîra wîjî weke wî pîse, eger eþîra wî baþbane û mêr têde hebane wê ewjî mîna eþîra xwe bane.
Elo jî li dîwanê rûniþtiye û yek ji zilamê mîre û di nav mala mîrde dijî , lixwe ne xweþ kir dinava xwede, lê nikarê bimîr, ji dîwana mîr derket û berê xwe da axurê hespa û hespek neqand û derxist, lê siwarbû û berêwê da biçolêde ta ew westand û ji niþkave berê wê da pirê û bû þîqe þîqa hespê û berê wê kete avêde û çara wê nema ji bilî derbas bûna pirê pêve.
Lê elo hiþk bi hefsarê hespê girtiye û diser pirêve diçê û tê .
Xeber dane mîr û gotin siwarek diser pirêve diçê û tê , hema mîr dûrbîna xwe da ber çavê xwe û li rexê pirê meyzand çawa ew siwar hespê didê bi cirîda û her carekê di ser pirêve derbas dibê peþkê avê jiber lingê hespê belav dibin.
Mîr bilez dukes þiyandin da binêrin ev kiye wisa diser pirêve derbas dibê .
Herdu kesa meyzandin vaye eloye !!
Jêre gotin bilez were mîr te dixwazê, elo got herin ezê werim, elo hesp vegerande cihê wê û hate dîwanê, silav da û rûniþt .
Mîr berê xwe da elo û got hey agir bi rihê te keto ma cirîda te nîne nego liser pirê bê, ma tu nabê lingê hespê biþkê û tu bikevê çemde û tu bi fetisê, ma tu bûye rustemê zal yan jî enter ibnil þedad, qey cegerê te ji polaye.
Livir elo rabû û got mîrê min qey nayê bîra te ew kesê diser pirê ve bi çar lepka ve derbas bû ?
Mîr got lê tu çima dikê behsa wî kesî !?
Elo got ew kes pismamê mine û ji eþîra mine û te got ew mirovekî pîse mîna eþîra xwe, dema te wisa got limin nexweþ hat lê ma ezê çibikim ez nikaim bite lê ji qehra navê xwe min wisa kir û te derbê mêra dîtin.
Livir mîr got : gelî mêra ez ji gotina xwe vegeram .raste heçî eþîrin mîna dehlêne þêr jî têde hene û rovî jî têde hene û berê xwe da elo û got kurê min elo tu þêrî û ew pismamê te roviye .
 
dilovanceto@hotmail.com
 
 
 
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1943