Qurmiçandina qurmiçandinê
Dîrok: ÇáÃËäíä 21 ÏíÓãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



  Silêman Azer
silemanazer@hotmail.com

Di van rojên bûrî de, min du gotar li ser mehrecana helbesta kurd ya 14 mîn xwendin,yek ya helbestvan Ezîz Xemcivîn bû,û ya diwemîn bersiva helbestvan Ibrahîm Ebdê bû li ser gotara helbestvan Ezîz.
Di vê gotarê de ez xwe nêzîkî wê danûstandinê nakim, û ew mijara ku herdiwan li ser nivîsandibû,bi tenê ezê li ber tiþtekî rawestim,ew jî rewayiya qurmiçandina hinek gotinan di helbestê de ye.


Bi rastî ev mijar bi xwe gelekî berfirehe ji ber ew ne tenê bi qurmiçandina tîpan ve girêdayî ye, lê ew bi zimanekî ve girêdayiye,em ne li rewayî an ne rewayiyê digerin,ji ber ev yek ji helbesvan re rewa ye,lê ka çima em nayên li ser pirsgirêka bingehîn naxebitin.
Çima yê helbestvan bê çare dibe ku hinek gotinan di helbestên xwe de biqurmiçîne...?,û ji ber çi ev yek dibe,gelo heger her helbestvanekî çend gotin di helbesteke xwe de qurmiçandin,naxwe di demeke ne gelekî dirêj de wê tevayiya gotinên kurdî qurmiçandî bibin û wê bêne kesixandin wek dara bê þax û pel û xwe li ber tu bahozan nagire.
Ev mijar bêtir girêdayiye bi þêweyê nivîsandinê ve,û bi taybetî bi helbesta kilasîk ve,ji ber helbestvanê ku helbesta serbixwe,an helbesta bê kêþ,nûjen....h.d.ji van nav lêkirinan,nakeve wê tengeayiyê ku gotinên xwe biqurmiçîne,lê helbestvanê kilasîk bêçare li ber vê yekê,divê ew malikên xwe yên helbestê bi yek kêþ û yek rêzbendê kuta bike,li vir ew neçare ku ew dest bi qurmiçandin û kesixandina gotinan bikê.
Ziman yek ji alavên nivîsandinê yê serekî ye,û dema wilo ez bi hesanî gotinên ziman biqurmiçînim, ez ziyaneke mezin dighînim ziman,raste belkî ji mafê min e ew qurmiçandin lê ew nexweþiyeke di helbesta kilasîk de,wek berê li cem helbestvanên Ereb ku digotin ji bo(giringiya)helbestê.
Helbest wek çalakiyeke mirovanî ew bi hest û ramana mirov ve girêdayiye û ziman e ew alava ku di riya wê re yê afirêner hest û ramanê xwe derdixe,gava ew alav hino hino tê qurmiçandin bê guman rolekê di paþxistina ziman de dilîze,û ew zimanê ku ji kît û font û fonîtîkê...h.d pêk tê tekez ew ji nermbûn û zelaliya wî kêm dibe.
Em bivin nevin dema ku yê helbestvan girêdayiye be bi hinek mercan ve, ew yek hiþê wî jî bi xwe re girê dide,ji ber ew ne azade di pêk anîna ziman de,wilo jî divê rêzbend û kêþesaziyê jî bi kar bîne,li vir xwe di xelekekê de dibîne,û nikare bi azadî jî birame ji ber ew serbest nikare wan gotinan bi kar bîne.
Li vir em çawa dikarin xwe ji vê astengiyê rizgar bikin û ziman bi azadî bi kar bînîn ez vê yekê ji helbestvanê wî þêweyî re dihêlim,û ezê vegerim ser girêdana ziman bi wêne ve.
Ew kes ku di bin mercin dorpêçkirî de afrinediyê dike bê guman têkiliya wî bi nûjenî û hestbûnê re heye,ew diriya wî zimanî re bîr û baweriyên xwe derdixe ser rûpelan û têkildarê deng û wêneya ye.çawa wêne di girêdan û bendan de dikarin bi baskin azad bifirin û neyêne girtin di davên qurmiçandinê de.
Dema raman û hiþê mirov ne azad be ew nikare berhemên azad jî bi nivîse û ew wek hiþmend û dûrbîn were diyarkirin.pêkanîna wêneyekî nû,bê guman hiþekî vekirî û nû dixwaze,û ew wêne derûniya wî afirênerî derdixe û di hevoksaziya wî wêneyî re ramyarî û çavbîniya wî diyar dibin.wêne yekemîn mercên helbesta nû ye û ew di riya ziman re rengîn dibin,naxwe çawa ez dikarim zimanê xwe bi pêþxînim û hîna ez li dorê diçim û têm ku çawa ez karibim wî biqurmiçînim,gelo ev ne dijberî hevin.
Ez naxwazim gelekî vê mijarê fireh bikim,lê daxwaz ew bû ku raste ta niha bi wî þêweyî afirandin dibe lê ew bandoreke mezin li ziman dike,û pêre jî ew dibe astengek di riya pêþketina ziman de.û di demên dirêj de ew bi xwe dibe kelemek ji ziman re tevî ewqas kelemên di pêþiya zimanê kurdî de.

Jêder:avesta kurd







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1931