Luqman Yûsif Û Reþ Û Spî
Dîrok: ÇáÃÍÏ 20 ÏíÓãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



  Cemþîd Bagokî

   Di van rojên paþiyê de ev pirtûka bi navê (Reþ Û Spî: Çîrok û Çîvanok), ya rêzdar Luqman Yûsif derketiye ber destê xwendevanan. Bi min xweþ e ku ez vê pirtûkê bi xwendevanên zimanê kurdî bidim naskirin. Pirtûk ji 110 rûpelan pêk tê, 27 çîrok û çîvanokên gelêrî di nav rûpelên xwe de kom dike, bi kurdiyeke zelal û þêrîn hatine hunandin.


   Ev pirtûk di dawiya sala 2009 an de ji rex NAVENDA AÞTÎ ya lêkolîn û tiwêjînewe ve hatiye çap û belav kirin û di wezareta rewþenbîrî de, di bin hejmara 1675 an, sala 2009an de hatiye tomar kirin. Pirtûk bi pêþgotinek bedew a mamoste Konê Reþ hatiye xemilandin.. Werin, emê bi hev re wê pêþgotinê bixwînin, ka bê Konê Reþ ci li dor vê koma çîrokan gotiye:
  Reþ û Spî(çîrok û çîvanok)

   Reþ û Spî: Komek çîrokên gelêriye, ji danhev û berhevkirina mamoste Luqman Yûsif e.
   Luqman Yûsif; ev xortê kurdperwer yê ku di ser du salan re xwe bi van çîrokan re mijûl kiriye, xwe bi wan re westandiye, ta ku wî ev çend çîrok û çîvanok ji civata kurdî berhevkirine.
   Di deryaya van 27 çîrokan de, mirov pêrgî pendên bi henekî, zîrekî, þarezayî û fen û xapên civatê dibe. Ango mirov serbûriyê ji wan digire. Bi wateyeke din, mirov di van çîrokan de rastî xisletên civata kurdî, rastî raman û fikra kurdî dibe û wiha di nav pêwendî û danûstandinên civata kurdî re derbas dibe.. Di vê derheqê de dikarim bibêjim ku, Luqman bi zîrekî çîrokên xwe ji nav civatê, ji bûyerên rojana di civata kurdî de danehev û bi hunerî kirasekî nû li wan kiriye, ango wî zargotin û bûyerên civata kurdî bi hunereke moderin, ji hundirê civata kurdî vedizîne û bi kurdiyeke zelal nivîsandine û wiha di rengê komek çîrok de ji xwendevanên gelê xwe re pêþkêþ dike.

   Di vî warî de ev berhema wî a yekemîn e, em hêviya berhemin din jê dikin ku ji vê berhemê çaktir û tekûztir be û wek ku kurdan gotiye: (Goþt bê hestî nîne), Hem jî wek ku mîr Celadet Bedirxan gotiye:
( ..Belê xorto! Di dewra xwe de kêm û zêde, kiçik mezin, civat, kom, civanokan dê bibînî. Di dinyayê de tu tiþt nîne ko tekûz bit. Di her tiþtî de, nemaze di karên nûdetspêkirî de, pir car kêmanî hene. Heke te ew kêmayî dîtin, hema dirêjî wan meke. Lê bixebite ko tu bikevî nav wan, arîkariya daniyan bikî û wan kêmaniyan bi edilînî. Hilweþandina stûnekê hêsaniye, huner di rastkirina stûna xuwar deye.
*          *          *
   Xorto ! Holê bixebite, an bi xwe çêke an arîkariya ewan bike ko çêdikin, ava dikin. Lê heger tu nikarî bi xwe çêkî, ne jî arîkariya çêkiroxan bikî hingê bi ên çêkirî þa û kêfxweþ bibe. Ji ber ko ew ji bona te , ji bona miletê te hatine çêkirin. Nav di wan de bide, wan bi pesinîne.
Xorto ! Te dît ko bazekî kevroþkek girtiye, mebêje , ma girtina kevroþkê jî tiþteke. Lê bêje te xezalek girtiye. Ji bona ko baz li xezalê bigere û bide pey wê.
Xorto ! Min got heke tu nikarî çêkî, lê bawer bike, ewlebe ko te dil hebe tu ê bikarî jî. Herçî ko dixwaze di kare jî).
Mîr Celadet Alî Bedirxan ( Kovara Hawar ê, H: 18 / 1933, Þam)
   Sebaretî me kurdan û zimanê kurdî, ez di vê baweriyê de me ku, em çendî li zimanê xwe xwedî derkevin û biparêzin em qenciyê bi xwe dikin.. Ango ne pesne, na þabaþiye û ne melaqiye..bi tenê kurdiye, kurdperweriye û parastina zimanê kurdî ye..Erê wek ku mîr Celadet Bedirxan li jorê gotiye.
    Luqman Yûsif ji neviyên xelkê gundê Tilþiirê ye. Ew xelkên ku di destpêka çerxê 20 an de, li ber destê Seydayê Cegerxwîn û seydayê Ehmedê Namî fêrî xwendin û nivîsîna zimanê kurdî bûne. Ango ev gund wek kelehekê bû ji parastina zimanê kurdî re. Ne seyre ku Luqman jî bide ser þopa wan û xwe di ber zimanê xwe de bi westîne.
   Ew di sala 1965 an de, li gundê Tilþiirê çêbûye, di warekî kurdperwerî de hatiye xwedîkirin û di ode û civatên Tilþiirê de fêrî gelek çîrok, çîvanok û serpêhatiyên civata kurdî bûye. Wî xwendina xwe a seretayî li gund a orte û lîse li Qamiþlo bi dawî aniye, a bilind, di beþê toreyê de (Zimanê Fransî), di zankoya Helebê de xwendiye. Ji ber hezkirina wî ji ziman, zargotin û serpêhatiyên civata kurdî re, wî ev çend çîrok ji civata kurdî dane hev û bi rengekî hunerî ji xwendevanên zimanê kurdî re hunandine û pêþkêþ dike..

   Em jî, bi dil û can wî spas dikin, serketinê jêre hevî dikin û vê pirtûka wî li xwendevanên zimanê kurdî pîroz dikin.
 
20/12/2009







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1930