Daxuyaniyek ji Behrem Haco ((Ez bi Arif Zêrevan re hatim xapandin))
Dîrok: ÇáÃËäíä 07 ÏíÓãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



Jiyana rengan ne weke ti jiyanên din yên afirandinê ye, reng gelek ji afrenerên xwe ji jiyanên normal û civakên derdorê didzin, ez jî yek ji wan kesên ku di nav rengan de ji serê xwe ta bi paniya xwe noq bûme û kêm caran ha ji jiyana derveyî  deryayên rengan heme, li nav pêlên vê deryayê ez hewl didim giyanê azadiyê ji nemanê vejînim, ne bi rêya siyasetê yan tekoşeriyê lê bi rêya firçe û rengan ez dixwazim vê azadiyê bê sînor biafirînim, azadî bi hemû şêweyên xwe, azadiya reng, ya deng, ya dil û giyan.


Bi vê dûrbûna min ji jiyanên rojane ez ji gelek agahî û guherînan qutbûme û bi vê qutbûnê re ez ji piraniya nûçe û bûyerên rojeva miletê xwe bê parmame, bihna rengan nema dihêle ku ez ti bihnên din ji hev derxim. Berî demekê birêz Arif Zêrevan bi min re ket têkiliyê û xwest hevpeyvînekê ji bo telfzyoneka Kurdî bi min re bike, min jî got ser çavan, roja ku hatin ew hevpeyvîn bi min re kirin bi rêzgirtin û bi wê xwerêstina minî ku çi kesê min nas dike vê xwerêstina min jî nas dikin deriyê dilê xwe û mala xwe ji wan re vekir û bi baweriyeka paqij li ser bingeha ku TV Kurdî ye û ya Kurdane ez bûme mêvanê bernameya wan, bi dilekî xweş û geş min melavaniya xwe li nav deryaya rengan ji wan re şirove kir, min nizanîbû ku bihna rengan wê bibe sedema ku ez bi bihna xapandin û fêlbaziya birêz Arif Zêrevan hest nebim, ta name û telefonên mirov, dost û hevalên min weke baranê bi ser min ve bariyan û ji min pirsî tu çima çûye TRT6, dema min ji wan re digot TRT6 çi ye  mane TV yeka Kurdîye??? û kesên hatin hevpeyvîn bi min re kirin tev Kurd bûn û ji min re gotin: TV Kurdî ye û dûrî siyasetê ye bi tenê di warê huner,edebiyat, civakê de kar dike??? ji min re gotin me zanîbû tu hatiye xapandin ji ber tu ji jiyana rojane dûre.

Piştî min rastiya bingeha avakirina vê TV yê naskir, ez ji van kesên ku hewl didin bi xwerêstiya mirovan bilêzin susretmayî mam ku hewl didin movikên pişta mirovan bikin pêlekan û ta ji wan bê ber bi jor ve hilkişin. Piştî min naskir ku TRT6 bereka dijware li dijî miletê min, ku ez bi deryayan ji rengan tabloyên lêborînê biafirînim û bi dîwarên dilê vî miletî dilsoz, cegerdar û cangor ve daleqînim ku bi milyonan şehîd danîne û hê jî datînin di mafê miletê xwe de ezê kêmasiyê bikim.

Heger ez ji jiyanên derveyî rengan hinekî dûr ketibim, ji xak û miletê xwe ti caran bidûr nakevim û vê nedûrbûna min ji vê xakê û ji vî miletî hişt ku bêpirs ez bikevim rav û dafikên kesna fêlbaz ku li ser pişta miletê xwe navtêdan û palpiştiyê didin dewletên setemkar ku bi çi şêwazê be dixwazin hebûn,man û zimanê me bingor bikin. Ez ne siyasetmedarim û têgînin min yên siyasî bê alî ne û xwe tevlî ti rêxistinên siyasî nakim, lê dema ez bi xwe hest bibim bi hemdî xwe yan bê hemdî xwe min ziyan gihandibe welat û miletê xwe, bêdudilî ezê lêbûrînê ji vî welat û miletî bixwazim û bi hêviya bexşandina wî bim û çi sezayê bidne min ezê jê re emade bim. Min ne Arif Zêrevan nasdikir û ne rêbazên piraniya TV yên Kurdî nas dikim û min qet nizanîbû ku TRT6 TV  yeka Tirkiyê ye, bi hezkirina min ji welat û miletê xwe re min deriyê dilê xwe vekir û niha ev dil hest bû deriyê xwe bi wê xweristiya bê sînor bi şaşî vekir û niha heke derfeta girtina vî derî  li ber min nema be jî, ez bawerim ku wê derfeta lêborînê hebe û bi şapa rengên xwe ezê li deriyê lêborîna ji miletê Kurd bidim ku li ser vê şaştiya bê hemdî xwe li min bibûrin.

Sazên ku ji nalên pêyên hespê bavê min Haco di guhê min de jîndarin, ez li ber dengê tembûra bavê xwe Usivê Haco mezinbûme û jê hînî lêdana tembûra Kurdî bûme, ji ba, berfa û serhişkiya çiyayê Bagokê û ji zêrîniya gulgenimên zeviyên Tirbesipyê û Qamişlo ta roja îro ez rengên xwe çêdikim û ta ji min tê van rengên Kurdî bi xelkên cîhanê didime naskirin, ez baş bi belavkirin û spehîkirina van rengan re westiya me  û niha ez ne amade me ku wan bi ava golên girrik û ne zelal û bi rengê tenî û xuliya sar bilewtînim.

Ez lêborînê ji welat û miletê xwe dixwazim, ji dost, heval, hogir û mirovên xwe dixwazim, ji çavê her dilekî ku min li ser ekranên TRT6 dîtibe û bi wê dîtinê re birîndar bûbe, yan tengawe bûbe…bêdudilî ez lêborînê dixwazim.


Behrem Haco
Almanya
07.12.2009







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1916