Edra
Dîrok: ÇáÃËäíä 23 äæÝãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



 Helîm Yûsiv 
 
Edra, navê girtîgehekê li paytexta Sûriyê, Þamê ye. Di vê girtîgehê de, ji sê sedî zêdetir girtiyên siyasî yên kurd hene. Ji wan li derdora sed û heftê girtî ji 30.10.09’an de ketine gireva birçîbûnê.
Heta vir, her tiþt normal xuyanî dike. Lê tiþtê ne normal û dikare tenê li welatekî mîna Sûriyê bê dîtin ew e ku, ji roja ku ev girtî ketine gireva birçîbûnê hetanî vê kêlîka ku ez tê de van gotinan dinîvisînim, ne his, ne pêjin û ne deng ji wan nehatiye.


Ne dikarin malbatên xwe bibînin, ne dikarin parêzerên xwe bibînin, ne jî destûr heye ku kesek ji derveyî wan çar dîwarên hiþk tiþtekî li ser wan zanibe.
Li welêt, di hundir sînorên vî welatê ecêb ku navê wî Sûriyêye, mexlûqek nikare serî rake û bêje: Çima?, li derve jî ji bilî çend rêxistinên belengaz yên mafên mirovan û çend parlementer û kesayetiyên bê hêz yên dostê kurdan di nav siyaseta Ewropayê de, dengê kurdên derve û protestoyên wan naçe tu deverê û kesek guh nade vê tirajediyê.
Berevajî wê, li Almanyayê, peymana ku Wezareta Karên Hundir bi hikumeta Sûriyê re, ji bo vegerandina penaperên kurd yên li Almanyayê mafê manê bidest nexistine, ku di 14. 07. 2008’an de hatibû îmzekirin, hêdî hêdî dikeve piratîkê û yek ji vir, yek ji wir van penaberên ji dojeha feqîrtî û hovîtiyê reviyane, vedigerînin "dojeha ku jê hatine".
Li Sûriyê sînorên tirsê berfirehbûne û dinya hemû xistine hundirê xwe.
Ev hevok ne hevokeke "mecaz" yan jî "fantaziyeke" û ne jî derbirîneke "surreyalîste".
Di vê mînaka jêrîn de jî dê wateya vê hevokê bêhtir eþkere bibe.
Di nav xirecira siyaseta kurdan û parçebûna wan a di nav zêdeyî sêzdeh partiyên biçûk de ku hemû bi awayekî beravêtî ji zik hev derketine û ji navê partiyan bêhtir bi navê kesan têne naskirin, careke din, bi germayiyeke mezin, behsa "rola rewþenbîran" hate holê.
Tev ku, ji hêla termolojiyê de, ez ji têgeha "rewþenbîr" û erzankirina vê têgehê ne rihetim, lê dîsa jî min ramana pêkanîna rojeke gireva birçîbûnê ya sembolîk ji bo piþtgiriya girtiyên Edrayê, pir di cih de dît.
Wisa jî li bajarê Achena Almanyayê, di 14. 11. 09’an de ev gireva birçîbûnê ku hejmarek ji nivîskar, helbestvan û rojnamevanên "Rojavayî" amade bûn, pêkhat. Wisa xuya dike wê li çend bajarên din berdewam bike.
Ji kesên beþdar bêhtir, sedemên nebeþdarbûna çend kesan bala min kiþand.
Ji wan sedeman, hinek kes, ji bo zirar û tadayî negihêje malbatên wan li welêt, li Ewropayê ew newêrin tev li karên wiha bibin.
Hinek ji wan, ji ber çûn û hatina Sûriyê, newêrin xwe nêzîkî karên wilo siyasî bikin û helwesta xwe ya protestoyî û dijber nîþan bidin.
Vê tirsa ku ev dost û hevpîþe û hemkarên me tê de dijîn, careke din firehbûna sînorên tirsê anîbûn bîra min.
Kurtaya gotinê ew e ku carinan dewletek, rêjîmek, sîstemeke siyasî, dikare ne tenê welatekî, belê hemû dinyayê ji bo "rewþenbîrekî" bike girtîgeh.
Girtiyekî yan girtiyeke kurd li "Edra"yê, bêtirs li ber xwe dide û di nav destên celadan de, dikare têkeve gireva birçîbûnê.
"Rewþenbîrekî" kurd li Ewropayê, tev ku bi hezarên kîlometran dûrî destên celadane, ditirse ku, ji bo rojekê be jî, têkeve gireva birçîbûnê.
Bê guman, piraniya rewþenbîrên kurd bi wêrekî xwedî li erkên xwe yên neteweyî û însanî derdikevin û baweriya min ew e ku wê her xwedî lê derkevin jî, lê mînakek bi tenê jî hebe ku ji piþtgiriya girtiyekî siyasî bitirse, ew yek dîsa jî pir e.
Silav li berxwedana girtiyên Edrayê, ku careke din "tirs"a me anîn bîra me.

................

Jêder:diyarname







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1906