APÊ BIRAHÎM
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 20 äæİãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



Luqman silêman
Luqman_sileman@live.se

Îro temenê wî dibê not sal û sê mih û bîst û sê roj û  bîst û sê katjimêr û hîn kîsik û kertonê vale yê dermanê tendurostiyê û qotîkê helawê yê vale didê hev...!? Lê  kes nizanê ji bo çi? Wa kîs û kerton û qotîka didê hev. Yan wan ji ku tînê yan wê wan bibe kudê û çi ji wan bike û ne kes di wêrê jê jî bipirsê tê çi ji van bike. Ji bilî kertonê dermanê tenduristiyê yê vale û qotîkê helawê yên vale û kîsên qul tiştekî dî nadê hev..!!! û carna dema ku qotîkê vale bi dest wî nakevin  diçê qotîk helaw ji di kanê dikrê û ji yê dikanda re dibêjê ji kerema xwe re ji min re bêxe di kîsekî de..!!


 Lê beriya ku bighê mal apê Birahîm li ser devê çemekî ji wan çemê li dora gund dirûnê û helawê dirjîne di avê de û binê qotîkê û binê kîs quldike û berê xwe dide malê... gundî mat mayî dimînin ji vî karê wî bi va qutîkê qul heye gelo? ma ev dîne yan xwe dîndike..! gelo ma kesê vî nîne zarokê wî birayê wî pîreka wî..!?
Apê Birahîm ji hersêka pêve jî tiştekê dî nadê hev pere zêr malê dinê dir yaqûd li ber lingê wî bi herikin ew destê xwe nade wa... dema ku hin ji gundiya jê di pirsin? çi ma wilo apê Birahîm tiştê ku bikeve ber destê te  ji xwe re bide hev madem her tu gera xwe dike ji bo ku gera te ber bikeve... Apê Birahîm di rabê ser hilû û pepa dîn dibê çav li serî sor dibin kef û kinc di devê wîre tavêje sixêfin seyr dike û ji wanre dibêjê tu tê nagihê hîn zûye ji te re ezê we çîk bikim ha carek dî vê pirsê ji min neke ev ne karê teye/ weye here bi mîz û raze ji tere çêtire...!?
Apê Birahîm çakêt bi ser qapûta de li xwe dike û şaşikek  wek komê Mesîkiya dide serê xwe û darekî bi kelem û çar pênc bosta bi ser bejna wî dikeve bi xwe re digerîne. Dema ji oda xwe derdikeve û di nava gund re di çe û liqayî zilamê  gund dibe bê ku silavê li wa bike dibin dûvikê çavê xwe re li wan dimeyzîne û bi dengekî hinekî bilind da ku ew zilam dengê wî bikin dibêje weleh ezê bihêlim çavê wî bîst Mitra li pêşiya wî bi bezin hîn ew nizane ez kîme..  Piştî vê gutinê Apê Birahîm ji ber çavê gundiya winda dibê. Ev gotina wî û windabûna wî gundiya li hev dixê û gundî ji hev di pirsin? gelo çima vî wesa got: û ew li ser kî dibêjê..?
zilamê gundiya yê ku li ber wê anîşka xênî amade û yê ne amade li guntina Apê Birahîm texmîn dikin ku li ser wî dibêje.. vê ce ezê çawe xwe ji vî xilas bikim ev çi bû bela û kete di nav piyê mede. Lê kes ji gundiya newêrê vê gotinê jê bi pirsê ka ev tu li ser kî wesa dibêjê yan ev kinî ne yê ku tu li ser wa dibêje yan ka em dikarin alîkariya te bi çi bikin. Çaxê ku çavê wa bi Apê Birahîm dikeve hîn ji dûrve gundî yeka yeka xwe ji pêşiya wî didin alî û naxwazin di kolana ew têrejî here ew lêbin... Rojekî gundiya ji hevre gotin: ka emê li pey apê Birahîm herin ak bê ev bi kude di çe. Lê ma kî di wêre here heryekî karek ji xwe re çê kir da ku li pey Apê Birahîm neçe. Sê çar roja gundiya li ber hevdan û çûna li pey wî guftûgo kirin lê negihane tu biryara. Çîroka Apê Birahîm ji gundiya re bû têba û nema kes di mala xwe de jî di wêre li ser wî baxivê pîrek zarokê xwey ê piçûk pê dirazênin cêhil nema diwêrin êvara ji malê xwe derkevin zilamê mezin nimê ja eşayê naçin mizgevtê ji tirsa wî zilamê qert ji xwe re dibêjin ma nimêj nimêje çi li mal be û çi li mizgeftê be wek heve eva dî çiye Xwedê wekala piştî ku mirov şîv dixwe nema ji mirov tê ku mirov rabê ser xwe halbokî ew ji tirsa Apê Birahîm newêrin herin mizgeftê.. Lê kes li xwe nanihê bijê em ji ber wî naçin mizgeftê.. piştî çar miha ji dan û standinê guniya biriyar da ku wê pişkê bavêjin ka wê roja pêşî dora kîbe  ku ew li pey Apê Birahîm herin... rojekî ne wek heroj bi hilata rojêre zilamê gund kes neçû karê xwe û hemî ji malê xwe derketin û her çendek çûne ber anîşkekî ji anîşkê kulanê gund û li benda hatina Apê Birahîmin..
Dû bi ser wa ketiye wek dûyê tenûra ji çixara hin ji nêza û hin ji tirsa her yek ji wan ji xwe re dibêjê xwezî ku îro ne dora minbe. Her yek di hinavê xwe de di rehede wek çûkê li ber baranê û çavê wa zîq li kolana Apê Birahîme ka wê kengî were û kes bi kesî re na axivê û çixarê xwe xistine di nav destê xwe de û li ser kundirka rûniştine... roj hate çêlek dana û hîn ew li benda hatina apê Birahîmin çavê wa li kolana mala wiye lê hewdîtin ku Apê Birahîm di ber wan re çû û berê wî li male ew ji derveyî gund tê..!? hemî dicihê xwede mane cemidî û li nav çavê hev mezandin bê ku kes ji yê dî bi pirse ka ev ji ku hat yan di kure hat yan kengî ji gund derketiye wek ku mirov tenekek ava cemidî bi ser wan deke nema gotin ji kesî çêbû heryekî ji nişkîve da xwe û berê xwe da malê bê ku bi hevalê xwere bi axivê..      
Nîro zilamê gund hemî li mizgevtê civatek bi lez ji xwe re li darxistin melê ji zilama re got: ka em çibkin ji vî zilamî..?! ji xwe re mere dest bi axvtinê kirin û bê ku kes guhê xwe bide yê dî yan zanibe ku hevalê wî çi dibêje qirik û gewrî li hev ziwakirin xwêdanê di şilka serê wan re avêt lê kes nizanê ku yê dî çi dibêje. Hin ji wa li ser zad bi cîranê xwe re da xivin  û hin li ser çêleka dibêjin wele îsal çêleka me stewrê hin li ser cîranê xwe da xivin lê hinêdî dibêjin emê berdin vî zilamî ji gund ka hûn çi dbêjin lê kesî haj wî nîne hin dibêjin emê wî bi fetisênin û emê xwe jê rehet bikin çêtire wele we bileh ji roja ku ev zilam hatî gundê me me rehetî ne dîtiye evî rihê me û bavê me stand ev çi bû bela û kete nav piyê mede yekê dî gotina wî ji devê wî digrê û berdewam dike erêwele gotina teye ji roja ev hatî vî gundî me rojek xweş ne dîtiye û ez bim emê çarekî jêre bibînin ev ne tubî rewşe em têde.bi rastî ezê ji were bêjim heger ku ev zilam bimînê li gund ezê ji gund barkim çêtire ji vê rewşê em nema dikarin di malê xwe de rûnin evî hertiştê me bir ramanê me maye li ser wî rabûn û rûniştina me maye li ser wî ka bi kûve çû ka ji kûve hat... Lê hinê dî ji gundiya haj  mijarê nînin û  bi gomana ku gundî hemî ji bo mijara Apê Birahîm hatine lê gelek ji wan ji mijarê derketine ketine mijarek dî û têde gerim bûne.. gundî di wê gengeşêdene Apê Birahîm bakir ez dizanim hûn çidikin min haj we heye ha weleh ezê we teva çîk bikim kîr kujim nih sed bav ma hûn yê civata û şêwrane...!
çaxê ku dengê Apê Birahîm kete guhê zilama  tev di cihê xwe de cemidîn weka ku mirov kevirekî bavêjê gola beqa çawe deng tê birîn wesa dengê zilama hate birîn wek ku kes di mizgevtê de nebe jiyana wa sero bino bû mane behitî her yek di dilê xwe de di pirsî evî ji ku bihîst ku em di zimgevtêdene. Zilamê gund tevlî Melê qerem şikandî bûn nema ji wa hat ku herin malê xwe. Zilamekî ji Melê pirsî û got: seyda niha ev Xwedê jê razî ne ehlê Xwedê be yan hina ji me jêre gotiye emê îro li mizgevtê rûnin û yan ehlê Xwedê ye...!?
Apê Birahîm gotina xwe got: û derbasbû çû li mizgevtê nesekinî lê kes nizane ev zilamê ku çakêt di ser qapût de û gumlek di ser qemîs de û pantiron di ser şerwal de li xwedike û şaşika wî newek tubî şaşikaye û darê wî weka rotekî xaniya ye b kude diçe yan kenî di çe û kengî tê lewra ji gundiya re bûye xem ku zanibin ka ew kengî ji mal derdikeve û kengî tê mal û bi vê yekê tirsa wî ketiye dilê gundiyan de  ji mezina ta bi zaroka..
Melê li wî zilamî vegerand û got: haşa lilah ku ev ji qencê Xwedê be û yê ku vê gotinê bêje ewjî dibe hevbeşê gunihê wî nebê nebê ku hûn carek dî gotinek wek (stexfîrelah) vê gotinê bêjin we haj xwe û van tişta hebe..? zilamek dî gote: melê Seyda nabe divê em çarekî jêre bibînin gerek em zanibin ev bi kûde diçe û çidke...? Melê ji zilaman re got: ya baş we ku em qelewîzê lê bigrin ta ku em zanibin ew bi ku de diçe û çima va qotîk û kerton û kîsika dide hev û ka wê çi ji wan bike...? piştî gotina Melê gundî vgeran xala yekê. Hina ji zilama gotin: na em qelewîzê lê nagirin dibe ku ev qencek ji qencê Xwedê be û em rabin qelewîzê lê bigrin ocaxa wiyê bi meve bide vê ce ev ji me kême Xwedê wekala em vê nakin.. zilamê gund bûne di beş hina got: gotina melê raste û heger ku em bixwazin wî nasbikin gerek em qelewîzê lê bigrin û hinê dî gotin: na dibe ku ew qencek ji qencê Xwedê be û ocaxa wî bi me û zarokê meve bide ev ji me kême em vê jî bi xwe nakin. Zilamekî da xwe got: gelî camêra ezê tiştekî ji were bêjim? Teva lêmeyzand gotinê bêje ka tê çi bêje.. zilam got: gelî camêra ezê herim malê û serê min bi Apê Birahîm na êşê hûn çidikin hûn bi dilê xwe ne ji vê gavê û bi şûnde ez ne hevalê we û tiştekî me çi tê serê we min ne jêye û li derê mizgevtê da..         
Hina ji gundiya qelewîz li Apê Birahîm girtin û li pey wî diçin lê ew ji ber çavê wan winda dibû  û bi kude diçê kez nizane wek cinekî.. apê Birahîm xwe ji ber wan vedişart... çaxê ku ew ji ber çavê wan winda dibû gundî lihev diketin sehû wa digre û reva Xwedê direvin têne malê xwe û xwe têxin bin nivîna û ji pîrekê xwe re dibêjin tayê em girtine. Roj bi roj tirsa wî di keve dilê gundiya. Lê kes ne wêrw ji kesî re bêje.. 
Apê Birahîm odeka wî bi tenê heye lê ne seriyê û ne biniye û derîkê veşartî têde heye kes wî derî nas nake ji wî pêve û derî bi xwe ne xuya ye ji lewma apê Birahîm di pencerê de dikevê oda xwe de dema ku hin ji gundiya li kolana wî hebin.. Lê wî li jora odê qulek Mitrek bi Mitrekî ji xwe re hiştiye û çirikek li serê odê ji xwe re daniye êvara piştî ku ji gera xwe tê  ku hin ji gundiya li kolana hebin ew bi çirikê dadikevê odê û şeveqa Xwedê bi bang dana tî tî re cardî bi çirikê ji oda xwe derdikvê û ji ber çavê gundiya winda di be... çaxê ku hin jê di pirsin çima te derî li oda xwe nehiştiye Apê Birahîm....?! Di devê wande lê dixe û bi yek gotinê bersivê dide ew jî eve diz henê û yê ku di derî re were mala te wê mala te ji te bistî ne û we haj malê xwe hebê.. Kes  ne ji gundiya û nejî ji gundê der dora gundê wî nizanê bi kûde diçe.. lê  piştî ku tarî pencê xwe berdidê ser rûyê erdê û ronahiyê ji nava gund dikşîne û gund di keve dibin tariyê de û dibe wîqe wîqa beqa çire çira sîsirka û kolanê gund di kevin dibin taryek bi tirs û nema kes li kolana dimîne ji nû Apê Birahîm li serê oda xwe xuya dike. Lê ji kuve û di kure tê mal kes wî nabînê. Ji gundiya re bûbû mereq ku zanibin apê Birahîm heroj ji rexekî ve tê nava gund yan  rojê ji rexekî ve tê da ku kes nizanibe ew ji kuve tê û çidke û çi nake ji lewma piraniya cara piştî ku reş di kete erdê ew dihate gund lê cara ku ew bi roj bihata her car di rexekî gundre dihat da ku gundî nizanibin ew di kure yan ji ku tê... Ev yeka ha bibû kulek bê derman û ketibû ser dilê her yekê gundî ji zaroa ta bi zilamê mezin wek êşa zirav. Carna wek werîsekî di kete qirka gundiya ji piçûka ta bi mezina bi rastî evê çûn û hatina apê Birahîm gundî hemû şaşo maşo kirbûn û kulekî li ser dilê her mirovekî gundî konê xwe vegirtibû û werîsê konjî bi damarê her mirovekî gundî hatibûn girêdan çîrok û çîvanok li ser Apê Birahîm dihûnandin û ji hevre di gotin:  gundiya şevê xwe  û rojê xwe tev li ser apê Birahîm di bûrandin. Bibû qajikê devê gundiya ji zaroka ta bi mezina di civatê xwe de ji mêvanê xwere tanîne ziman... Sal bi sal gund mezin dibe û kula apê Birahîm bi wan re mezin dibe û tê hûnandin û girêkê we li hev têne badan.  Lê ne tinê kula apê Birahîm bi gundiya re mezin dibe na kula kîs û qotîk û kertonê wî mestir dibe... Carna gundî wî di bergihê xwe de dibînin lê nagihin ku pêre baxivin ji ber çavê wa winda dibe.. Ê dî ev yeka ha  roj bi roj tirsa gundiya mestir dike û nema ciyê wê di hiş û mejiyê mirovan de dima wek êşa zirav bû rojê li ber dergihê yekê gundîbû û xwe berdida nava damarê wan giynê wa girandibû û di recifî û bi ser zerede di çû û nema dilê wan di çû xwarinê û êvara xewa wan nedihat û çexê ku xwe bi zûrê bi xewve dibirn xewnên giran didîtin û çavên wa nediçû ser hev wek berfa tu bavêje di avêde roj bi roj di heliyan...
Rojekî gundî li hev kombûn û biriyar dan gotin: gerek em zanibin apê Birahîm ji kî rexîve tê gund û mebesta wî ji anîna va kîs û qotîk û kertona çiye...!? lê  kes ji gundiya newêre ji kesî re bêje ku em êvara wî li bergihê xwe di bînin û ji ber çavê me winda dibe beriya ku em pêre baxivin.. Gundiya xwe kirin pênc şeş beş û her sê kat jimêra wê çar zilam qelewîzê li apê Birahîm bigrin ta ku zanibin ka kengî ji oda xwe  derdikeve û kengî vedgere oda û bi ku de diçe û ji ku ve tê û çawe tê nava gund..? cara pêşî dema ku xorta qelewîz lê girtin li her anîşkek ji anîşkê oda wî xortek sekinî û bi çar çavî çavê wan xwe li hatina  apê Birahîm digerand  ka wê kengî were û wê di kure were û wê çi bi xwe re bîne. Çimkî gundiya jê bawer nedikir ku ew tenê kîs û qotîk û kertona dide hev. Gundiya mixê hev birbûn li ser apê Birahîm ji lewma xwestibûn ku nas bikin ka dema ku ew tê malê ji kuve tê û çi pêreye.
Dema ku xort li benda hatina apê Birahîm bûn û her xortekî zîq li hêla xwe di meyzand û her yekî di xwest ku ji rexê wî ve were da ku ew pêşî bibîne ji lewma jî çavê wa weka çavê pisîka dema ku di tariyê de di beriqînin wesa çavê wan xorta  di çilê zivistanê de di zerwilîn. Ji lewma her xortek ji xorta ketibû raman û xeyalên kur û ji xwe re di gotin: xwezî ew di rexê minre were û ez wî bibînim wê çawe gundî li min bibin kom û wê ji min bi pirsin ka te çawe dît û çi pêre bû û çawe hat û kêlîka ku te ew dîtî çawe bû û çi pêrebû û bi xwe re daxivî yan na. Wê hin bêjin gelo ma darê wî pêrebû û darê wî dirêjkî di destê wîde bû yan pehnikî di destê wî de bû. Ezê serê xwe li wan giran bikim ica wê gundî yeka yeka xwe ji hev bi dizin û werin cem min û wê ji in bi xwazin ku ez ji wî tenêre bêjim ezê zikê wa tijî xwîn bikim ta ku ez ji wan re bêjim lê ezê çîrokê nîv co bikim û ezê her yekî tiştekî jêre bêjim.. xort di nav van xwen û xeyaladene û hewdîtin ku apê Birahîm wê li ser oda xwe ye û xwe bi çirikê berda odê...!
Xort behitîn dîno mîno bûn reva Xwedê ji dora oda apê Birahîm revîn xwen û xeyalê wan li wan bûne têba û hin ji wa sew sîbûn û bi nava gund ketin û bi dengê bilin ba dikirin apê Birahîm hat lê em nizanin çawe û di kure hat hew medî wa li ser oda xwe ye... terqênî bi gund tek wele apê Birahîm hat lê kesî ji xorta nizanî ku ew di kure hat.. Wek qantir bize li gund belabû wele Apê Birahîm ji ezmana daketiye ser oda xwe ji lewma xortê ku qelewîz lê digirtin ew nedîtin û vê carê kes nema dikare bêje ew ne ji qencê Xwedê ye. Cardî zilamê gund li hev kom bûn û gotin: divê em zanibin ev zilam kiya û çawe û kengî ji oda xwe derdikeve û kengî tê oda xwe. Gundî wê şevê ketin qirik û gewriya hev ta tîrêjê rojê hilatin tiştek bi guhê hev nexistin lê hîn  ji destpêka şevê de hina ji zilama bi dengekê bilin got: berê me ji were gotiye em nabin hevbeşe we û gunihê we û em hêvî dikim ku carek dî neşînin peyme û me nekin şirîkê gunihê xwe çimkî ev kesê wesa bêgoman wê ji qencê Xwedê be ji lewma em gundekin nikarin nasbikin ka ew ji kuve tê û di kure di çê eva dî çiye we dayî pey derabin herin malê xwe beriya ku ev qencê Xwedê li we were xezebê û şeva we bike roj û roja we bike şev..!? xwediyê va nêrîna ji civatê dane xwe û çûn maleka diya gundî rûniştin û ji xwe re got: emê binêrin ka wê çi biriyarê bistîin û ka wê çi bikin di mafê Apê Birahîm de.. Hina ji gundiya got: ev bû çil salê vî zilamî  li gundê  meye û em nizanin çawe di çê û çawe tê dibê ku yek ji qencê Xwedê bê. Hinê dî gotin: ev ne ti gotine ma heryekê ku em nizanbin kengî ji mala xwe der di kevê û kengî vedgerê yek ji qencê  Xwedê ye mane xwe divê em tubî karî ji xwe û zarokê xwe re nekin tenê em qelewîzê li hev bigrin ta ku em zanibin kî kengî ji mal derdikeve û kengî tê malê ne wesa bê em qencê Xwedê û ne qencê Xwedê ji hev nasnakin..
Hinê dî  gotin:  na ev zilam ji wilê mestire..

 DOMAHÎ HEYE








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1904