îro rayên arîþeyeka xwîndarî bi temamî hate birrîn
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 01 äæÝãÈÑ 2006
Mijar: Nûçe


 
Welatê me / Dêrika Hemko

Berdewamî li ser bizav û hewildanên xêrxwaz û dilpakan,îro roja( 1-11-2006 )ê, li gundê kengelo lihevhatina di nav bera binemala Mistê û binemala Çeto de ya ku li roja (28- 10-2006 )ê de hatî kirin, îro roj ew arîþeya xwîndarî bi temamî rayên wê hate birrîn.


Dîsanê wek ku di roja pêþî de hate kirin, binemala Çeto jî heþt konên mezin ji mêhvanên xwe re vegirtin û jimarek berfereh ji cemawerê devera Qamîþlo, Hisîça, Amud û Dêrikê, û herweha þandên partiyên kurdî, rihsipî, sermiyanên deverê, zanayên ola misilman û xiristiyan, ereb û xiristiyan di vê lihevhatinê de berhev û amade bûn.
Destpêkê þêx Ednan Ibrahîm Heqî xêrhatina mêhvanan kir û têgehên xêr û qenciya çareserkirina arîþeyan wek ku di Qurana pîroz de hatî gotin da xuyakirin û herweha got: ev lihevhatine berhemek pirr hêja ye ji xelkên deverê re û li cem xwedayê mezin jî tiþtekî ciwan û çake.
Piþt re keþe Efram Çello jî gotinek pêþkêþkir û di gotina xwe de xweþhaliya xwe û xelkên parêzgeha Hisîça da zanîn û got: berhevbûna vê jimara zor ji tevaya netewan, mezheb û olên deverê nîþana wê yekê ye ku xelkên deverê bi Kurd, Ereb, Kildan, Aþorî û Ermeniyên xwe ve kêfxweþ û xweþhalin bi vê lihevhatinê.
Di pey re Mele Rifet Mele Ebdul Mecîd pîrozbahiya xelkên amade, herdu binemalan, xêrxwaz û dilpakên ku bi vê lihevhatinê rabûne kir û ev gav wek destkeftiyek pîroz binavkir.
Dawiyê serwerê binemala Çeto Ismaîl Çeto xêrhatin li mêhvanên xwe da, sipasiya dost û xêrxwazan kir û xêrhatinek teybet da binemala Mistê û bi nav serwerê binemalê Ebdul Ezîzê Mistê û kartêkirin û mêraniya wî di derîvekirina çarserkirina vê arîþeyê de û tev bi pesnin bilind da xuyakirin .
Dûv re xwarin di binê konan de hate rastkirin .
 hêjayî gotinê ye ku ev arîþeya xwîndarî eve zêdeyî (15) salaye di navbera van herdu binemalan de rûdaye .
Lê piþtî vê kêþê deng veda û bûbû egerê peydabûna gîr û girfetaran li deverê û piþtî wan hewildan û bizavên bê rawestan ji aliyê rihsipî, xuyayî, partiyên siyasî û serok eþîran ve di hate kirin.
Dawiyê li ser daxwaz û hewildanên van xêrxwaz û dilpakan :
-Hecî Ebdul Ezîzê Xelef Sara
-Ekerm Hesko Xelo
-Behrem Hesko Xelo
Ev kêþe hate çareserkin û li roja (28-10-2006)ê herdu binemalan silha xwe kirin û lihevhatin .
Bi vê yekê mirov di karê bêjê îro rayên wê arîþeyê bi ked û karê wan xêrxwaz û dilpakan di çem û rûbarên herdu gundan de, herdu gundên cîran, di beyar û xaka gundê Kengelo û Pilêsiyê de rayên wê hate korkirin û di þûna wê de tovê biratî, aþtî û aramiyê hate çandin .
Em jî bi navê nivîskar û karmendên malpera Welatê me pîrozbahiya xelkên devera Dêrikê û herdu binemalan dikin û sipasiya wan mêhvanên beþdar, arîkarî, xêrxwaz û dilpakan dikin, yên ku zehmet kêþandin û ev destkeftiya pîroz bi cih anîn .













































 






 


 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=190