Helbestên daran (4)
Dîrok: ÇáÃÍÏ 15 äæÝãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe




Husên M. Hebeþ

Dostaniya darekî û çemekî

Li ber çemekî
Rastî darekî kevin hat
û jê pirsiya:
Çima tu bi tena xwe
Li vir bi cih bûyî?
Got: ji çem hez dikim
û ew min tim diparêze!
Çewa?
Gava hinek bixwazin min biþewitînin
Ew min þil û terr dike
û nahêle bi hesanî bêm þewitandin.


Protesto

Hemû daran bi hev re
Protesto kirin û gotin:
Divê hemû bivir ji vir derkevin
û tevir jî bi dû wan din.
Divê diranên bêçixeyan hilbibin
û das jî ji vir winda bibin.
Divê zagonên keskayiyê bilind bibin
û bibin bingeha cîhanê
Divê hûn baþ li me guhdar bikin
Baþ me fam bikin.


Sîvan

Darekê du zarokên nîvtazî
Li bin baranê dîtin
Beziya
Bilez beziya
Xwe weke sîvanekê vekir
û li ser herdu zarokên nîvtazî vegirt.


Bonn 2009








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1891