Guneh
Dîrok: ÇáÓÈÊ 14 äæÝãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



 
Azer Osî

çima guneh, xwe li serê te rapêçayî,
û di dilê te de, þaxên xwe berdayî
Jê, tû þerm dikî
û ew , bêyî ku.........


çavên te girêbidî,
destên te, kelemçe bikî,
te di zindana xwe de,
dihêlî
û nahêle ku tû...
ji hêstirên çavên xwe,
tizbiya evîndariya xwe,
li ber lêfirîna pelên payîzê
û dengvedana zarokên rojê,
xweþ bihûnî.
.............
Buhiþt diyare,
firiþteyên wê, daweta te amade dikin
xort û keç
dîlana kurmancî dikin
û hîna tû!
di tirse,  û metirsiya guneh
li ber pêlên periyên xwe,
naperçiqînî,
û xwe jê rêzgar nakî.
..............
Guneh....
ne yê te bû
yê pîra ku te, dizayîna te de,
tewanbar kiribû
û jiyana bê sînor,
ji te re bi sînor kiribû.
Peyvên wê, dara mejî
birîn kiribûn, û hêlînên wê,
ji tolazên jînê re
di kêlîkên ristina
hevokên eþqê de,
vekirî hiþtibû.
14.11.2009






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1888