Torî û Torîk
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 13 äæÝãÈÑ 2009
Mijar: Dîrok



Dilovan çeto

Dema welatê kurda hate parçekirin û bi teybetî herdû parçê li sûriyê û li turkiyê hatine naskirin bi navê binxet û serxet.kesê mane li rexê turkiyê jiwanre digotin serxetî,û kesê mane li rexê sûriyê jiwanre digotin binxetî.lê malbat û eþîrê kurda li serxetê di hatine naskirin bi navê gund û bajarê go lê dijîn,wek kesê li herêma omeriya jiwanre digotin omerî, û kesê li nebilê dijîn jiwanre digotin nebilî, û wisa herkes dihate naskirin bi navê cihê go lê dijî.


Gundek ji gundê serxetê heye jêre dibêjin torê û çi kesê lê dijî jêre dibêjin torî.mirovekî gundî hebû û pîreka wî û çend zarok di xaniyekî ji kevir û heriyê avakirî bû dijîn,ev kes perîþan bû,ne karek hebû û nejî mal û mewdanê wîjî hebû.Rojekê gote pîreka xwe nanê me livî gundî nema rabe xwe karbike emê jivî gundî barkin û emê berê xwe dine bin xetê û em ji xwedê bi hêvîne go deryê xêrê li pêþya me vekê.
Kar û bara xwe kirin û berê xwe dane bin xetê, hatine gundekî ji gundê bin xetê û ji pîreka xwere got hema emê livî gundî bibin mêvan û eger bi dilê gundiya bê emê livir bijîn.gundî lidora wa kom bûn,xeber dane axayê gund,axa razîbûna xwe da ku li gundê wan bijîn.

Axayê gund mirovekî zengîn bû , gelekî qeþmerî li kesê dora xwe dikirin.rojekê civat li oda axê geriya bû,mêvanê wayî serxetî jî hate odê,silav da , axa bankir:
ser çava tu hatî toriyo derbasbe rûne., jiwê rojêve navê wî ma toriyo, li kûderê axa ew di dît jêre di got toriyo,lê çiqasî pepûko ji axêre digot navêmin heye ,çima tu binavê min bang li min nakî, lê axê jêre digot: ma tu ne ji torêye,navê tejî toriyo ye .

Rojekê axa û çend zilamê xwe derketine nêçîrê,ji sibehê ta êvarî man lê tiþtek ne girtin û deste vala vegerane gund,lê diriya xwede hemberî torîkekî rast hatin, axa liber veket û tîrek avêtyê,torîk kuþt,gote zilamê xwe vî torîkî jiminre bînin gund,zilamê axê torîk kiþandin bênderê gund.axa bankire yê serxetî :toriyo were min pismamê te kuþt. Bû tiqe tiqa axê û zilamê wî û kesê hazir û tevde pê kenîn.
Axa û gundî çûne malê xwe,lê yê serxetî dinava xwede di kelê,berê xwe da mala xwe , bangkire xanima xwe û got:

jiminre riwê lihêfa me yê sipî veke û kara xwe bike emê vegerin gundê xwe nav xwedyê xwe lê xuyaye nanê me li binxetêjî nîne. vegera bêndera ew torîk di nav wî cawê sipîde mîna kefen ew pêça û bêr û qazme bi xwere birin û berê xwe da nav tirba û dest bi kolana tirbê kir.

Gundiya nerîn waye tirbek yanjî gorek tê kolan,gundî linav tirba kom bûn û jê pirsîn, xwedê xêrkê çi qewimiye?

Yê serxetî liwan vegerand û got:

gelî gundiya win tevde þahid bin axa pismamê minî torîk kuþt,vaye min wî kefen kir û min tirba wî kola, ez soz didim xwîna pismamê min bi arzanî divê neçê û rojek wê bê ezê heyf û tola pismamê xwe hilênim.Kolana tirbê bi dawî bû,torîk têde dirêj kir,ax biserde kir, kêl û hedê wî danîn,rahiþte bêr û qazmê xwe û got :
gelî gundiya nanê min livî gundî nema,ji sibe û pêde ezê vegerim welatê xwe, lê ji axêre bêjin bere hayawî jê hebê,ezê rojekê vegerim û heyfa pismamê xwe hilênim, giha malê û kara vegera welatê xwe kir.

Serê sibehê bi tîrêjê rojêre yê pêþî ji gund derketin û berê xwe dane serxetê,gihiþtine gundê xwe .
Rojek dido , heftiyek dido , karek jixwere peydakir, qederê salekê didiwa jixwere hinek pere dane hev, tifingek jixwere kirî.

rojekê kara xwe kir,tifinga xwe tijî fîþek kir û ma libendî rojê ta herê ava.Re

þ kete erdê,berê xwe da bin xetê,çû gundê axê,mala axê nasdikê,axa liser erzêlê di xewa þêrîn deye, carekê axa çavê xwe vekir dît tifing di serê wîdeye,di despêkêde bawer nekir, got bê goman ev xewne,lê gomanê wî belav bûn dema yê serxetî bang lêkir û got : rabe axayê hêja , ez pismamê torîkim, lê xuyaye te jimin bawer nekir dema min got ezê rojekê vegerim heyfa pismamê xwe hilênim,vaye ew roj hat , axa dest bi lava kir û lêborîna xwe jê xwest , lê fêdenakê , fîþekê di tifingêde tevde di serê axêde valakirin,bilez ji mala axê derket û li keviya gund rûniþt ,gundî li dengê tifingê û qîre qîrê mala axê þiyarbûn.yê serxetî bi dengekî bilind bang li gundiya kir û got:
gelî gundiya ez ew mirovê torîme , min soz dabû ez heyfa pismamê xwe hilênim , û vaye min soza xwe bi cî anî . eger kesek jiwe bixwazê tirba wî sibe bi tirba axêre bê kolan , bere fermokê meydanê!!??lêêê.................







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1884