Nameyeka sersaxiyê
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 10 äæÝãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



Li xerîbiyê , 7-ê Çiriya paþîn 2009 an , di nexweþxaneke Stokholmê – Swêd , di bin kartêkirina bûyereke bi êþ , dilê têkoþerê kurd ê navdar ê ku bi navê kek Lezgîn dihate naskirin , Zeyn - Elabidîn Ozalp (Þêx Zeynî) rawestiya û ji vê dunyayê koç barkir.


Rojnameyên Swêdî û hinde malperên bi zimanê kurdî , bi êþ û mixwabinî , nûçe dane belavkirin . Li nusêbîn , Cizîr , Diyarbekir û seranserî Kurdistanê , digel rewþenbîr û siyasetvanên kurd ên ku li Swêd û Awropa dijîn deng vedabû û ciyê berketîbûna xelkê bû.
Lezgîn ( Þêx Zeynî ) bi dil û can li dirêjahiya nêzî Çill salî ji temenê xwe , di têkoþîna li beramber nijadperestiyê û siyaseta înkarkirina hebûna gelê kurd de dixebitî û liber xwe dida . Û ji bona pirsa demokrasiyê , mafên mirovan , azadî û wekheviya gelan , çalakvanekî dilsoz , xwedî nêrîn û helwest bû . Di girtîgehan de û li hember dadgehên Turkiyê , bi serbilindî û bê dudilî , li zimanê xwe yê dê dibû xwedî , mirovekî mirovhez bû .
Bila serê dost û hevalên Þêx Zeynî sax be , xwedî , meriv û malbata rehmetî xweþ bin .
Çûna kek Lezgîn - Þêx Zeynî – xisara me hemiyan bû .

Nivîsgeha rêzanî ya
Parta yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê
9.11.2009







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1881