Xêrxwazan du Malbatên Kurd ( Mala Mistê û Mala Çeto ) li Hev anîn
Dîrok: ÇáÃÍÏ 29 ÃßÊæÈÑ 2006
Mijar: Nûçe


   Qamiþlo 29/10/2006:

    Doh(28/10/2006): Bi beþdarbûna cemawerekî zor zexim ku pêk dihat ji; tev rêxistinen kurdi, serok hozên kurdî û erebi,  þêx û melayên misilmanan û Qesê, qesê xiristyanan Efram Çello, kesayetiyên navdar û naskirî di Cizîrê de, ji mala Ibrahîm paþayê Millî bigire ta bi mala Nayif paþayê Koçer, di gel wan þêxê hoza Þemera û hin ji berpirsyarên dewletê di pêþiya wan de Þêx Ednan kurê þêx Ibrahîm Heqî (Ji þêxên Botan).


 
Wiha ji Qamiþlo, bi kerwanekî ji otomobîlan, di ser 200 otomobîlî re berê xwe dan gundê ( KENGELO ), bal mala ÇETO û mezinê wan Ismailê Çeto..Ji wir, wî cemawerê xêrxwaz, berpirsyarên mala Çeto(Yên Binxetê û Serxetê) bi xwe re kar kirin û berê xwe dane gundê ( Pilêsiyê ) bal mala MISTÊ (Yên Binxetê û Kurdistana baþûr)û mezinê wan Ebdulazîzê Mistê..
   Di bin her pênc konên vegirtî de li gundê Pilêsiyê, berpirsyarên herdu malbatan dest û riwê hev maçkirin û li kêleka þêx Ednan rûniþtin...Di vê lihevhatinê de bi tenê þex Ednan û Qesê xirîstyanan axifîn. Hin ji gotina þêx Ednanê kurê þêx Ibrahîmê Heqî: Îro rojek gelekî giringe ji me re, çiko di vê rojê de birayên me digihêjin hev û pirên dostaniyê têne danin..Hem jî þîretên neyaran têne birîn û darikê hewdelê ji vê navê tê avêtin...Ji mêj ve çavê me li vê rojê bû...Spas ji Xwedê re ku me þêraniya vê rojê dît...
Qes jî di gotina xwe de, ev lihevhatin piroz kir, û spasiyên xwe ji herdu malbatan re diyar kir û di nav gotina xwe de doza biratiya gelên kurd, ereb û xiristyana kir ..
   Wek ku diyare, ji 16 salan ve herdû malbat li ber hev û kuþtinê ne, û tevî hewildanên gelek kesan ku wan li hev bînin, lê ew li hev hatin pêk nedihat, ta ku iro ew li hevhatin pêk hat ...
Hejayî gotinê ye ew kesên ku ji 8 mehan ve hewil didin wan li hev bînin û ji dûv hewildana xwe venegeryan, tevî asteng û recên ku didîtn û dawî ew li hev anîn ev kesin:
Ebdulazîzê Sara
Ekremê Hiskê Xello
Behremê Hiskê Xello
Hêjane spasiyeke gerim.
 Hem jî hejaye em spasiya birêz Ebdulazîzê Mistê bikin, yê ku bi mêranî pêþwaziya mêvanan û mala Çeto di mala xwe de kir û bi sîngek fireh mêvanên xwe tev razî kirin...Û hêjaye em spasiya birêz Îsmailê Çeto bikin ku tevî mirovên xwe yên Serxetê bi xêrxwazan re çû bin konê mala Mistê...
Hêjaye em bêjin ku ev lihevhatin daxwaza her kurdekî resen û wefadare ..
























 









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=188