Li Hamburgê rojên toreya kurdî pêk hat
Dîrok: ÇáÃÍÏ 08 äæÝãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



Du rojan niqaþên li ser toreya kurdî þevên payîza Hamburgê germ kirin
Ji Swêdê çîroknivîs Enwer Karahan, Ji bajên Elmanya Edîb Çelkî û Eskerê Boyik bûn mêvanê Hamburgê û bi xelkên vî bajarî re li ser tore û edebiyata kurdî axiftin. Ji bajarê Hamburgê jî wek moderatur Arþevê Oskan tev li mêvanan bû û ji bal beþdaran jî li ser gelek mijaran pirs hatin kirin. Ev çalakî ji hêla Hevkarê û berpirsê wê M. Elî Yildirim hatibû organizekirin. Mijarên wek dîroka helbesta kurdî, rewþa nivîskariya wêjeyî li kurdistan û Ewropayê û welatên Sofeyeta berê hatin niqaþkirin.


Her roj civînê li nêzîkî sê seetan dirêj dikir û rojê li nêzîkî 15-20 kesên wêjehez jî beþdarî þevan bûbûn. Rewþa wêjeya kurdî li bakurê Kurdistanê û Swêdê ji bal kek Enwer Karahan ve baþ hate þirovekirin, li gel ku çîrokek xwe bi navê ”Li xerîbiyê þev melûl in” xwend û ji destpêka sedsala bîstan heta salên 2000 î qonax bi qonax li ser hate rawestandin. ji aliyekî din ji dîroka nivîskariya kurdên Sofeyeta berê û geþbûna zimanê kurdî û berhemên ku di wan qûnaxan de hatibûn weþandin ji aliyê nivîskar Eskerê Boyik ve bi berfirehî hate zelalkirin. Li gel rewþa xwe ya tenduristî jî dîsa Eskerê Boyik wekî du seetan bê navber axift. Li ser rewþa helbesta kurdî û bandora helbesta erebî ji dema zendavesta û qelên êzîdiyan heta roja îro helbestvan Edîb Çelkî axift, li gel xwendina helbestek xwe ya stranê jî wek nemûne xwend. Di dema niqaþa li ser formên helbesta nûjen Arþev jî perçak ji helbesteke xwe xwend û bi vî awayî mêvanan sipasiya Hevkarê kirin û li ser hêviya careke din þev bi dawî bûn.    







 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1877