Konsêrtên Ronîcan Hiso li herêma Kurdistanê
Dîrok: ÇáÓÈÊ 31 ÃßÊæÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



Þerwan Mela Ibrahîm
 – MediaKurd- Hewlêr

Hunermendê kurd yê naskirî, Ronîcan Hiso hejmarek konsêrt li herêma Kurdistanê li darxistin…
Li ser daxwaz û mêvandariya parêzgeha Dihokê hunermend, Ronîcan Hiso ji bo cara yekê serdana Herêma Kurdistanê kir û hin konsêrt li deverên weku Þingal, Baedirê, Domîz, Dihok û hin deverên din jî li darxist. Herweha konsêrta dawî li ser daxwaza xwendekar û xelkên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Hewlêrê dimînin, hate sazkirin.


Di konsertê de ku li parka Famîlî Fan li Hewlêrê hate sazkirin, hejmareke gelek û berçav ya xwendekar û xelkê her çar parçeyên Kurdistanê tê de beþdar bûn.
Di vê derbarê de hunermend Ronîcan Hiso di daxuyaniyeke taybet de jibo MediaKurd.com ragehand þabûna xwe ya li dor konsêrtê û amadebûna xelkê ji her çar parçeyên Kurdistanê. Ronîcan herweha diyar kir ku ew gelekî kêfxweþe ku cara yekê Kurdistana Azad dibîne û konsêrtan li wêderê bicî dike. Wî sipasiya parêzgeha Dihokê li ser mêvandariya wê kir. Herweha sipasiya genc û xwendekarên Rojavayê Kurdistanê yên li Hewlêrê li ser alîkariya wan ya ji bo sazkirina konsêrta li Hewlêrê kir.

Hunermend Ronîcan hêvî jî xwest ku di demeke nêzîk de karîbe konsertan li her sê parçeyên dî yên Kurdistanê jî pêkbîne.
Di dawiyê de jî Ronîcan Hiso bi MediaKurd.com re ragehand ku bi van nêzîkan C.D ya wî heftê dê belav bibe û hêvî xwest ku bi dilê heskiriyên wî be.

Tê zanîn tîma mûzîkê ya di gel Ronîcan Hiso ji van kesan pêkhatibû:
Hunermend Ehmed Þingalî: li ser dîlana Kurmancî.
Izedîn Hisên: Org
Fewzî Bavê Ferhad: tembûr
Hozan Agirî: baxleme
Kawa Kobanî: derbek
Mihemed Hewlêrî: Keman
































Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1869