NAMA PENABEREKÎ
Dîrok: ÇáÓÈÊ 24 ÃßÊæÈÑ 2009
Mijar: Nûçe




Lewend Dalînî

Delala Min……
Dema kû ez li kolanên welatê Biyanîyê bê salox; û bê goman mam!…
Bila rihana di pencera xanîyê mey axî de, nebihîze!…... Qena ne çilmise!....Û her sibeh avê Li pelê wê, bi reþîne!. 


Eger gemîya penaberan di nîvê deryayê de bê gemîvan bimîne, û bibe têkilî pêlên deryayê………Hingî; gulên di hewþa malamede, wan pê agahdar neke; jibona pelên xwe neweþînin!…
Timî, û timî, bila çavên te li pênûsa min bê;
Bila ziwa nemînê!.
Tembûra min……
Têlên wê; bila zingarê megirin, û ne rizin…
Di mirina xopan de!……
Kû canekî bê giyan gihiþtim!
Çavên te ên delalî, bila tu hêsiran nebarînin!…
Dema kû min dahêjine gorê………Hisênê Tewfoî, ji Qamiþloka rengîn;
Bila tembûra xwe kok bike, û strana: Derwêþ û Edûlê,  Bavê Fexrîya,
Ji min re bistrinê!.
Her car………Were ser gora min, û bi leystika “Yadê Yabo Xezalê” bi leyize! Weke çaxên zaroketiya min û te ya berê!.
             ***************************
“Li nexweþxaneke Bajarekî ji ên Îtaliya, dema laþekî mirî li peravên deryayê Hatibû dîtin, û bi destê Bekçiyên deryayê, û bi armanca naskirina nav û nîþanên wî!…...... Cilik, û kincên wî hatibûn sehkirin….Tu tiþt di wan de nehate dîtin! Ne nas name, ne pere, û nejî pasteport!?…....
Ji bilî vê nameya jorîn, kû ew bi tenha, û xewþik ji av û þewitandinê Xwedîyê wê nama xwe bi rengekî delal paraztibû”.
saifdaoud@yahoo.com






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1856