BADLÎZOKÊN BÊRÎYAN
Dîrok: ÇáÓÈÊ 26 ÓÈÊãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe




xemgînê REMO

erê xanim ……
ji dûrîyê ta bi dûrîyê
badlîzokê bêhrîyê min
tîne li rêça kanîyê ….
Qulingên zozana
Ber bi toza deþtan ve hildifirin
Belê miçiqîne


Cîgehên avjenîyê
Hespê dilîniyan
Rêça mêrgê ji bîr nekirine
Lê gulên te
Bê bîn û çelmisîne
Li nîva buharê
Û kelkela dilê min
Germa havînek serbixwe ye …

Li wan buharên buhirî
Ez bilbilê bexçê te bûm
Xunce helbestê min
Di sînga tede dibiþkivîn
Û perwaneyên birçî
Ji þîrava mêyîna te têr nedibûn …

Belê xanim ….
Tu dizanî
Te berxekî sava þîrvekiriye
Û nayê guhên te
Dengê barrînê …

Ez tîhnîme li ser lêva deryan
Û ava derya nayê vexwarin
Li payîza ku tê
Ez ê nizanibim
Gelo tê bibe tavîyek baranê
Ku ez dîsa  hilimkim
Bêhna zemînê ….

Qamiþlo 26-7-2009








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1810