Gazinek ji helbestvaniyê
Dîrok: ÇáÃËäíä 21 ÓÈÊãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe




Silêman azer

Li vir,
   ez þivanê
        çêrandin demsalên
gencîniya xwe bûm
                   li þînkayiyê.


Dema,
tihna te xwe
daweþand perdeyê þevên min
                       ji nediyariyê.
Na,…..
ne þeydayê navê te bûm,
ne jî dilhezê helbestan bû  
                   bavê min li vir,
lê te xwe hepiþande,
kuncikên jîna min
                            bikotekiyê.
Ma hew bi tenê
        li hev hatinek bû,
an pîlanek bû
te veda bû ser riya min
bi libkên rengîniyê.
Tu ji min diguvêþe,
zuhayiya xwe,
barandinek ji xemgîniyê.
Di çi rûsariyê de bû,
ew dildarî,
em bûne sîngek e vekirî,
ji mêtina çewte peyvan re.
Me li joriya valabûnê
                    dibanînin,
lêvin qeliþtî ji dilbijokiyê.
Li ser milê me ye,
seriyê gêjbûyî
ji hêrandina wê xweziyê.
Va ez barabûnek im
        ji firandinê re,
û bilinde jî asîmanê te
               windagehê sawgirtinê.
Qey di kîjan meydanê de
tu baskokirine,
hîna tu li ser bêdengiya min,
di biriqîne morîkên bextê xwe
          rêwiyin ji tenêtiyê.
Min þewitandin tiliyên pelandinê
tu dikare,
min li  ser masa têkçûnên xwe,
bi noþe,
û min di þevbuhêrkên xwe de,
                 binehwirîne firdikek
                          ji bîreweriyê.
Min riþma te,
li gerdena bînayiyan gerandiye
tu dikare bidêre wê azariyê.
di pêçeka,
rojan de,
te ji þîrvedikim,
û tu markiriyî
            li sergêjiyê.
Wa…li derdora,
hilatbûnan,
bi pêka ketine,
neviyên te,
û te tobe nekiriye
           ji bergirtinên
          wê neçariyê.


Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1806